Ka em binerin bê kî bavê kurdlociya,û rêzimana Kurdî ye. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 9 يناير 2022

Ka em binerin bê kî bavê kurdlociya,û rêzimana Kurdî ye.

Ka em binerin bê kî bavê kurdlociya,û rêzimana Kurdî ye. 

 

Seîd Yûsif.

Di nîvê sed saliya (18)an ,dema beşek ji Rojhilata navîn di bin desthilata Împratoriya Osmaniyan de,Keşîşyekî Dêrek Îtalî Domînîkanî, serdana Herêma Kurdistanê  dike, weke endamekî, di nav şandeyeke olî de, bo çalakiyên mizgîniya Xiristiyaniyê.

Ew kesayet, dengvedaneke fireh li Ewropa yê distîne, û navê wî tê ser Zimanê hemî kesayetên rewşenbîr û nivîskar û zanistvanan, û tê naskirin weke Bavê "Kurdlociya" û rêzimana Kurdî.

Gello ka em binerin bê ew kesayet kî ye..? û ji bo çi ew nav hilgirt û dengstend..?.

Maurîzo Garzonî (1734-1804).

Garzonî di sala (1762) an de.dighê bajarê Mûsilê, bi beşdarbûna şandeke Xiristiyanî, û hevaltiya, dostê wî pêşî : Dominiko Lanza.(1718-1787)an de.ew bi xwe jî keşe û dîroknasekî Îtalîye, û xwedî pirtûkek giringe. Bi navê "Musil di nifşê 18"an de. Ji weşanên çapxana- Necim-Mûsil, 1951.

Û dostê wî, paşî, yê bicûktir : Giusseppe Campanile (1762-1835).an de.tê naskirin weke, oldar û Dîroknas û Isnolocî.

Campanile, Jiyanek dirêj li Mûsil derbas dike, û pirtûkek zor giring li dû xwe dihêle, bi navê : " Storia della Region del Kurdistan e delle di religion ivi esistenti".

Çapxaneya Napolî- Îtalya (1818)an de. Têde diaxive li ser dîroka herêma Kurdistanê û olên Milletên Kurdistan.

GARZONÎ : "25" salan li navçeyên Kurdistanê bi cih dibe, bi taybet Amêdiyê û Mûsil.

Di wan salên dirêj de, xwe fêrî zimanê kurdî dike, bi kûrahî, û firehbûn, ta gihîşt Asta herî bilind, ku Kitêbekê bi hêsane biweşîne bi navê : "Grammatica e vocabolario della lingua Kurda". Bi kurdî : "Rêziman û peyvên zimanê kurdî".

Û ferhengekê, pêre Diweşîne , ji (4500).peyvên Kurdî pêk tê, li beramberî wan peyvên Îtalî ne.

Lê weke, hûn dizanin ku Ehmedê Xanî yekmîn Ferheng daner kiri ye di dîroka Kurdî de, bi navê : "nû buhara bi Çûkan"bi zimanê Kurdî û Erebî. Sala (1683)an.

Û bi vî awayî, û bi vî karê giring û balkêş , Garzonî hêjaye ku navê "KURDLOCIYA" hilgire. Û bibe yekemîn kesayet, Sazimanê, rêzimanê Kurdî.

Li gorî agahiyên, peydabûne ta nuha.

Lê mixabin piştî derbasbûna Sed salî, Zimanasê Kurd, dest bi karê, giramêr û rêzimaniyê kirine.

Kitêba Garzonî, tê weşandin ji aliyê çapxaneya, binavê "Sacra congrégazion di propaganda fide". Li Romayê- Îtalya.

Pirtûka Garzonî, ji (288). Rûpelan, pêk tê, têde şîrove dike, giramêr û rêzimanê Kurdî, bi mînak û nemûneyan.

Çapa resen, ji pirtûkê parastiye, li pirtûkxaneya Zanîngeha Oxford, li London – Birîtanya yê.

Carekedin, Pirtûk, hatiye çapkirin di sala (1826)an de.

Û gelek kopî jê tên firoştin,, li bajarên mezin di wê demê de wek : Îstanbul, Bexda, û Ameda Kurdî. û ji bilî Çapek jimarî, parastiye li : Peymangeha Kurdî li Parîsê.

Hinek lêkolînas, di baweriya wan de, dîroka zimanê kurdî vedgere sedsaliya (13) an.

Lê li gorî agahiyên li ser jiyana "Ibin Wehşiye". Dema ew li bajarê "Şam" bû, Di Qirnê (9)an de. du pirtûkên Wî tên dîtin, nivîsîne bi Zaravên Kurdî, yek ji wan li ser karê çandiniya Nibtiye, û a din li ser karê, av û avdanê ye, ew herdu kitêb tên Wergerandin bi zimanê Erebî, di destpêka sedsaliya (19)an de. Lê kiye wergêr..? ew ne diyare..!

Ji bilî herdu pirtûkan gelek  kitêbên "Ibin Wehşiye" hene…lê mixabin agahiyî kêmin yan winda ne..?

Lê hinek kesayetên din, dîroka zimanê kurdî vedgerînin, berî Zayînê, dema ku bi tîpên "MISMARÎ". dihat nivîsandin,

Anjî tê gotin, ku kevintirîn nivîsandina Kurdî, vedgeri "KITÊBA REŞ" a taybet, bo ola Êzîdî…!

Giringiya kitêba Garzonî :

Ji bilî cîgirtina pirtûkê, weke bawernameyek zanistî, û agahiyên giranbuha û Ronak… kitêba Garzonî gellek nîşanan diyar dike :

Piraniya Milletê Kurd di wê demêde wek Milletkî resen û kevnar di herêma xwede.

Firehbûna Cografiya Kurdistan.

Giringiya zimanê kurdî, û pêdiviyên axavtinê bizimanê Kurdî, çi ji aliyê Civakî yan Abûrî û Bazirganî.

Ji ber van girîngiyên taybet, Hat xuyakirin ji aliyê Garzonî ku karê wan tu sûd û Amancan bicih nîne, ger ew Fêrî zimanê kurdî nebin.

Garzonî tekez kiriye di raporek xwe de û gotiye : tev ku hemî niştecihên Xiristiyaniyên herêma Kurdistanê bizimanê xwe yê taybet diaxivin, û dinivîsin û dixwînin, lê belê bigiştî, ew nikarin jiyana xwe ya rojane berdewamkin û têkiliyên xwe yên civakî û aborî, avabikin bêyî zimanê kurdî. Her weha pirtûka Garzonî  dîsa dibêjim ew belgeyek dîrokî ye, û pênasînek bo, Nasnameya milletê kurd yê resen eşkere kiriye, xwedî Erd û kultûr û ziman û niştecihên herêma Kurdistanê ne, ew ne Erebin ne Farisin ne jî Tirkin,weke dagirkerên Kurdistanê û şofîniyên wan eşkere dikin.

Wisa tê naskirin ku Garzonî pirtûka xwe, amadekir ji ber ku hîç, karê wî û hevalên wî bêyî Zimanê Kurdî tu bercewendiyê bi cîh nîne   

Lê çi mebesta Garzonî be, ew hêjaye, ku bibe : bavê Kurdlociya, û Rêzimanê kurdî.

Mixabin, çima Garzonî windaye di dîroka Kurdî de , û weke wî gelek kesayetên kurdlocî, navên wan windane, weke hevalên Garzonî, Lanza û Ciussppe  Kampanile, Xwediyê pirtûka: " Ansiyatîv û Olên Miletê Kurdistanê".

Giringe ku navendek Istiratîcî amadebibe, bo Lêkolîn û arşîfa kitêban û berhemên Kurdlociyan, û wergêrkirin, bi  Zimanê Kurdî.

Aştî bo Canê Garzonî, û hevalên wî.

Jêderên gotarê :

  - ماوريتسيو غارزوني، صهيب  سيدا، /مدارات كرد، ٥/5/2013/.

- الأب ماوريتسيو غارزوني، رائد النحو الكردي، صحيفة روناهي، ١٧/8/2020/.

- الإيطالي غارزوني، مؤلف  أول كتاب عن اللغة الكوردية، ترجمة طارق كاريزي، گولان ميديا، ٨/2/2019.

- بحث عن اللغة الكردية wikiwiki. Com.

بواسطة محمد سليمان.

Têbînî, jêder hemî bizimanê Erebîne.

 


 

 

 

 

 

 

 

  

Ka em binerin bê kî bavê kurdlociya,û rêzimana Kurdî ye. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 09, 2022 Rating: 5 Ka em binerin bê kî bavê kurdlociya,û rêzimana Kurdî ye.     Seîd Yûsif. Di nîvê sed saliya (18)an ,dema beşek ji Rojhilata navîn di b...

هناك تعليق واحد: