BIRYARA DADGHÊ-ŞANO-Luqman Yûsv - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 17 ديسمبر 2018

BIRYARA DADGHÊ-ŞANO-Luqman Yûsv



BIRYARA DADGHÊ-ŞANO-Luqman Yûsv

Dema ku mirov bi jîwarê xwe ve gir- êdayî be û bi êşa welat û gelê xwe mijûl be, mirov dikare ji neyînê hebûnê baf- irîne, di vê pertûka di nav destên me de, şanoyek hatiye hûnandin bi tîpên jîwar û rewşeke rasteqîne ji êş û azarên welat û milet.Nivîskar Luqman Yûsif karîbû di şa-noyê de her tiştekî girêdayî bi hest, rewş û derûniya kesayetiya sûrî bide xwiya-kirin di bin sernavê "Biryara Dadgehê" ku mirov bê hemdî xwe di keve nava sawêrên şer û koçberiyê de.

Dema ku Luqman Yûsif kesayetiya Da- dwer dihelbijêre, ew pûtenedan û negu- hdana civaka navnetewî bi miletên şer- mezar re diyar dike, bi rengekî pêkenok û yarîpêkirin hevokên şanoyê dirêse bi kesayetiya Nûnerên stembaran, dema ew bi hev re daxivin an jî bi Dadwer, Parêzer û Şêwirmendan re daxivin.
(Şanoyekê û naninî bide min, ezê mi-letekî hêja (mezin) bidim te) "Platon", û hin dibêjin: "ezê miletekî rewşenbîr bi-dim te", ev gotin her tiştê girêdayî bi şanoyê ve, bi gelemperî, şirove û kurt dik- e, lewma ez karim bêjim ku şano di jiyana mirovatiyê de pir girîng e, û em pêwîstê wê ne ji ber ku ew ji jîngeh û rewşa mirov û miltan der dibe û wê did- eyne ser dika rastiyê, zordar û zordestan jev cuda dike, rastî û derewan bêlî dike.
Ji bo Biryara Dadgehê, nivîskar Luqm- an Yûsif hêja ye spasiyê û tîp û bêjeyên wî jî hêja ne xwendinê.
Ebdulhekîm Ehmed Muhemed





BIRYARA DADGHÊ-ŞANO-Luqman Yûsv Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 17, 2018 Rating: 5 BIRYARA DADGHÊ-ŞANO-Luqman Yûsv Dema ku mirov bi jîwarê xwe ve gir- êdayî be û bi êşa welat û gelê xwe mijûl be, mirov dikare j...

هناك تعليق واحد: