Desteya Nivîsîna Kovara Pênûsa Azad yadî koça dawî ya Helbestvan EBDULHELÎM EBÛ ZÊD li bîr tîne. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 10 يوليو 2025

Desteya Nivîsîna Kovara Pênûsa Azad yadî koça dawî ya Helbestvan EBDULHELÎM EBÛ ZÊD li bîr tîne.

Desteya Nivîsîna Kovara Pênûsa Azad yadî koça dawî ya Helbestvan EBDULHELÎM EBÛ ZÊD li bîr tîne.

Pênûsa Azad-H-21


Li gundê Ebû Zêd yê li başûrî bajarê Qamişlo dikeve, Ebdulhelîm Ebû Zêd di sala1955an de ji dayîk bû.

ji biçûkaniya xwe de guh pêl dikirin ser çîrok û salfey- ên dayîk û dapîra xwe,û di qunaxa xortaniyê de ewî gelek dem di guhdariya serpêhatî û salfeyên ku di riya çîrokzan û dengbêjan dihatin gotin û sitirandin dikir.

Ebdulhelîm Ebû Zêd yê bi navê bavê Gernas navdarbû xwen- dina xwe ya sertayî li gundê Til Erbîd bi dawî kir û ya navîn û lîsa li dibistanên bajarê Qamişlo.

Piştî ewî çend sal leşkeriya neçar bi dawî kirin,ewî çend salan wek karmend li ba dewletê xebitî,lê ji ber xebata wî ya bi rêxistinî weku endam di nav tevgera Kurdî ya siyasî de bi biryarek ewlehî ew ji kar hat des- tkişandin û bi dûrxistin,û bi sedema xebat û çalakiyên wî ew hate binçavkirin û tûşî eşkencê di hat.

Nivîskar bavê Gernas bê rawestan xebat û çalakiyên xwe yên di ber doz û wêjeya Kurdî de berdewam kirin û ji ber ew bihtir ji zimanekî daxivî (Kurdî,Erebî, Aşûrî) ev yek pê re bû alîkar ku ew xwe noqî derya wêjeya xwediyên van zimanan jî bike.

Ewî di gelek kovar û rojnamayên Kurdî û Erebî de nivî- siye mîna:

Metîn,Ecras,Dîlok,Peyv,Aso,Pirs,Mewasim,Gelawêj,û  Gulan.

Ebdluhelîm ebû Zêd ji damizrênerên Yekîtiya Nivîskar ên Kurdistana Sûrya bû,û ta dawiya jiyana xwe ew m- abû razgirê şaxê Qamişlo yê Yêkîtiyê .

Berhemên wî yên ne çapkirî bi deha ne û ji wan Alfab- aya Kurdî,lê mixabin bi sedema rewşa wî ya tenderû- stî ewî nikarîbû bihtirî dîwanekê bi sernavê Ger çap bike û yên destnivîs di pirtûkxaneya wî de li benda derfeta çapê ne.

Ebdulhelîm Ebû Zêd bi sedema kêşeya dil di roja 8ê meha 10an de ji sala 2019an de di nexweşxaneyekê ji yên bajarê Qamişlo çû ber dilovniya Xweda û li goris- tana Qudûrbek bi xakê hate sipartin. 

Desteya Nivîsîna Kovara Pênûsa Azad yadî koça dawî ya Helbestvan EBDULHELÎM EBÛ ZÊD li bîr tîne. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 10, 2025 Rating: 5 Desteya Nivîsîna Kovara Pênûsa Azad yadî koça dawî ya Helbestvan EBDULHELÎM EBÛ ZÊD li bîr tîne. Pênûsa Azad-H-21 Li gundê Ebû Zêd yê li...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: