BÛKA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ LEYLA QASIM.(1952-1974( SEÎD YÛSIF. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 4 مايو 2024

BÛKA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ LEYLA QASIM.(1952-1974( SEÎD YÛSIF.


BÛKA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ

 LEYLA QASIM.(1952-1974(







SEÎD YÛSIF.

 sala, 1974 ê de, ez şagirt bûm li Dibistana,"Dar al mûellimîn. li bajêrê Humsê li Sûrya yê.

Ew Medrese dihat naskirin, weke  peymangehekê, ji bo

Amadekirina, mamosteyan.

Boneya vê gotinê, ez tekez dikim ku xweš tê  bîramin, bicih û war, darvekirina Leyla di wê mehê de. Ji ber ku ew kiryareke, gellekî şerm bû, û bûyerek, pirr mizin bû, loma Dengvedaneke berfireh di rojhilata navîn de belavkir, çimgî ew  yekemîn car bû, di wê hingê de darvekirina keçekê bi sedema karê siyasî.

Jiyana leyla :

Bûka kurdistanê , çîçeka perwerîyê Nayê çilmisandin, heyva asîmanê Kurdistanê. her sal di meha gulanê De, ronahiya wê çirûskan vedide.

LEYLA di /27/12/1952/an de. Ji Dayik bûye li bajarê xanqînê, li Başûrê kurdistanê.

Di nava malbateke kurdên feylî de jiyana xwe dest pêkiriye .

Bavê wê karker bû di Fîltera (misfat) a pitrola xanqînê de.

Leyla bi malbata xwere li xanqînê jiyîn dibû, ta ku xwendin a xwe ya Dest pêkê û ya navendî, Bi dawî Anî. Weke tê gotin ew û xweh û Birayên wê pirr zîrek bûn di Xwendin a xwe de .  

Piştî bavê wê xanenîşîna xwe  Stand, ew malbat koçî Bexda yê, Dibin paytexta Îraqê, û li wê derê Niştecîh dibin.

Leyla, di sala (1970).ê  de. Bû Endama Partiya (pdk). Loma dest bi karê siyasî jî dike, di ber mafê Netewî yê milletê kurd, û Rêzgariya, kurdistanê. dijî hovîtiya Desthilata ba'sê şofînî û faşist.

Ji bilî vî karî ew bi hêvî bû ku Kovarekê çap bike û biweşîne.

Di sala (1971) ê de. Leyla xwe Tomarî kolêja wêjeyî dike, perçê Civaknasiyê, (sosyolocî). Di zankoya Bexda yê de. Lê belê ew karê xwe Yê siyasî jî berdewam dike, di nav Xalek, hevalên xwe de.

Yek ji wan birayê wê bû, û yek jî  Xwestiyê wê bû. lê mixabin xuya  Bû ku di bin çavdêriyê de bûn, ta Ku hatin girtin li ser destê hêzên Ewlehî, yên rejîma Îraqê.

Di bin tariya şeva reş de, ji niška ve Mala Leyla dorpêç kirin, û ji Hundirê malê ew hate kişandin.

Di /29/4/1974/an de. Leyla oxir Xwest ji malbata xwe, û qet nema Bi saxî  vegeriya.

Tenê hat avêtin di binê zindana Çargoše, ya dijminê setemkar û Bêbext.

Di wê zindanê de, Leyla gelek êş û Azar û lêdan dîtin,  li ser destê Zebenîyên bê ol û bê  bawerî, ew Gewdê nazik, gellekî îskence û Lêdan dît.

Lê belê çiqas dijmin bi gef û lêdan, Û azarên xwe yî bê hempa, û hewil Kirin, ku vîna Leyla bişkînin, Leyla Hîç serê xwe ji wan re danexist.

Û ti agahî li ser heval û partiya xwe, Radestî dijminê xwe nekir.

Ta ku Seddam Husên û wezîrê wî yê hundir bi kesayetîyên xwe, Dîdarî pêre kirin, û kef lê kirin ku Wê bikujin, tevlî bav û dayik û Xwehên wê.

Yan jî  gotin em amadene ku tu çi Bixwaze, emê bidin te heger, tu  ji karê  siyasî, xwe vekşîne.

Lê Leyla bersiva wê ew bû, ku can û Ça'vên xwe, fîda dike bo kurdistan.

Leyla  tawanbar bû ji alî rêcîma Šofînî û dadgeha wê, ya bêbext. Bi Tometa terorê, û tometa Bombekirina, zankoya Bexda yê, û Hem bombekirina balefirxaneya  wê.

Piştî di /12/rojan, Leyla hat Cezakirin, bi darvekirinê.

Serokê îraqê wê demê Ahmed Hesen Bekir bû, emze nekir, ser vê Biryarê, ji ber ku ew  keçe.  lê Sedam Husên, xwe kir berpirsiyarê, Vê cezayê, û ew neçar kir bo Emzekirinê.  

Bi vê kiryara reš û şerm û bê rewa Û ne yasa, Leyla bû yekemîn jin, di Dîroka rojhilata navîn de, di wê Çaxê de, ku biryara darvekirinê lê Hat birrîn.

Ew kiryara şerm dibe xalek reş di Dîroka reş de, ya dijminan de.

Berî serdana dawî ya malbata wê , Leyla ji wan xwest :  fistanekî nûh, Ji ber ku ewê bibe bûka kurdistanê, Loma divêt bû bi rewşek xweşik bin Ax bibe.

Leyla ser dawî, hinek porê xwe birrî Û radestê xuşka xwe kir, weke Bîranînekê.

Tê gotin dema Leyla berê xwe dide, Werîsê darvekirinê, ew bi navê Kurdistanê bang dike, û sirûda Netewî "EY REQÎB" dibêje.

Di /12/meha gulanê de sal /1974/an de, Leyla dibe bûka Pakrewanên KURDISTANÊ .  

Cenaze yê wê radestî malbata wê Dibe, û bi alaya kurdî tê pêçan, û li Goristana Selam li bajarê Necef, Hat veşartin.

Dûrî bajar û şûn warê wê.

 Bštî vê bûyera, hovîtî gellek jinên kurd, yên ducan, û yên keç anîn, Navê keçên xwe kirin LEYLA.  

Bi hezaran, û li hemî perçeyên Kurdistanê.

Gelek helbest jî hatin nivîsandin, ji Aliyê helbestvanên kurd  weke, Ceger Xwîn, û Seyda yê Tîrêj, û Hêmen Hemwendî.  Û gelek stran jî Hatin gotin, ji aliyê hunermendan  Weke nemir Aram Tîgran û Şivan Perwer,û nemir Seîdê Gabarî û Nemir,  Mihemed Şêxo..

Û ji bilî gotaran, û ahing û bîranînan, her sal ku tên vejîn.

Hezar hezar dilovanî, bo canê Šehîda kurd û Kurdistan LEYLA QASIM.

Rûreşî û şermezarî, ji bo dijminên, kurd û Kurdista .

4/5/2024.

 

 

 

 

BÛKA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ LEYLA QASIM.(1952-1974( SEÎD YÛSIF. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2024 Rating: 5 BÛKA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ   LEYLA QASIM.(1952-1974 ( SEÎD YÛSIF.   sala, 1974 ê de, ez şagirt bûm li Dibistana,"Dar al mûellimîn. ...

ليست هناك تعليقات: