Salvegera heştemîn ya nivîskar û helbestvanê nemir Rêwî hat vejandin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 16 ديسمبر 2018

Salvegera heştemîn ya nivîskar û helbestvanê nemir Rêwî hat vejandin


Salvegera heştemîn ya nivîskar û helbestvanê nemir Rêwî hat vejandin

Di roja 15.12.2018-an de, çalekiyek hevbeş bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya, bi bûneya salvegera 8-an ya nivîskar û helbestvanê nemir Rêwî (Mihemed Xelef) hat lidarxistin, li nivîsgiha fermî a Y.N.K.S. Li bajarê Qamişlo, bi amadebûna hejmarek nivîskar û siyastmedar û rewşenbîr û malbata û hevalên wî, bîranîn bi vê şêweyê bi rê ve çû.

Destpêkê mamoste Şemis Enter bi xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanan û nemir Rêwî û her wiha mamoste Siyamend Ibrahîm yê ku di wê rojê de çû li ser dilovaniya Yezdan destpê kir.
gotinên hatin xwendin ev bûn:

1- gotina hevbeş ya (Y.N.K.S) Û (Y.N.R.K.S).
Hat gotin ji layê Ebdulsemed Mehmûd ve , çêgirê seroka (Y.N.K.S).
2-gotina malbatê hat gotin ji layê mamoste Izedîn Xelef ve.
3-gotina hevalê nemir hat gotin ji layê mamoste Miş'il Osman ve.
4-gotina Dr. Ferîd Se'dûn li ser rola nivîskaran di civatê de.
5- gotina mamoste Konê Reş bîranîn û rola nemir da xwiyanîkirin.
6- parçe helbestên nemir hatin xwendin ji layê mamoste Mihemed kose ve.


7- parçe hebestek ji helbestên nemir hat xwendin ji layê mamoste Selma Silêman ve.
Di dawiya bîranînê de spasiya hemî mêvanên beşdar hat kirin.

Komîteya hevbeş ya (Y.N.K.S)Û(Y.N.R.K.S).
Qamişlo
16-12-2018 
Salvegera heştemîn ya nivîskar û helbestvanê nemir Rêwî hat vejandin Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 16, 2018 Rating: 5 Salvegera heştemîn ya nivîskar û helbestvanê nemir Rêwî hat vejandin Di roja 15.12.2018-an de, çalekiyek hevbeş bi navê Yekîtiya N...

ليست هناك تعليقات: