Stiranek ji dûr ve-Wehîd Keleş - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 18 نوفمبر 2022

Stiranek ji dûr ve-Wehîd Keleş

 

 Stiranek ji dûr ve-Wehîd Keleş

Demjimêr hêdî hêdî derbas dibû , û çavên wî yên ziwa , bi rengên mirovan ve diçûn û dihatin , hêviyên  sar û pûç di rûyê wan re didîtin, ji ber ku xwe nasdike û mirovên paytexta gemarê jî nasdike

Wa paytextê …

Ma tiştek ma û te  jê ne stand.

Birçî bûn û tirs û xemgîniya rojane û por boz dibe sedem ne derbas bûna temene , lê rojên tirsê û tirsa ne diyar neyarekî ne nase , ev tirse min dikuje.

Di nav mitêlê de tirse , di kêşana çixarê de tirse , di xwarinê de , di vexwarinê de , di ken û girî de di dilê min de , di dilê te de tirse ,  xwe ne kenîne , tu dikenî .?

Di kenê te de tirsa mezin heye û tu nikarî xwe veşêrî ?

Ez xwe diveşêrim lê careka din dîsa li xwe divegerim , xwe dibînim  , di vê cadê de , di vê bazarê de , li ber wê pînê çi difroşim ..? çibe , ku nanek hebe da Dilo û xwîşka xwe bixun .

Qîr qîra bazirganên vê bazarê , û livandina mirovan , hestek di afirand îşev êvara cejnê ye . Lê çavên wî yên  ziwa li demjimêrê dinêrîn , dixwest ku bikare wan kata girêde , da roj bi dawî nebe , da kesin tiştekî jê bikirin .

Çixare li dû çixarê li jor dinêrî û li jêr dinêrî û mejî diçû dûr .

Di kûrayiya hestên xwe yên birîndar de , ban kurê xwe dikir :

Dilo tu hîn li benda baboyî .?

Yan tu razayî ?

Dûman ji xwaringehê derdiket , bihna goştê biraştî di wê cadê de belav dibû.

Aveka miz bi ser zimanê wî diket , û rûviyên vala , mîna mara xwe li bev dipêçan .

Dîsa di kûrayiya hestên xwe de kazkazdikir û bandikir :

Dilo te şîv xwariye , te çi xwariye , yan te birçî xewkiriye ..?

Ez dizanim kurê min xewa birîndaran tê lê xewa te û babo nayê kurê min.

Zaroktiya Dilo û xwîşka wî û xewnên diya wî ya perîşan , tev bendewarin li benda vegera babo ne , û babo li benda kiye ?

Serê xwe hilda jor , peşkên baranê li nav çavên wî diketin , hawara xwe gihand yezdanê roj û şevê :

 Tu merd bûna xwe bi min re bikî , ger ne ji bo min be , ji bo van zarokên guneh .

Destê xwe kir di bin çengê xwe de

Qapûtê kevnare dê çi germ bike ?

Zikê vale, yan ode ya kirê , ya li ser serê wî çiyayî  û yan hundirê şil û sar ?

Cade hêdî hêdî vala dibû , û şerê pisîkan li ser goşên gemarê nîşan dida bese , bû demê çûna malê .

Pîna xwe da hev avêt ser milê xwe , ji dûr ve xatirê xwe ji hecî xwest û jê re got:

Her sal bi xêr xweşî be , cejna te pîrozbe.

Hecî berdiket, û ji çavên wî yên kûr û rûyê qermiçî  dizanî rewşa  wî di çi rengî de ye , ne xasim her roj wî dibîne.

Hecî ew rawestan û tûrikekî mezin kir di destê wî de , û jê re got :

Ev ji bo zarokên te ye , xweda bi te re be , tu bi xweşî herî .

Tûrik Ji destê hecî girt , û di hundir wî de dilê wî xwe diguvaşt û dîsa ban Dilo kir :

Dilo bibûre bibûre kurê min  , bizane bavê te ne pîse , bi xwedê ne pîse lê çi bikim baskên min şikestîne .

Girnîjîneka melûl li ser lêvên ziwa raxist , xatirê xwe ji hecî xwest .

Bi laşekî pelixî û westiyay , berê xwe da malê û dilê kul bi tena xwe  diraje derdên hezar salî .

Piştî nîva şevê , giha li ber deriyê malê .

Bihna kulîça ketibû taxê , li ser pêpelûnkê , li ber derî rûnişt , çavên xwe girtin û guhdarkir

Dengê stiranekê ji dûr ve dihat . 



Stiranek ji dûr ve-Wehîd Keleş Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 18, 2022 Rating: 5     Stiranek ji dûr ve-Wehîd Keleş Demjimêr hêdî hêdî derbas dibû , û çavên wî yên ziwa , bi rengên mirovan ve diçûn û dihatin , hêviy...

ليست هناك تعليقات: