Çiyayê Kurmênc-Lêkolîn-Xaknîgarî-Dr.Mehemed Ebdo Elî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 16 ديسمبر 2018

Çiyayê Kurmênc-Lêkolîn-Xaknîgarî-Dr.Mehemed Ebdo Elî


Çiyayê Kurmênc-Lêkolîn-Xaknîgarî-Dr.Mehemed Ebdo Elî


Li destpêkê, û dema ku me dest bi vî karî û bi vê lêkolînê kir, tenê me xwast li ser bingeh û wateya navên Xaknîgarî li navça Çi.Kurmênc (Efrînê) rawestin, sedem jî ew bû, ku çend pirtûk li ser mijara navên xaknîgarî û warên şên li Sûryê û li Libnanê hatin weşandin, gelek navên Na.Efrînê jî tê de hebûn, lê mixabin pirek ji wan navan bi şêweyekî ne rast hati bûn şirovekirin, gelek navên ku ji binyata xwe de Kurdî û resen in jî, vegerandi bûn Aramî, Siryanî, Tirkî, Erebî, Farisî … û hwd.
Ji bilî ku ew mijar bi xwe jî mijareke balkêş û giring e, û hêja ye ku mirov pir guh bidê. Çinkî sûdine din jî dê jê hebin, wek: Mirov kane di riya wan re, rewşên navça Çi.Kurmênc di serdemên dîrokî yên têvel de nas bike. Ji ber ku, gelek caran, di riya navên xaknîgarî re, rewşên civakî û nijadî yên navçekê tên nasîn, carina jî ew demên dîrokî ku tê re derbas bûne jî dest nîşan dikin.

Dema ku em di mijara navan de dixebitîn, me pêwîst dît, ku em kurtelêkolînekê li derbarê rewşên xaknîgarî yên tevahî ji Na.Efrînê re bikin. Me ew lêkolîn jî danî destpêka pirtûkê.
Bi tevahî, armanca me ji vê pirtûkê ew bû, ku em van mijarên sereke rave bikin, û van encaman jê wergrin:
Yek: Binavkirinên kevin ên li navça Çi.Kurmênc bidin nasîn. Em bawer dikin, ku ew zanîn dê ji kesên guh didin “zanînên mirovane” re gelek sûdar bin. Me ji bo pêkanîna vê yekê, seredana piraniya gundên navçeyê kir, û piraniya salix û dîmenên wan ên Xaknîgarî yên girig jî dîtin û nas kirin.
Didu: Me beşê diduyan ji pirtûkê, wek lêkolîneke salixdanî ye kurtkirî ji dîmen û pergalên kendûkorî û Xaknîgarî yên berz re danî, û binavkirinên wan ên herêmkî yên resen jî hewaldan.
Sisê: Em bawer dikin, ku di riya wateya navan re, emê kani bin nijadên ku li demên dîrokî gihîştine navçê, nas bikin, û herwiha hin rastiyên dîrokî jî tomar bikin.
Ji bo pêkanîna van mijaran, me sê jêderên sereke bi kar anîn:
1. Jêderên nivîskî, ew li dawiya pirtûkê hatine danîn.
2. Şêniyê navçê û kesên ku guh didin wan mijaran û pê dizanin.
3. Zanîna me ya taybet. Ji ber ku, em jî têra xwe bi rêzimana zimanê Kurdî û veguhastina bêjeyên wî dizanim. Çinkî, lêkolînvanên bilî me jî, ango yên Ereb, Siryan… wan jî şêweya veguhastina zimanî di warê diyarkirina wateyên navan de bikar anîne, me jî wek wan kir, û di hin deran de li şopa wan çûn.
Ma em bêjin, ku:
Mamosteyê dibistanê ya zanîna Xaknîgariyê rêzdar Xalid Dîko, bi têbînên xwe yên hêja, alikariyeke pir baş, ji bo amadekirina beşê yekê ji pirtûkê ji me re kir, û li beşên din jî vegerî.
Her du mamosteyên hêja Mistefa Henan û Siyamend Birîm jî bi hûrnêrînî li tîprêz û lêdana komputerê vegerîn.
Em wan her sê dostan û hemî kesên ku alîkariya me kirine spas dikin.
Hêvîdar im, di vî karî de ser keftî bim.
Dr.Mihemed. E. Elî



Çiyayê Kurmênc-Lêkolîn-Xaknîgarî-Dr.Mehemed Ebdo Elî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 16, 2018 Rating: 5 Çiyayê Kurmênc-Lêkolîn-Xaknîgarî-Dr.Mehemed Ebdo Elî Li destpêkê, û dema ku me dest bi vî karî û bi vê lêkolînê kir, tenê me xwa...

ليست هناك تعليقات: