Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 26 ديسمبر 2021

Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir

Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir


Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir ji bo ji zaroktiya xwe ve min  hes ji çîrokan dikir nexasim ji devê dayik  û     xûşka xwe ,   wî ji hevalên xwe re digotin , dema ew gihşt qûnaxa navîn ji xwendinê diçû bajarokê Tirbespiyê ji bo xwendinê çimkî dibistana navînî li gundê wî ( Girbikêlê) ne bû û li Tirbespiyê li ser destê mamosta Bedran Osman fêrî zimanê kurdî bû .

Wek xort dara evînê di dilê wî de şîn hat û hin korte çîrok û helbest nivîsîn bi zimanê kurdî ,ji tiştên bandora xwe kir romana Elbû'asa ya Vîktor Hogo bû , mixabin ew dar di dilê wî de çirmisî wek encama rêwîbûna wî bo Şamê ji bo berdewam kirna xwendina xwe ya amadahî ,li Şamê keçeka filestînî bi navê Rîm naskir û evîna rast naskir û bi bavê wê re bû  dost û heval yê ticar ji bîr nekir li gor bê bexit û xêr nexwazan ew ji hev dûr kirin ,di wê demê de di bêtir ji sê salan de wek bîranînên xwe bi zimanê kurdî pênc lisernivîs (lênûs) nivîsandin , di wan de kurte çîrok yên ji xeyal û sawîrên wî  girêdeyê bi Elî (bavê Rîm) ve û hin helbest li ser evîna Rîm , lê Beko ne bes di çîroka Mem û Zîn de heye , ew bi rengê heval û nas kir dûrbûn ket navbera Ferîd û Rîm de û hevaltiye Ferîd û Elî kir dijminayî .

Ne bes wilo nakokî di hundirwê mala wî de çêkir û tirsa ewlehiya Sûrî (emin û mûxaberatên Sûrî) kir dilê wî û malbata wî de ji loma di rojeke havînî de piştî ew ji aliyên wan ve hat xwestin her pênc lênûs şewitandin .

Bixwendina endeziyariyê mijûl bû û ligor nêzîk bûna wî û dotmama wî evîna Rîm ji dilê wî der neket û carek dî Beko serê xwe rakir û agirê çîroka Rîm geşkir ji loma dotmama wî jî ji wî dûrkir, di sala 1990 an de wî li Laziqiyê di xwaringehê de kar dikir (wek salên berê dihavînê de kar dikir jibo hinek ji xercî û mesrûfa xwendina xwe bi dest bixe ) dawiya şevan li ser qiraxa deriyaya sipî di rûnişt û xem û kulên xwe tanîn bîra xwe  û hin ji nîvisandinên xwe tanîn bîra xwe nexasim tişênli ser Rîm û li ser dotmamê nivîsî bûn û şewitandin  û dayika xwe tanî ber çavê xwe li gor ew pênc sal derbas bûna ku dayika wî miriye û çûye ber dilovaniya xweda û di şevekê de ji wan şevan de biryar da li nivîsandinê vegere lê bi şêweyekî cûde .

Her şev yan her çend  şevan nameyek ji dayika xwe re dinivîsand  û di wande gilî û gazinên xwe dikirin û Rewşa xwe ya aborî ,civakî,tenduristî û nefsî diyar dikir , buyer û serpêhatî yên di jiyan û xwendina  wî de di wan naman de diyar bûn , ew name berdewam bûn li Şamê jî    

 ta xwendin bir serî û li Laziqiyê leşkerî ya neçar di kir di sala 1999 an de .

Xwezgînîyên dotmama wî pir bûn lê mamê wî bi êşa dilê wî zanî bû  û pê dipûnijî û kes ji xwezgîniyan ne dipejirand bi hêvîya ku birê wî, wê ji layê xwere bixwaze lê birayê wî hey jê ne bû ta şevekê mêvan bû li cem( bavê Ferîd mêvan bû limala mamê  wî) , mamê wî  ji bavê wî  xwest ku  qîza xwe bide  layê wî Ferîd.

Wise Ferîd  bextewar bû û bi dotmama xwe re zewicî piştî leşkerî bir serî , ma berdewam di nivîsandina namên xwe de ji dayika xwe re .

Dikarê xwede wek endeziyar mijûl bû ,dibere diwarê kombiyûter de dixebitî .

Dema fitna Sûrî û payiza erebî dest pêkir bi navê  şoreşê û buhara erebî û azadiyê û şî'arat û siloganên bi çirûsik di sala 2011 an de ,Ferîd jî wek gelek kesan bawerkir raste ,û tevlû çalekiyan bû û wek mamosta yê fêrkirina zimanê kurdî li bajarokê Tirbespiyê û gundewarên wê û pertûk amade kir di vî warî de ,bi alîkariya mamosta Behcet û ew pertûk hat çapkirin ji bo şagirtan û wek berhemek hevbeş hat pêşkêşkirin dema yekîtiya nivîskaran hat efrandin di 2013an de li gor di konfirans de bejdar ne bû lê bû endam ev gav bû wek qewet ku bêhtir karê nivîsandinê bike li gor yekîtiya nivîskaran bû du beş û di wê demê de du kes hebûn alîkar bûn kû berdewam be di nivîsandinê de û ew jî ev bûn mamosta Selah Beyro û mamosta Ebdilhekîm Ehmed, ji loma û nexasim dema piştî bîst û çar salan pêwendî yên telîfonê bi Elî bavê Rîm re çê bûn û diyar bûna kêfxweşiya Elî bi wan pêwendiyan    dest binivîsandina kom çîrokekê kir bi navnîşana( daristana çerxê bîst û yekê)  ya ji 12 çîrokan pêk dihat ew çîrok ji şûnwar, filiklor û dîroka kurdî û hûnandî bi sawîr û xeyala wî ve û girêdana wan bi Rewşa Sûrî bi giştî û ya herîma kurdî bi teybet  ve û sala 2018 an de di konfiransê yekîtiya nivîskaran de bejdar bû wek endemekî di vê saziyê de , li gor hewlên wî ku ew kom çîrok ji aliyê yekîtiyê ve werê çapkirin lê nehat çapkirin li carekê lêvegerek mamosta Luqman Yûsif jê re çêkir û hin guhertin ketin wan çîrokan  de .lê ew çîrok man li ser kombiyûter ne çapkirî , Li gor hemî tiştî hin ji wan çîrokan hatin weşandin li ser malpera kovara Dîwar li ser Fêsbûkê  , her dimêne bi hêvî û berdewame û piroja nivîsandina hin çîrokên dî jî heye û nawisteye ji bo mijûl  e bi kar ê xwe wek endeziyar û rahîner di warê kombiyûter de û nivîsandina pertûkên rêbaza ICDL û amadekirina fayilên pdf di vî warî de ji bo şagirtan .

  


Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 26, 2021 Rating: 5 Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd b...

ليست هناك تعليقات: