Xêrxwaz Çîrok bo zarokan -wergerandin- Ehmed Ismaîl Ismaîl - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 18 نوفمبر 2022

Xêrxwaz Çîrok bo zarokan -wergerandin- Ehmed Ismaîl Ismaîl


Xêrxwaz  Çîrok bo zarokan -wergerandin- Ehmed Ismaîl Ismaîl








Wergerandin ji Erebî: Idrîs Hiso

Pênûsa Azad -Hijmara 12ê

Comerd hez ji karê xêrxwaziyê dikir, kêfa wî gelekî ji xêrxwazan re dihat, hêvî dikir ku bibe xwedî saman û alîkariya hejaran bike…. Lê ew piçûk, bê mal û saman e.

Dema ku didît xortekî alîkariya pîremêrekî dikir, hêvî dikir ew jî heman karê wî xortê comerd bike, …. Lê ew piçûk e û laşê wî hîna lawaz e.

Dema li axaftina bavê xwe derbarê mêrxas û comerdan ku berevaniyê di ber sitemlêkiraweyan guhdar dikir, wek wî parêzerê ku cîranê wan ji tometekê ku ew bi xwe jê bêguneh bû rizgar kir, hêvî dikir ku ew wek wî parêzerî be û berevaniyê di ber sitemlêkiraweyan de bike….. Lê ew hîna şagirt e li dibistanê.

Hemîşe di wê xewnê de bû ku ew dê mezin bibe û alîkariya hejaran bike…. Di wê xewnê de bû ku diravên pir bihevde û bibe dewlemend, dewlementirîn kes….û pereyan li ser hejar û perîşanan dabeş bike…. Di wê xewnê de bû ku bibe parêzer, an jî hakim da ku mafê xelkê li wan vegerîne. Xewnên Comerd pir dibûn…. Sibê û êvarê di xewna bidestxistina pere, hêz û desthilatê de bû.

Nema ti kar dikir, bi tenê di xewnên xwe de bû, nema guh li xwendina xwe dikir. Li malê text û livînên xwe paşguh dikirin, nema alîkariya malbata xwe wek berê dikir, her kesî gazin ji tembelî û bêmirêsiya wî dikir. Lê herdem wî di naxê xwe de digot: “Dema ez dewlemend bibim û alîkariya lêqewm û hejaran bikim, ew dê nema behsa tembelbûna min bikin, ew dê bi min serbilind bin.”

Carekê Comerd ligel dêya xwe li bazarê bû, ji nişkê ve mêrekî kor dît, wî mêrî dixwest şeqamê ji vî alî têper bike bo wî alî, Comerd bilez ber bi mêrik ve çû, destê wî girt, ma heta ku gilopa kesk vêket, bi destê mêrik girt, heta ku bisilametî ew gihand aliyê din, mêrik spasiya wî kir û daxwaza serkeftinê jê re kir, kêfa dêya wî gelekî hat, êvarî ji bavê Comerd re got: “Îro Comerdê min karekî giranbuha û mezin kir.”

Comerd matmayî ma ku, dêya wî ew karê wî bi giranbuha û mezin wesif kir, lê bavê wî ku, ew jî bi vî karî kêfxweş bû got: “Hemû karên xêrxwazî giranbuha ne, piçûk û mezin, û gelekî behsa karên xêrxwazî ji kurê xwe re kir.

Ji wê rojê ve, Comerd nema di xewnan de, nema li hêviya wê yekê bû ku bibe xwedan saman, hêz û desthilat heta ku karên xêrxwazî bike.

Careke din Comerd li dibistanê vegeriya, wek berê çalak û zîrek, herwisa li malê alîkariya dê û bavê xwe dikir, û herdem hewil dida ku her karekî xêrxwazî bike, dê bike.

Gewîlan 29.06.2022z 




Xêrxwaz Çîrok bo zarokan -wergerandin- Ehmed Ismaîl Ismaîl Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 18, 2022 Rating: 5 Xêrxwaz  Çîrok bo zarokan -wergerandin- Ehmed Ismaîl Ismaîl Wergerandin ji Erebî: Idrî...

هناك تعليق واحد: