BAKÛRÊ HELBESTÊ-ARJEN ARÎ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 7 ديسمبر 2018

BAKÛRÊ HELBESTÊ-ARJEN ARÎ


BAKÛRÊ HELBESTÊ-ARJEN ARÎ

PÊSGOTIN: SEDEM weke min qet bawer nedikir ku rojek ji rojan ez ê W mîna helbestkarekî bême naskirin, û ''toqa ''helbestkariya qewmekî bindest dê tekeve stûyê min; amadekirina Antolojiya Helbestan jî qet nedi bîr û bala min de bû.  Sala 1991ê yekem car dema ku min pê li Axa Azad kir,bi qasî ku 14 sal di ser re bihurîne,ew kêlî ji bîra min neçû:Derûnê min bi dîtina  Ala Rengîn re bi derbekêre tevizî.Min xwe wê kêliyê di nava hizr û hestine ku îro jî nikarim binav bikim û vebêjim de dît:Ya rast; sergêjekeke ku min bilerizîne û bi hemû weslên canê min re mêjiyê min jî bitevizîneli min peyda bibû.  Weke helbestkarekî digel ku min xwe tu carî mîna 'kesekî bindest' nedît; bibikarnîna zimanê xwe re, li dû her helbestê ez azadtir dibûm,û weletê min î di rastiyê  de qet qet ,ris bi rist xwe di helbestê vedirist û dibû xakeke yekrû û yekker.  Pistî ku salan da dû salan, bêyî kesek min vexwîne,bêyî ku kesek  min bike mêvan; her sê dîwanên min di destên min de, min berêvarêkê li deriyê Yekitiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê da.   Ku ne sas bim,bîra min min nesehetîne,wê berêvarê kesê ku derî wekir û got,'' fermo'' cîgirê S.Y.N.Kurd Tayê Duhokê kek Mihemed Evdilla bû.Berêz Evdilla,ne bi derûnekî bi sik;bi rûyekî ges û bi bisirîn pêswaziya min kir,bi kesayetên li hola Yekitiyê  rûnistî dame naskirin û telefonek da Kek Hesen Slêvanî:......
 Antolojiya Helbesta Bakûr
* Bakûrê Helbestê 
* Antolojiya Helbesta Bakûr 
* Nivîskar: Arjen Arî 
* Derhênana hunerî: Mesûd Xelef 
* Berg: Rênas Hesen 
* Çapxane:HAWR-DUHOK 
* Tîraj: 750 
* Jimara sipardinê: 1242



BAKÛRÊ HELBESTÊ-ARJEN ARÎ Reviewed by Niviskar on ديسمبر 07, 2018 Rating: 5 BAKÛRÊ HELBESTÊ-ARJEN ARÎ PÊSGOTIN: SEDEM  weke min qet bawer nedikir ku rojek ji rojan ez ê W mîna helbestkarekî bême naskirin, û ...

ليست هناك تعليقات: