Vejîna Kurd Romana HAWARINE EFRÎNÎ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 6 ديسمبر 2018

Vejîna Kurd Romana HAWARINE EFRÎNÎ


Vejîna Kurd Romana HAWARINE EFRÎNÎ

Vejîna Kurd kî ye?

Li sala 1975an li bajarê Efrînê ji dayik bûm û ji rengîniya buhara herêmê fêrî abeya jiyanê bûm. Min xwendina xwe li dibistanên wê kir û li sala 1996an ji peymangeha amadekirina mamostan derçûm. Dûvre ez vegerîm Efrîna rengîn û li dibistanên wê min karê mamostetiyê kir. Eşqa zimanê Kurdî di rih û damarên min re digere lewre pênûsa min tenê bi tîpên Kurdî ber dide. Ez yek ji damazrênerên komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd li Efrînê me û herweha serkirdayetiya sernivîser a rojnama Rewşen im. Endama Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê (SFPZKs) li Efrînê me. Gotar, helbest û çîrokên min di gelek kovar û rojnameyên Kurdî li hindur û derveyê welêt de tên weşandin.
Berhemên çapkirî:
XEWNÊN ELENDÊ, komehelbest.. sala 2016an.
HAWARINE EFRÎNÎ, roman.. sala 2018an.
Vejîna Kurd
 Mijara romanê:

Belê.. Efrîna delal bi nazdarî dawa fîstanê xwe yê rengbuharî li deşta sîngfireh radixîne û keziyên xwe yên kesk li ber delavên çemê Efrînê yê ku simfoniya bedewiya bê dawî bi pêlên xwe re herdem dijenîne, re serbest berdide û tabloyeke îlahî dafirîne. Girê Endarê yê ku ji 3000 sal ve dîdevaniya dîroka kevnar dike, bi hêminî helbestên aramî û aştiyê ji asîmanê şîn re rêdike. 
Kaniya Basûtê ya ku bi zelaliyeke bê hempa ji memikên xakê diherike, mîna dayikeke dilovan xewnên teze di landika jînê de dihejîne. Darên zeytûnê yên ku mîna serbazên yekîneyeke leşkerî li ser rûyê zemînê bi rêxistinî rêz bûne, sirûdên heyîn û mayînê di guhên xakê de dixwînin û gupikên vînê di buxçika hestan de dibişkuvînin.

Nivîskar: Vejîna Kurd 
Navê pirtûkê: HAWARINE EFRÎNÎ
Hejmara rûpelan: 109
Sala belavkirinê: 2018z
Zimanê Pirtûkê:Kurmancî

 romana




Vejîna Kurd Romana HAWARINE EFRÎNÎ Reviewed by Niviskar on ديسمبر 06, 2018 Rating: 5 Vejîna Kurd Romana HAWARINE EFRÎNÎ Vejîna Kurd kî ye? Li sala 1975an li bajarê Efrînê ji dayik bûm û ji rengîniya buhara h...

ليست هناك تعليقات: