Helbestvanê Kurd Syahpoş , B#1779-B#1820 :Helbest bi şêwazê Klasîk û hem Romantîzim(Dildarî) nivîsandiye. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 6 نوفمبر 2022

Helbestvanê Kurd Syahpoş , B#1779-B#1820 :Helbest bi şêwazê Klasîk û hem Romantîzim(Dildarî) nivîsandiye.

Helbestvanê Kurd Syahpoş,B#1779-B#1820 :Helbest bi şêwazê Klasîk û hem Romantîzim(Dildarî) nivîsandiye.

 Pênûsa Azad-Hijmara 12an






BIRAHÎM QASIM

Helbestvanê Kurd Syahpoş yek ji helbestvanên klasîk ên Kurd tê naskirin,ew jî mîna  pêşiyên xwe,  wî bi şêwazê  taybetmendiya xwe helbest organîze kirye ,wek tevlîhevkirina klasîk û Romantîzm (Dildarî).

Syahpoş helbest di Dîwana xwe ya bi navê Seyf el-Muluk bi şêwaza malikîne nivîsandiye, herweha efsaneyeya xwe ya dîrokî û diramatîk û pesnêndariyeke bêsînor bi awayê helbesta tiracîdî li hin cihên buyerên çîrokê berî ku wê bi dirameyeke dilxweşî bi dawî bike .

Kesayetên Şehrezad û Şehrîyar ji dîrokê bin yan jî efsaneyê bin jî, di avahiya xwe ya giştî de di heman demê de beşeke ji cadoyê û xeyalê ne, heger  dîrokî yan mîtolojî be,her bi raman û hunerê re dimînin.

Belkî nivîsîna wesa efsane yek ji mebesta wî ya  rastîn bê, da ku giyan navbera padîşahan  û mirovên asayî xweş û  sererast bike, yan jî bide zanîn navbera qencî û xirabiyê de.

Syahpoş li kêleka pesnedarî û aferîneyê, helbesvanekî zîreke di warê dildariyê û hezkirinê de.

Îro me j`destê xonçeleban nale ji dil tên

Ahîn û girîn û şîwen ez cerhê di kul tên

Sed bilbilê şeyda ji teleb badeyê gul tên

Lê cimle bi zarî ji xedengan bi qetil tên

bêgoman Syahpoş  mirovekî bîrewer û rewşenbîr e di dema xwe de, diyare ku li kêleka zanîna olî xwe baş fêrî edebiyata cihanî kir ye, lewra em di naveroka helbestên wî de çend navên feylesofên cîhanî dibînin.

Sewdazedeyê `işqê to em ey rahetê can

Ta kengî ji hicranê te kem nale û efxan

Bê dîn û wesala te nihin bo me çu derman

Eflaton û Calînos û `Îsa me e` loqman

Billah ji cefa û elemê ma bi xecil tên

Tê zanîn ku ew yek ji helbestvanên sofî bû, lê ew jî rewşa xwe ya aloz ya ku bê palpişt û serok û semyan, hem cor û cefa û işqa xwe ne razî bû,lê wê bi xwezayê ve girêdide û hem jî îlhamê û bûyerên jînenîgariya Pêxemberan xwe girêdide, û behsa peyamên wan ên Xudayî û serpêhatiyên wan ên tal û dijwar û sebir û hedana wan ji xwe re berçav dike.

Ah ji dest nar; firaqê dil wekî biryan im ez

Her li ber wê iştiyaqê pir kul û kovan im ez

Pir kovan im derd û ahan aşiqrûyê çu mahem

Bendeyê û zilfê siyah em Yûsifê canan im ez

Yûsifê min bir bi kuda xweş ji halê wî çi zû da

Tehliyan ser li me zû da Ye`qûbê Ken`an im ez

Ye`qûbê pîr û hezîn im pir fixan û pir girîn im

Mestê camê `Eyn û Şîn im bê mey û fincan im ez

Şibhê Mûsa min li Tûrê xweş temaşa kir li Nûr`ê

Naliyam şibhê bilûrê bi nale û efxan im ez

Nale û efxan û zarî xoş li min bûne diyarî

Şibhetê teyrê biharî mailê bostan im ez

Mailê werd û hilalan çi ze`îf bûn wek xilalan

Ah ji dest fikr û mitalan bê ser û saman im ez

Eger dîroka bûna wî rast be dibe ew ji nifşê Pertoyê Begê Hekarî be yan jî gihaye ser dema Mela Husênê Bateyî û Mensorê Girgaşî.

Dîroka wî vedigere gelek welatan ku tê de jiya ye û geriya ye û mifa ji zaravên wan wergirtiye, lewra ew xwediyê ferhengeke mezin a peyvan û  jêderan e, ji bilî Şarezayiya wî di zimanê Kurdî de, hin zimanên din ên wekî Farisî, Erebî û Tirkî jî dizanî.



  

Helbestvanê Kurd Syahpoş , B#1779-B#1820 :Helbest bi şêwazê Klasîk û hem Romantîzim(Dildarî) nivîsandiye. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 06, 2022 Rating: 5 Helbestvanê Kurd  Syahpoş ,B#1779-B#1820 :Helbest bi şêwazê Klasîk û hem Romantîzim(Dildarî) nivîsandiye.   Pênûsa Azad-Hijmara 12an BIRAH...

ليست هناك تعليقات: