BERSIVÊN WÊREK
Merwan
Berekat
"A"
Ji min re
gotin:
Emê te
bişewitînin.
Min got:
Xaliya kayê jî
carekê ji bayê çiyayê me re gotibû, ezê te bereba bikim!!
"B"
Ji min re
gotin:
Emê pênûsa te
pûç bikin.
Min got:
Dûyê pixîrekê
jî carekê ji royê re gotibû, ezê te kor bikim!!
"C"
Ji min re
gotin:
Emê te erzan
bikin.
Min got:
Qalikê pîvazê
jî carekê ji zêr re gotibû, ez ji te buhatir im!!
"Ç"
Ji min re
gotin:
Tu ne tișt î.
Min got:
Çeqelekî gurî
jî carekê ji şêr re gotibû, bavê min berî te mîrê vê daristanê bû!!
"D"
Ji min re
gotin:
Tu bê welat î.
Min got:
Konekî dirî jî
carekê ji keleheke welatê min re gotibû, ez ji te șaristanîtir im!!
"BA"
Ji min re
gotin:
Em ji we
zanatir in.
Min got:
Ehmaqekî jî
carekê ji Afleton re gotibû, tu nizanî ker çima dizirin!!
"CA"
Ji min re
gotin:
Navên zarokên
we ne xweș in.
Min got:
Mankerekê jî
carekê ji xezalekê re gotibû, navê te ne li gorî xweșkbûna te ye!!
"ÇA"
Ji min re
gotin:
Hûn xwedanenas
û agirperest in.
Min got:
Xwenenasekî jî
carekê ji Zardeșt re gotibû, ji kalkê min re nimêjê bike dê garanek çêkek bide
te!!
"DA"
Ji min re
gotin:
Hûn çiyayî û ne
bajravanî ne.
Min got:
Bapîrên me
digotin, li bilndahiya çiya mirov dibîne ku çawa tarî ji ber ronahiyê direve.
***

ليست هناك تعليقات: