Dema ku qada nivîsandinê dibe xal û xarzî! Şêrîn Ebdo - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

Nû
الجمعة، 16 أكتوبر 2026

Dema ku qada nivîsandinê dibe xal û xarzî! Şêrîn Ebdo

Dema ku qada nivîsandinê dibe xal û xarzî!
Şêrîn Ebdo

 


Bêguman, nivîsandin ne tiştekî hêsan e û ne her pênûshilgirek dibe nivîskar, rewşenbîr û helbestvan!

Pênûs nasnameya her nivîskarekê/î bi civak û derdorê dide nasîn û di rêya vê pênûsê re êdî xwendevan dikane nivîsa xweş û ne xweş ji ser hevdi bike der...

Dema ku pênûs di destên zana û rewşenbîr de tevgera xwe bike, nivîskar jî hizir û ramanên xwe di naverokê de biçespîne, helbet mirov dikane tiştine xweş û astbilind bixwîne...

Lê belê, dema ku  nivîsandin di bin bandora nasbûnê de dibe qada xal û xarzîyê êdî wêje û rewşenbîrî hemî berên xwe winda dikin û hin nivîskar jî dê nizanibin ka berê pênûsa xwe ber bi kû ve diçe!

Di vê rewşê de û bêguman xwendevan baweriya xwe jî bi rexinevaniya ku tête kirin namîne û asta naverok û belavokan bi paş dikeve û ew jî wek her kelûpelekê dê were kirîn û firotin, wate ev pênûs dibe alaveke bazarganiyê!

Mixabin ev diyardeya han dihêle ku kesên xwedî pênûsên astbilind têkevin rewşa bêhêvîbûnê, ji ber ku pênûsên bi nirx û hizirbilind bi pênûsên astnizim dihên guhertin û li ser pişta kesên serkeftî ew dihên xelatkirin, li ser ekran, di kovar û komeleyan de jî dibên bilindkirin...

Ev kar bi mixabinî nakeve xizmet û berjewendiya hişmendî û rewşenbîriyê û dê wêjeyeke pûç û binketî ava bike!

Ji bo em xwe ji vê diyardeyê rizgar bikin, divê em rêne baş û bi encam  ji xwe re peyda bikin...

Bi nerîna min hinek xal hene ku em ji xwe re delîve bikin dê hinekî vê diyardeya xal û xarziyê lawaz û pûç bike..

Yek ji wan xalan, divê nivîskar bi xwe li ser rûpelên peywendiyên civakî çalak be û berhemên xwe biweşîne û ne kêmasî ye jî ku bi xwe rikalm û danasînê ji kar û çalakiyên xwe re bike...

Xwe bi rêxistin, dezgeh û komeleyên ne fermî û ne belgekirî girê nede..

Divê tevgereke serbixwe ya rexinevaniyê were avakirin û kesine bi kanebûn, zanabûn û xwedî ezmûn serpereştiya vê tevgerê bikin û li ser bixebitin û

ne şaş e ku mirov komîteyên serbixwe têxe kar û ji bo berjewendiyên giştî têke çalakiyê...

Em li ser pêşxistina nifşên nû kar bikin heta ku ew jî kanibin pênûsên xwe ji bo çirsandin û bilindkirina hin kesan Yan hin rêxistinan neherikînin..

Ji bo bidestxistina hin destkeftiyan an cihine bilind çê nabe em hizirên xwe bifroşin û ji bo berjewendiya xwe her tiştekî bipejirînin...

Em kanibin û erk e li ser milên me ku em rexinevaniya wêjeyî, rasteqîn û ramanî bi rexinevaniyeke çewt û ne dirist neguhêrin û li qada çandî ji bo berjewendiya hin dost, heval û kesayetiyên xwedî ast bi kar nehênin..

Di windabûna rexnekirina  avakî de em mafê pênûsên astbilind li ber çavan bigirin û em nedin dû navûdengî û bidestxistina hinek derfet an piştgirî ji bo em berhemên xwe çap bikin..

Mixabinî ye! Dema nivîskarên xwedî ezmûn, serbixwe û afrêner be û ji ber ku ew ne girêdayî  ti rêxistin û komeleyan in  têne paşguhkirin û nayên xelatkirin..

Erkê me ye, em piştevaniya pênûsên pak û bi ezmûn bikin û li wan xwedî derkevin, lê di Rojhilata Navîn de û bi taybet di  civaka me kurdan de piştî ku nivîskar, helbestvan û hunermendên me xatir ji qada çandî dixwazin em li wan hayî dibin...

Li dawiyê ez hez dikim bibêjim ku  rexinekirin alavek e û ev alav ku bi awayekî  zela, erênî û rast were bikaranîn dê çand û  wêjeyeyek zela ava bibe û xwedîpênûsên afrêner û astbilind dê cihekî baş bistînin û li paşerojê dê ji nifşên nû bibin dibistanan û ji xebata wan sûdmend bin..

Em ne li dijî ti pênûsan in, lê em dixwazin pênûsên bi ezmûn mafê xwe bistînin. 

Dema ku qada nivîsandinê dibe xal û xarzî! Şêrîn Ebdo Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 16, 2026 Rating: 5 Dema ku qada nivîsandinê dibe xal û xarzî! Şêrîn Ebdo   B êguman, nivîsandin ne tiştekî hêsan e û ne her pênûshilgirek dibe nivîskar, ...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: