Çend peyamên pîrozbahiyê bo Kongirê çarem yê Yekîtiya Kurdistan Sûriya
Peyama
Pîrozbahiyê ji Seyda Goyan lêkoler û
folklornas, xudanê mûzexana Goyan li Bakurê Kurdistanê
Ji bo hemû
nivîskar, helbestvan, lêkolîner û çandparêzên beşdarê 4. Kongreya Nivîskarên
Rojavayê Kurdistanê ji Bakûr, Navçeya Goyan silav û rêz.
Pirtûk, nivîs û
ziman bingehên hebûna neteweyek in. Nivîskar bi qelemê xwe tenê çîrokan
nanivîsin; ew bîranîn diparêzin, rastî tomar dikin û ronahiya hêviyê ji nifşekê
re diguhezînin. Em hêvî dikin ev kongre bibe cihê yekbûn, fikirê azad,
afirînerî û xebata hevpar ji bo pêşvebirina ziman, edebiyat û çanda Kurdî.Ji bo
hemû beşdaran serkeftin û encamên baş dixwazim. Bila qelem her dem bi rastî,
azadî û hêviyê re bimeşe.Bi rêz û silavan.
Peyama Pîrozbahiyê ji Malbata
xwedê jê razî (MÛSA ZAXURANÎ)
Endazyar Çiya Mûsa Zaxuranî
Hewlêr – Herêma Kurdistanê
Bo Serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana – Sûriyê Bi bûyera
Kongreya Çaremîn
Bi rêz û hurmetên taybet, em pîrozbahiyên xwe yên germ û dilsozane
pêşkêşî Serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana – Sûriyê, endamên kongreyê û
hemû nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd dikin, bi bûyera lidarxistina
Kongreya Çaremîn.
Em bawer in ku ev kongire dê bibe qonaxeke nû ya xebata çandî û
edebî, û dê bi canê berpirsiyarî û hevkariyê alîkarî parastin, pêşxistin û
belavkirina ziman û edebiyata kurdî bike.
Di vê bûyera girîng de, em ji bo we
serkeftin, tenduristî û serfiraziyê dixwazin, û hêvîdarin ku biryar û
encamên kongreyê di xizmeta çand, edebiyat û berjewendiyên gelê kurd de bibin
çavkaniya gelek destkeftiyan.
Her bijî nivîs û çanda kurdî. Her bijî yekîtî û hevkariya
nivîskarên kurd.
17.07.2026
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Herêma Kurdistanê-Duhok
bi destûrî navê Xewdê
bo Yekêtîya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Silav û rêz
bi navê Bingehê
Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî em cwantirîn pîrozbahya arastey heweyên hêja
dikin bi helkefta bestina kongirê we yê çarê hêvîdarin li keş û hewayekî azad
de desteya nû bi hête helbijardin ji bo xizmeta berjewendyên bilind yên Gel û
Welatê me û bilind ragirtina bihayên pîrozên Mirovayetyê….silavên germ yên me
qebûl bikin
Desteya Nojdarên Kurdistan Sûriya
Herêma Kurdistanê
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi navê Desteya Nojdarên Kurdistan Sûriya li Herêma Kurdistanê...
Bi bûneya lidarxistina kongireyê 4 yê Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistana Sûriya, em pîrozbahiyê li wan dikin û hêviya serkeftinê û
berdewamiyê ji wan re dixwazin û bi encamin serbilindan e, pêşketinek berçav di
warên edebî û rewşenbîrî de ji bo bi hêzkirina armanca pirsa gelê me...
Her hebin û bila her pênûsa we dengê rastiyê û azadiyê be.
18.07.2026Z -
2726K
Birûskeya pîrozbahiyê ji Rêveberiya Çalakiyên Wêjeyî / Dihok ser bi
Rêveberiya giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ve
Bo/ serok û endamên desteya nû ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriya
Bi navê Rêveberiya giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî li Parêzgeha Duhokê
/ Rêveberiya Çalakiyên Wêjeyî, germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan arasteyî
hewe yên qedirgiran û sercem endam û layengirên Yekîtiya hewe ya têkoşer dikin,
bi helkefta serkeftina bestina kongirê hewe yê çarê û hilbijartina desteya nû
ya kargêrî.
Bê guman, bestina evî kongireyî di evan dem û qonaxên hestiyar de,
nîşana berdewamî û zindîbûna pênûsa kurdî ye, em hêvîxwaz in ev desteya nû bibe
palderekê bihêz ji bo geşekirin û pêşvebirina karwanê rewşenbîrî, edebî û
hişyariya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê û sercem parçeyên Kurdistanê.
Destxweşiyê li kar û xebata hewe ya pirî serwerî dikin di parastina
ziman û nasnameya kurdî de, û hêviya serkeftinê û berdewamiyê ji bo kar û
projeyên hewe yên dahatî dixwazin, her dem serkeftî û berhemdar bin.
****
Peyama Pîrozbahiyê
ji Seîd
VEROJ /Amed
Ji Kongireya
4an a Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ra
Endamê rêzdar ên Dîwana Kongireyê!
Hemû rêvebir û endamên hêja yên Yekîtîya
Nivîskarên Kurdistana Sûriya!
Ji bo vexwendina we ya Kongiryê gelek sipas
dikim. Min pir dixwest ku di nava civata we hêjayan de bibim, lê mixabin rewşa
min a taybet nemisaîd bû ku tevlî civata we hêjayan bim. Dubare bexşandina xwe
dixwazim û ji Amedê ve heta Qamîşlokê silavên germ pêşkêşê we berêzan dikim.
Dixwazim bi çend rêzikan hest û ramanên xwe
pêşkêşê we bikim. Li ser beşekî girîng ê Sûriya îroyîn, hebûna milletê Kurd
digîje bi hezaran salên berê ku li vî erdî bapîrên me yên Hûrî, Mîtanî û paşê
jî Madan hûkim kirine û paytextê wan jî Waşokanî (Serê Kanîyê) bûye.
Di destpêka sedsala 20an de, bi Peymana
Sykes-Picotê, Kurdistan jî di nav de beşekê mezin ê erdê Împeratorîya Osmanî
hate parvekirin û di encama Şerê Giştî yê Cîhanê de gelek dewletên nû hatin
damezrandin ku heta wê gavê di dîrokê de dewletên weha tune bûn. Sûriya Îroyîn
a ku di bin mandaterîya Fransayê de hate damezrandin, yek ji wan pêkhateyan bû
ku heta wê gavê pêkhateyek sîyasî ya bi vî navî li herêmê tune bû. Di pêvajoya
damezrandina Sûriyayê de, ji destpêka salên 1919an bigre heta salên 1947an
Kurdan bi tevî Ereb, Fille û komên etnîkî yên din ên li ser vî erdî bi awayekî
çalak û girseyî cî girtine û bedêlê giran dane. Wê demê, daxwaza miletê Kurd ew
bû ku ji bo Kurdên li Sûryayê xudmuxtarî an jî otonomî bête qebûlkirin. Lêbelê
piştî ku hikûmdarîya dewleta Sûrîya kete destê partiya nijadperest a Beasê,
peyderpey hemû mafê rewa yê miletê Kurd hate qedexekirin û li Rojavayê
Kurdistanê dest bi avakirina “Kemera Erebî” kirin.
Di pêvajoya êrîşên DEAŞê û li hemberê dîktatorîya
Rejîma Beasê û malbata Esad jî milletê Kurd bedêlekê gelek giran da. Di encamê
de Rejîma Beasê têkçû, îro di Sûryayê de bi piştgirîya hêzên gewre yên
navneteweyî hikumetekê nû çê dibe. Nifûsa Kurdên li Sûriyayê kêmtirîn bi qasê
nifûsa xelkê Filîstinî ye. Hêvî dikim sazî û dewletên gewre yên navneteweyî û
herêmî, mafên ku ji xelkê Filîstinê ra rewa dibînin ji bo Kurdên li Kurdistana
Rojava jî rewa bibînin.
Gotina min a dawî ev e; rewşenbîr û nivîskarên
neteweyek wijdana wê neteweyê ne û rêberê wê ne, divê her dem ji dûrê hesabên
partîtî yên demkî û sîyasî, bêyê bidestxistina mewqîyên şexsî parastina mafê
rewa yê serwerî û azadîya miletê Kurd bikin.
Dubare silavên germ li hemû rêvebir, endam û
mêvanên Kongireyê dikim û di xebata we de serkevtinê dixwazim.
18.07.2026
***
Pîrozbahiyek ji Mamosta Bekir Topgider, kesayetiya siyasî û civakî
ya Bakurê Kurdistanê deqê peyama
pîrozbahiyê
Ji bo Kongirê Çarem yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê
Hevalên hêja,
Berî her tiştê bo vexwendina we ya dilsozane gelek spas dikim.
Mixabin, ji ber erkên din ên rêxistinê, me, ez nikarim di roja
Kongirê Çarem de beşdarî civîna we bibim.
Bi vê derfetê, Kongirê Çarem a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriyê pîroz dikim û ji dil we serkeftinê ji kongreyê û ji hemû xebatên we yên
pêşerojê re dixwazim. Hêvî dikim ku ev kongre bibe gavekî girîng ji bo yekîtî,
pêşketin û xizmeta edebiyat û çanda Kurdî.
Bi silav û rêz,
Bekir Topgider
----------------
Peyama Pîrozbahiyê ji Dr. Mehdî Kakayî bo Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistana Sûriyê
Spas Kak Ezîz,
ji bo vexwendina te ya. Wekî ku tu dizanî, ez Kurdistanî im, û ez bawer dikim
ku Kurdistan ji aliyê çend welatan ve hatiye dagirkirin. Ji ber vê yekê, ez
lêborînê dixwazim ku ez nikarim beşdarî Konferansa we bibim. Ez pêşniyar dikim
ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê were damezrandin ku hemû herêmên Kurdistan
bigire nav xwe, bi liqên li her herêmê (Rojava, Başûr, Bakûr, Rojhełat,
Ermenistan û Azerbaycan, û dîasporaya Kurd a li derveyî Kurdistanê). Ev avahiya
rêxistinî dê bibe alîkar ku nasnameya Kurdî were parastin, ku beşek girîng a
têkoşîna Kurdan ji bo rizgariya gelê Kurdistan û serxwebûna welatê wan e. Divê
Kurd bi vî rengî xwe birêxistin bikin, mîna rêxistinên pîşeyî, sivîl, werzîşî û
hunerî, da ku têkoşîna Kurdistan bikin yek, dengê gelê Kurdistan bikin yek û
nasnameyeke Kurdistanî ya serbixwe pêşkêşî civaka navneteweyî bikin. Ez ji
konferansa we re serkeftinê dixwazim. Bi rêz û hurmetên min.
Peyama pîrozbahiyê ji Mihemedsalih Qadirî-Rojhilatê Kurdistanê
bi minasebeta çaremîn
kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyeyê
Birêzan, bi boneya çaremîn kongreya Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistan-Sûriyeyê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî rêveber û
nivîskar û kedkarên saziya we dikim.
Hewldan û têkoşîna we ya bêwestan di warê nivîsandina babet û
şiroveyên hûr û berpirsyarane de, û çalakiyên we yên berbiçav di tora civakî
de, cihê giringîdan û destxweşiyê ne. Hêvîdar im hûn her tim bi dilsozî û
wefadarî di xizmeta zimanê kurdî û doza rewa ya netewe û niştiman de berdewam
bin û wekî platformeke pêbawer û dengekî rastgo yê civaka me bimînin.
Ez hêvîdar im hûn li ser vê rêbaza bilind berdewam bin û salên bê,
bi serkeftin û geşedaneke zêdetir gavan bavêjin.
Birayê we: Mihemedsalih Qadirî
18/07/2026z
****
Birûska Pîrozbahiyê ji Şemal Akreyî Sernivîserê Kovara Metîn
Bo/ Desteya Rêveber a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Silav û rêz,
Bi germî û rêzeke mezin, em bi navê Sernivîser, Desteya Nivîsînê û
tevaya stafê Kovara Metîn, pîrozbahiyên xwe yên herî gerim û dilsozane arasteyî
we, endamên vê Yekîtiya birêz û hemû nivîskar û ronakbîrên Kurd li Kurdistana
Sûriyayê dikin, bi helkefta girêdana Kongireyê we yê 4ê.
Girêdana vî kongireyî di vê qonaxa hestiyar de, nîşana berdewamî,
vîn û xebata we ya pîroz e di parastin û pêşvebirina ziman, edebiyat û çanda
Kurdî de. Yekîtiya we her dem weku pireke rewşenbirî ya giring di navbera
nivîskar û pênûsên azad de maye.
Em hêvîdar in ku biryar û raspardeyên Kongireya 4ê bibin xaleke nû
bo geşbûna zêdetir û xizmetkirineka pêtir a doza rewşenbirî û neteweyî, û bibin
palder bo geşkirina pênûsên nû û parastina nasnameya me ya çandî.
Her serkeftî û pênûsên we her herikbar bin.
Duhok
18.07.2026 Z
Peyama Pîrozbahiyek ji Mamosta Bekir Topgider, kesayetiya siyasî û
civakî ya Bakurê Kurdistanê
Ji bo Kongirê Çarem yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê
Hevalên hêja,
Berî her tiştê bo vexwendina we ya dilsozane gelek spas dikim.
Mixabin, ji ber erkên din ên rêxistinê, me, ez nikarim di roja
Kongirê Çarem de beşdarî civîna we bibim.
Bi vê derfetê, Kongirê Çarem a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriyê pîroz dikim û ji dil we serkeftinê ji kongreyê û ji hemû xebatên we yên
pêşerojê re dixwazim. Hêvî dikim ku ev kongre bibe gavekî girîng ji bo yekîtî,
pêşketin û xizmeta edebiyat û çanda Kurdî.
Bi silav û rêz,Bekir Topgider
****
Ebdulezîz
Mihsin Berzanî Serperiştê giştiyê Tora dilsozên Berzanî
بۆ / كونگرێ (4)ێ یێ ئێكەتیا نڤیسكارێن
كوردستانا سوریێ-بەرێز
بابەت/ پیرۆزباهی
سلاڤ و رێزگرتن:
ئەم ل تۆرا دلسۆزێن رێبازا بارزانی پیرۆزباهیێن
گەرم ب هەلكەفتا گرێدانا كونگرێ (4)ێ یێ ئێكەتیا نڤیسكارێن كوردستانا سوریێ ل هەوەیێن هێژا دكەین و دەستخوشیێ ل وە دكەین و
خرڤەبوون و گرێدانا كونگرەی د وێ رەوشێ دا نە كارەكێ ب ساناهیە، ئیرادەو باوەریەكا
بهێز دڤێت .لێ هەر دەمێ نڤیسكارو رەوشەنبیران ڤیا ببنە هێزا راستەقینەیا مللەتێ خۆ
هیچ هێزەك نەشێت رێكێ ل وان بگریت. لەورا هیڤیا مە ئەوە دانوستاندنێن گەرم د ناڤ
كونگرەی دا بهێنەكرن و ب دەنگێن بلند و ب قەلەمێن زێرین داخوازا مافێن رەوایێن گەلێ
كورد ل رۆژئاڤایێ كوردستانێ بكەن. دیسان خالێن بهێزو لاواز دەستنیشان بكەن و بێژنە
حەقیێ حەق.بێژنە نەحەقیێ نەحەق. هەر دیسان هەر دەستخوشیێ ل كەدو خەباتا دەستەیا ڤێ
ئێكەتیێ دكەین و پێش وەختەژی پیرۆزباهیێ ل دەستەیا نوی دكەین. هیڤیدارین ستافێ نوی
ببیتە دەنگێ حەقیێ گەلێ كوردستانێ. دوبارە كونگرێ هەوە پیرۆز دكەین و هەر سەركەفتی
بن
د گەل رێزگرتنێ
عبدالعزیز محسن بارزانی
سەرپەرشتێ گشتیێ تۆرێ
١٨ـــ٧ـــ٢٠٢٦
المكتب السياسي
للحزب
الديمقراطي الكردي في سوريا ( البارتي)
الأخوة الأعزاء
في اتحاد كتاب كردستان سوريا
تحية طيبة ...
بمناسبة انعقاد مؤتمركم
الرابع يسرنا أن نتقدم إليكم باسمنا واسم
الأستاذ نصرالدين إبراهيم سكرتير حزبنا الحزب الديمقراطي الكردي في سوريا (
البارتي ) بأحر التهاني وأجمل التبريكات , آملين لكم الموفقية والنجاح في رسالتكم
الحضارية .
إن الكلمة
الهادفة والقلم الحر لهما دور محوري في تقدم
المجتمعات وتحضرها , ولا سيما في ظل المرحلة المصيرية التي يمر بها شعبنا
الكردي , فالكتاب والمثقفون والأدباء مطالبون اليوم أكثر من أي وقتٍ مضى للدفاع عن
قضايا شعبهم , وإبراز الوجه الحضاري والإنساني لهذا الشعب المتحضر والمسالم ,
والذي تعرض تاريخه وثقافته للكثير من التشويه والتحريف والاندثار , جراء السياسات
العنصرية والشوفينية الممنهجة التي اتبعتها الأنظمة المستبدة , ناهيكم عن الدور
الكبير الذي بمقدوركم أن تلعبوه في نشر ثقافة التسامح والمحبة بين أبناء شعبنا ,
وسائر المكونات في المنطقة .
مرة أخرى تقبلوا
تهانينا الحارة
قامشلو في 18 / تموز / 2026م
المكتب السياسي
للحزب
الديمقراطي الكردي في سوريا ( البارتي)
Peyama pîrozbahiyê ji Malbeta Adilê Emerê Sêvdîn
Xwîşk û birayên hêja di Yekîtiya Nivîskarên kudistana Sûriyê de
Bi navê malbata helbestvanê kurd Adilê Emerê Sêvdîn em pîrozbahiyên
germ ji we re dişînin ji bo lidarxistina kongerya we ya çaremîn.
Em hêvîdar in hûn serkeftî bin û em ked û karê we bi rêzgirtin
dinerxînin.
Hêjayî gotiniye ku hejmarek baş ji we dizanin ku Helbestvan Adil û
li ser daxwaza hin hevkarên we li başûrê Kurdistanê ew li ser saxiya wî wek
endamekî rêvebir yê rûmetê hilbijartin û ew bi vê endametiyê şanaz bû.
Bijî kurd
Bijî Kurdistan



ليست هناك تعليقات: