Sê Kesayetiyên Dîrokî yên Kurdên Kafkasiya-Ebdûlaziz Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 18 نوفمبر 2022

Sê Kesayetiyên Dîrokî yên Kurdên Kafkasiya-Ebdûlaziz Qasim

Sê Kesayetiyên Dîrokî yên Kurdên Kafkasiya







Ebdûlazîz Qasim

Pênûsa Azad Hijmara 12ê

Di dirêjahiya dîrokê de, navên hin mirovan bi nemirî ji hêla dîrokê ve hatiye nivîsandin, ji ber kar û xizmeta wan bo mirovîniyê, ku şûntilî û mohra wan di biyavên cuda cuda de diyar in, ku bandora wan ya herî mezin bo xizmeta mirovîniyê hebûye, û afrandin û dahênan di warên cuda de pêşkêş kirine.

Miletê me yê kurd ji kesayetiyên navdar û nemir bêpar nebûye û demê em berperên dîroka xwe temaşe bikin, dê bibînin ku miletê kurd ji ti miletên din kêmtir nîne, bi taybetî kurdên Sovyeta berê ku rolek wan yan girîng heye ji bo gelê kurd û ji bo gelên din.

Eger em dîroka xwe baş binivîsin, pêdivî heye ku em rola kurdên Sovyeta berê "Kurdên Kafkasiya" jibîr nekin û navên wan bi tîp zêrîn di nav rûpelên dîroka kurdî de binivîsin, ji ber rola mezin ya kurdên “Soviyeta berê” ji bo hişyarkirina hest û pêşxistina aqilmandiya neteweyî ya kurdî bi taybetî xizmeta wan ya herî mezin bo parastina ziman, folklor, zargotin û edebiyata kurdî.

Li ser destê kurdên Kafkasiya li ser astê neteweyî yekem hikûmeta autonomî hatiye avakirin û herwisa xizmetek bêhempa ya wan ji bo pêşxistina çand, ziman û zargotin, ferheng û edebiyeta kurdî heye û hêjayê gotinê ye ku yekem bingehên kurdlojiyê û kurdnasiyê li ser destê wan hatine tomar kirin.

Dema em behsa kurdên Kafkasiya yan jî “Sovyet” dikin, em behsa bi dehan akademsîyen, zanyar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, zimanzan, siyasetmedar û rêveberên dewletê dikin, ku biqasî rêvebirina dewletek modern hene.

Mixabin ku par, sala borî ji ber nexweşiya korana ya xopan, sê lêderên kurdên Sovyeta berê yên bêhempa û kurdperwer ji nav me barkirin û xatir ji me xwestin, wan di çend risteyan de bi rêzdarî libîrtînin:












1-Yura Nebiyêv (26.10.1953 - 06.07.2021), yek ji lêderên Kurdên Qafqasyayê (Kurdên Sovyetê) bû, cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayê Kurdan, Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd, û rêvebirê giştî yê malpera RIATAZA bû, roleke wî ya mezin hebû di nav civaka kurdî de û bi taybetî ked û xebata wî ya mezin ji bo organizîkirina kurdên Sovyeta berê de.

2-Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev, akademsiyon û cîgirê serokkomarê Qazaxistanê û serokê Federasyona Navdewletî ya civakên kurdan, ku bi Apê Kinyaz di nav civaka kurdî de dihat binavkirin, tevlî pila wî ya zanistî û edebî ya bilind wekî serokê zanîngeha Almatayê û herwisa wekî cîgirê serokkomarê Qazaxistanê, lê zêdetir Mamê Kinyaz wekî serokê kurdên Sovyetistanê dihat dîtin, ji bo rola wî ya mezin ji bo rêkxistin û damezrandina yekem Federasyona navneteweyî ya kurdên diasporayê, ku îro li ser wê yekê çend komele û federasyonên revenda kurdî li diaspora û welatên Ewropa, Amerîka û Rûsya têne avakirin, herwisa ku bi dehan pertûk nivîsandine, ji wan: dîroka têkiliyên edebî yên azerî-kurdî, Çavkaniyên dîrokî yên edebiyata kurdî, Ansîklopediya Kurdan, Adetên netewî, girêdanên edebî û hwd.







3-Prof.Dr. Nadir Nadirov, di 24ê Tebaxa 2021ê de, di 90 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Prof. Dr. Nadirov, serokê şerefî yê Komeleya Berbang ya Kurdên Komara Qazaxistanê, Serokê Rûmetê yê Federasyona Navdewletî ya Civakên Kurd bû, cîgirê Yekem yê Akademiya Endezyariya Neteweyî ya Komara Qazaxistanê, Akademîsyenê Akademiya Zanistî ya Qazaxistanê bû, Xelathilgirê Xelata Dewletê yê Qazaxistan û Yekîtiya Sovyetê bû, lêkolînerê petrokîmya, parzûnkirina neftê, enerjiya alternatîf, jeolojiya petrolê, zêdetirî 1200 gotarên zanistî û 8 vedîtinên zanistî, 31 monografî, 10 pertûkên dersê, organîzatorê zanist û sîstema xwendina bilind bû, ew şêwirmendê 12 profser û zêdetirî 50 berendamên zanistên teknîkî, kîmyayî, fîzîkî û matematîkî, biyolojîkî, aborî û pedagojîk e.  43 berhevokên gotarên zanistî û xebatên konferansê bi edîtoriya wî hatin weşandin.  Wî wekî "Bavê Zanistiya Neftê ya Qazaxistanê", afirînerê dibistanên xwe yên zanistî: fizîkî û kîmyewî, rafînerên neftê, katalîzator, petrokîmyayî, nasîna navneteweyî wergirt bû.

Bi baweriya min ji bo avakirina kesayetiya kurdî ya neteweyî girîngiyek mezin heye ji bo lêkolînek berfereh li ser bingehên zanistî û dîrokî li ser kesayetiya Prof. Dr. Kinyaz Mîrzoyev, Yura Nebiyêv û Prof. Nadir Nadirov û herwisa li ser kesayetiya bi dehan navdarên kurdên Qafqasiyê bêne kirin, ku pêdivî me heye bi aqilmendî û hişmendiya kesên wekî wan ji bo pêşxistin, yekxistina civaka kurdî û bihêzkirina bîr û hişmendiya neteweyî ji bo dewletbûn û serxwebûna kurdistanê. 



Sê Kesayetiyên Dîrokî yên Kurdên Kafkasiya-Ebdûlaziz Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 18, 2022 Rating: 5 Sê Kesayetiyên Dîrokî yên Kurdên Kafkasiya Ebdûlazîz Qasim Pênûsa Azad Hijmara 12ê Di dirêjahiya dîrokê de, navên hin mirovan bi nemir...

ليست هناك تعليقات: