Rabindarnath Tagore Helbestvanê Evîn û Suriştê 1861z-1941z-Kovara Pênûsa Azad hijmar- 7- - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 16 ديسمبر 2018

Rabindarnath Tagore Helbestvanê Evîn û Suriştê 1861z-1941z-Kovara Pênûsa Azad hijmar- 7-



Rabindarnath Tagore Helbestvanê Evîn û Suriştê 1861z-1941z-Kovara Pênûsa Azad hijmar- 7-




                                                                   Birahîm Qasim
Ji bo çi Şemala min vemirî ?                                           
Min Şalê xwe girtiyê
Çunkî min xwest ez wê ji bahozê biparêzim
Çima kulîlka min çilmisî ?
Çunkî ez li ser bitirs bûm,
 loma min wê bi hêz bir ber dilê xwe
Çima ava çemî zuha bû?
Çunkî min rûbar danî, da tenê mifayê jê werbigirim
Çima mûyên Tembûra min qetiyan ?
Çunkî min xwest dengê wê xurtir bikim.
TAGORE stêreke li ezmanê cîhanê çirûsk dide, çiriskên wê ronahî û germahiyê dide, û siruştê dixemlîne, muralê hejar û bindestan bilin dike, berû jiyanek bedew û xweş û şîrîn dibe.
Tagore ne tenê helbestvanê gul û kulîlkan bû, belê ew wêjevan û hozanvan, şanonivîs û wênebaz bû, ew fîlosofê avakirina jiyanek wekhevî seranserê cîhanê bû mȋna BÎDBA û GANDHI.
Ne tenê li Hindistanê evîn û xweşiya jiyanê dafirand yan dijî dagirkeran radiwesta, lê li hemû qada cîhanê helbestên wî dibûn nameyên evîndaran û siloganên bindestan .
Rexnegîrê cîhanî ê Firansî ROMAN ROLAND weha dibêje: ``dema tu nêzîkî Tagore dibe ji te weye ku tu di Mêjgehekê de ye, birêz û nermî daxive, û dema tu kûr lê dinere di rûyê wî de tu xwe dibîne beramber mûzîqeyek xemgîn…`` .
Tagore kete dîrokê de ji hemû deriyan ve,  rahişte efsanên Hindiyan ew kirin nameyên raman û hişmendiya mirovahiyê, loma bû simbolek seranserê cîhanê .
ANDRÊ GOOD nivîskarê fransî dibêje ez bawer nakim ku di wêjeya cîhanê de şêweyek xweş û pak wek a TAGORE ku min pê xweş e girî  û hem şad bibim di yek demê de, tişta ku min dikişîne matmayê ew têrbûna helbestên wî ku çawa dikarî pêzanînên Birahmatê ya ku hewqa asteng û aloz,ronî û hêsan bike…
Bavê wî oldarekî zana bû,bandoreke mezin di jiyan û fêrbûna pêzanînên Bengalî di hest û ramanên wî de peyda kirin, da ku wek mirovek serbixwe ligel taybetmendiyek wî di  jiyanê de hebe, loma ew şande welatê INGILÎZ, li wir cara yekem bû ku wêje û hunera beyanî naskir di rêya xwendina hin berhemên wêjevan û nivîskarên mezin, mîna William Shakespeare,John Milton û William Blake û hinên din yên ku paşmayên wan diyar in di rûpelên dîroka wêjeya cihanî de.
Li gor dîtin û têkiliyên wî ên cîhanî pêwistiya miletê xwe nas kir ji bo vî hawî Dibistanek li Shantinkaitanê avakir û paş re ew dibistan dibe Zangoya Hindê.
Ji bo ged û xebata wî a berfereh bo sedm ku yekemîn mirov di Rojhilatê de xelata NOBEL di wêjeyê de werdigre.
TAGORE kul û kederên wî ji mêj ve ne, dema ew çardehsalî bû, ew pêwistî haye û perwerda dayika xwe bû, mixabin  dayika wî çû ber dilovaniya Xuda, ew wek mendalek sêwî, kul û keder pê re jiyan.
Dayê ezê bi rondikên kulên xwe
Ristikên Durr û Mircanan
 Gerdena te bixemlînim
Erê fenera ku şevên tarî
Li pêş min ronî dikir
Îro vemirî
Va ezê kul û derdên xwe
Ji bo xwe hilînim.
Her weha TAGORE nikarîbû bê hêvî jiyana xwe berdewam bike, cihek taybet ji xweşî û şadî di jiyana wî de peyda dibe wek  malxwê bi hevjîn, keç û kuran.
Xweşî hat li ser canê min
Ji hemû aliyên cihanê ve
Ez diramûsim ta jiyan hişyar bibe
Eger Havînê zûka xwe gihand
Hest û bihna xwe bi ciwanî
Bide û berde di hindirê henaseyê de
Mûzika can ku bi ciwanî û bedewiyê diyar bike
Ew hevjîna min e
A ku şemalka min vêxist û ronî da
Derdorê mala min .

 Mixabin şîn û şadî bi êk re heval in, lê para mezin a wî ji şîniyê ye.
Di demek kurt û di pey hev re navbera salên 1902-1918 an, rewşek xirab biser de tê ew jî mirina hevjîn, keç, kurek û bavê wî bû, van bûyeran hema ti nema bû jiyana wî tine bikin, lê wek bîrewerekî bi semax xweragir û bê rawestan, û weha dibêje :
 ``Ev bahoza ku bi ser mala min de hat jin û zarokên min ên wek gul û kolîlkan revandî, li nik min bû qizincek dilovanî da ez bi kêmasiyên xwe agehdar bim da berû pênasiyê ve biçim û binasim ku cîhan ti pê nayê dema tiştekî winda bike`
`.
Her weha wî dizanî ku ew wek guleke pelên wê yekeyek jê diweşin yan jî wek mirina  berhemek gihayî  xwarinê, ser wilê jî ma xweragir bi baweriya wî bi Xuda ê ku bavê wî wek paşma jê re hişt û taybetmendiyek mirovahî jê re çê kir .


GANDHI gelek caran amaje bi straneke wî dikir û digot:
Ez im ew bixûra ku neyê şewitandin
Bihna miska wê dernayê
Ez im ev çira ku vênekeve
 Ronahiyê nade dinyayê
Wek me gotî TAGORE ne tenê Helbestvan bû, lê belê gelek çalakiyên wî ên cûrbecûr hebûn ji bilî wêje, huner, awaz û mûzîkê, wênekar û wênebaz bû xwedî berehemek zor ji tabloyên wêneyan ku hijmara wan bihtirî 3000 tablo  bi şûn xwe de hişit.
Ji mirinê qet ne ditirsa û her demî ew amadebû piştî temenê wî gihişte 80ê salî weha got:
ez dizanim wê rojek bê nema vê xakê bibînim
hêdî hêdî jiyan xwe ji ser canê min bar dike
li hêviya perde li ser çavên min bên raxistin
wilo jî wê Stêr di şevan de biçirisin û bimînin hişyar
ta  elend careke dî xwe berhev bike
her weha jiyan berdewam e wek pêlên derya
dirahêje xweşî û nexweşiyê.
Tagore xwe amade dikir ji dawî jiyana xwe re û ji  mirinê re  xwe dikir xalat,weha pesin dida:
Ezê çi diyarî mirna xwe bikim
Eger da ji derî
Bi min xweşe eger ez peyalek mişt
Ji jiyana xwe pêşwaz wê bikim
Keda hemû mîwên xwe
Berhemên rojên payîz û havînê
Û şeven xwe
Bikim diyar
Bê xelat nahêlim mirin destevale
Ji mala min biçe .
Ji berî mirna wî bi çend rojan nameyek nivîst tê de hêviyên xwe diyar kirin,pêwiste dîrok rêça xwe bughere û xwe nûjen bike da Elendek nû ji rojhilatê  diyar bibe û rojek nû hilê.
Ez rêwî me
Va hat dema çûnê û destevala
Ez rêwî me û dil hêvî me
Balende difirin li ezmana
Ne ji bo herin valahiyê
Lê ji bo xaka welatê xwe a zêrîn vegerin
Erê roja Tagore çû ava lê ronahiya wê ma zindî di mêjo û dîroka mirovahiyê de.
Ey kelek vano
Keleka xwe bajo
Here û têkeve deryan
Durişmê aştiyê bilind bike
Li pêşiya te ye
Berûpê biçe………..

Birahîm Qasim




Rabindarnath Tagore Helbestvanê Evîn û Suriştê 1861z-1941z-Kovara Pênûsa Azad hijmar- 7- Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 16, 2018 Rating: 5 Rabindarnath Tagore Helbestvanê Evîn û Suriştê 1861z-1941z-Kovara Pênûsa Azad hijmar- 7-                                ...

ليست هناك تعليقات: