Şefîq Îsa-wê rojek bê Diwana 1-Helbest - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 7 ديسمبر 2018

Şefîq Îsa-wê rojek bê Diwana 1-Helbest


Şefîq Îsa-wê rojek bê Diwana 1-Helbest

Pêşgotin: Helbestvanê hestnazik Şefîq Îsa ev navnîşan ji yekem berhema xwe re hilbijartiye.Ev berhem di naveroka xwe de komek ji komek ji helbestên rengereng e, ku ji piraniya rengên jiyanê hatine hûnandin mîna helbestên evînî, welatperwerî,civakî,netewî û ji bilî wan.bi rastî berî ez mamoste Şefîq Îsa rû bi rû bibînim wî ji nêz ve nasbikim min di riya helbestên wî re ew nas kir û piştî ez pêrgî wî hatim û rasteqîniya wî min dît,hingî baweriya min bi cî hat û gomanê bar kir ku ev kesayetek hestnazik e û hiş û ramanên wî mijûlî êş û azarên civakê ne. Girêdayin evîna yarê ne,evîna xakê ne her weha evîna cîhan û mirovahiyê bi tevahî ne .ev ji bilî heskirina wî ya bê sînor ji zimanê kurdî re.ev zimanê ku di seranserê dîroka xwe de buye kehnîkek bê zuhabûn ku ji berî Şefîq bi sedan ji helbestvanan,torevan,stranbêjan jê vexwarine,û ta roja îro ev ziman ji gelê kurd re buye navnîşan û dîroka wî parastiye û di nav zimanan de maye zindî.Helbestvan Şefîq Îsa di sala 1967an de li gundê Xuşêniyê li herêma aliyan ku dikeve Kurdistana rojava de ji dayîk buye.Li wir çavên xwe li jiyanê vekirin,û piştî xwendina serete û ta lîsayê bi dawî kirin ewî xwendin berdewam kiriye û bawername ji amojgeha çavdêriyê wergirtiye.rewşa jiyanê bi xweşî û nexweşiyan bi erênî û neyênî bandora xwe li derûniya mamoste Şefîq kiriye uû ewê hişt ku bê deng nemîne û berê xwe bide hûnandina helbesta kurdî ku di riya wê re ramanên xwe bide xuyakirin.ne tenê weha,lê belê ewî berê xwe da nivîsandina gotarê,û lêkolînên girêdayî bi ziman û toreya kurdî jî.dema em li helbestên Şefîq vadgerin ewî karîbû rê li ber reşbîniyê bigire,û nehêle bibe rêgir li pêşiya pênûsa wî. Berûvajî wê ewî bê rawestan seyran di gulîstana wêjeyê de berdewam kiriye, û bi şewazekî şehristanî rewş û rastbîniya neyînî rexne kirine,û di heman demê de buye pesindarê xalên erênî yên bisûde û hêvî li ser wan tên girêdan di pêşerojê de.tevî êş û azaran û astengiyên ku li ser xaka welat berçan in,mamoste Şefîq Îsa maye girêdayê wê xakê û ta roja îro ewî berê xwe nedaye penaberî û koçberiyê ,û ji bo nemîne bê pişk û par ji alîkarî û bizava di ber wêje û zimanê kurdî de ewî di nav endamên YNKS de cih girtiye bi çapkirin û weşana dîwana (wê rojek bê) pirtûkxana kurdî zengîntir dibe,û ez wê li hemî heskerên zimanê kurdî pîroz dikim. LUQMAN YÛSIF QAMIŞLO 2017
Nivîskar:Şefîq Îsa
Navê pirtûkê:wê rojek bê
Hejmara rûpelan:215
Sala belavkirinê:2017
Zimanê Pirtûkê: Kurmançî 




Şefîq Îsa-wê rojek bê Diwana 1-Helbest Reviewed by Niviskar on ديسمبر 07, 2018 Rating: 5 Şefîq Îsa-wê rojek bê Diwana 1-Helbest Pêşgotin:  Helbestvanê hestnazik Şefîq Îsa ev navnîşan ji yekem berhema xwe re hilbijartiy...

ليست هناك تعليقات: