QALIBÊN HELBESTA KILASÎK Walî Bedelpûr - Ûrmiye - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 10 مارس 2024

QALIBÊN HELBESTA KILASÎK Walî Bedelpûr - Ûrmiye

QALIBÊN HELBESTA KILASÎK

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê



Walî Bedelpûr - Ûrmiye

Li gor belge û helbestên nivîskî ku destê me de mane helbesta kurdî bi Elî Herîrî destpê dibe û bi hatina Cizîrî û Xanî xurt dibe û heya îro li nav hemû dewerên kurdnişîn de didome. Dema em basa helbesta kilasîk dikin em ji alî şikl û sûretê helbestê ve li helbestê dinêrin û wate û derûniya helbestê ne pirr girîng e, yanî em tenê qala helbestên kevnar yên ku zêde olî û irfanî ne nakin û her helbesta ku taybetmendiyên helbesta kilasîk berçav bigire di nav mijara me de cih digire, niha wate dixwaze ol û irfan be, dixwaze evîn be, dixwaze mijarên nûjen û modern bin yan her mijareke din. Helbesta kilasîk gelek qalibên taybet bi xwe hene ku hinek ji wan zêdetir hatîne bikaranîn û zêdetir nasiyar in. berî em biçin ser qalibên helbesta kilasîk em ê bizanin ku helbesta kilasîk ji kîjan pêkhateyan pêk hatiye.

1. PÊKHATEYÊN HELBESTA KILASÎK

1.1. RÊZIK (MISRE’I)

Kurttirîn û piçûktirîn pêkhateya helbestê ye û bi tena serê xwe nikare were. Di helbesta kilasîk de du rêzik gel hev malikekê çêdikin. Dawiya her rêzika cot jî bi redîf yan qafiyeyê diqede.

Mînak: (Şêx Evdirehmanê Axtepî)

Pur hezîn im, dûridest im, xurbetê dil kir kebab (Rêzika yekem)

Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab (Rêzika duyem)

 (Seydayê Tîrêj)

Bes e cilka xewê bavê, li te şerm e tu razabî (Rêzika yekem)

Bizane ku cîhan dewr e, divê her dem tu pê ra bî (Rêzika duyem)

1.2. MALIK (BEYT)

Kêmtirîn pêkhate ye ku dikare bi serê xwe helbest bête hesibandin û helbest dikare tenê yek malik jî bibe. Malikek ji du rêzikan pêk tê û çawahiya hatina qafiye û redîfê di dawiya malikan de qalibê helbestê diyar dike.

Mînak: (Melayê Cizîrî)

Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e îd

Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzil beîd

(malika yekem)

Her seher dinhêrim ez cana bi ahan ra ji dil

Barek-el-barî bi îs’adin eleyha yewme îd

(malika duyem)

Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî

Înne kelben basîten dehren zîra en bîl wesîd

(malika sêyem)

1.3. REDÎF

Bi peyvên hevwate û wekhev ku di dawiya malikan de tên redîf tê gotin. Hebûna redîfê di helbestê de ne îcbar e û bi heskirina helbestvan redîf dikare hebe yan nebe. Dema helbestekê de redîf hebe dibe peyvên pêş redîfê de tên hevqafiye bin, yanî redîf bê qafiye û bi tenê nikare were.

Mînak: (Ehmedê Xanî)

Serwa me bi zerzeng û hezar îşwe û meş hat

Aşiq kirin ehya li reqîban ku nexweş hat

Sunbul kemilandin gul û lale xemilandin

Reyhan şitilandin li roxan taze binefş hat

Ten der ve nebû qet nedida bexti guşadek

Rû da me şukur keibeyê talii ku du şeş hat

Di vê helbestê de peyva Hat wek redîf hatiye bikaranîn û her wek tê dîtin peyvên beriya wê hevnewa û hevqafiye ne.

1.4. QAFIYE

Bi peyvên hevnewa ku herî kêm du tîpên wan yên dawîyê weke hev bin û di dawiya malikan de tên qafiye tê gotin.

-         Nîşanên pirjimariyê ku dawiya navdêran we dizeliqin nikarin weke qafiye bêne hesibandin. (Mînak sêvan û destan û berxan ne hevqafiye ne)

Mînak: (Tehsîn Doskî)

Cejn e û alem hemû rabûne keyf û xwoşiyê

Bes dilê jar û reben yê kevtiye bêhoşiyê

1.4. NEWA (Wezn / Kêş)

Çawahiya rêzbûna kîteyên kurt û dirêj û rîtm û awaza ku di her rêzika helbestê de heye newaya helbestê diyar dike û di helbesta kilasîk de newa û kêşa hemû rêzikên yek helbestê dibe mîna hev be. Mînak tewayî dîwana Mem û Zînê ser yek newayê hatiye hûnandin. Mijara Kêş û newaya helbesta kilasîk gelek berfireh e û em ê di beşek cida de li ser wê bisekinin.

Mînak: (Melayê Cizîrî)

Kesê mihnet dî û firqet, vexwarî cureya hicrê

ke, sê, mih, net, di, yû, fir, qet, ve, xwa, rî, cur, e, ya, hic, rê

 -/// , -///, -///, -///

Girî wan tê bi halê min di vê hicran û cecrê da

Gi, rî, wan, tê, bi, ha, lê, min, di, vê, hic, ra, nû, zec, rê, da

-///, -///, -///, -///

2. QALIBÊN HELBESTA KILASÎK

Helbesta kilasîk di gelek şikl û qaliban de hatiye hûnandin lê hinek qalibên wê ji hemiyan zêdetir hatîne bikaranîn ku em ê li ser wan bisekinin û taybetmendiyên her yekê bidin nasandin.

2.1. MESNEWÎ

Mesnewî ew cur helbest e ku her malika wê qafiyeya serbixwe heye, yek ji qalibên herî kevnar e û taybet ji bo hemase, çîrok, destan û serbihorî û mijarên dirêj tê bikaranîn. Mînakên pirr zêde ji bo qaliba Mesnewî di nav helbesta kurdî de hene ji wan mirov dikare Mem û Zîn a Xanî, Seyfilmilûka Siyahpûş, Mewlûda Melayê Bateyî, Dîwana Mela Ehmedê Palo, Dîwana Şêx Eskerî û … nav bibe.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba Mesnewiyê de viha ye:

1)   -------------a     -------------a

2)   -------------b     -------------b

3)   -------------c     -------------c

Mînak: (Mela Ehmedê Palo)

WELAT

1)Welat tu kevtî bin destê neyara

Dikî feryad û qîrîn û hewara

2)Dibê tarîx bixwîne min bibîne

Ji nav pencê gur û ejder derîne

3)Gelek navdar û şîrîn û bideng e

Şepal û nazik û rengîn û şeng e

4)Cihê mêr û piling û kund û şêr e

Çiya û lat û derbend û zinêr e

5)Elat û xar û kendal û newal e

Bi vî rengî dizanim bêheval e

2.2. QESÎDE

Qesîde ew cur helbest e ku rêzika wê ya yekem di gel hemû rêzikên cot hevqafiye be û hejmara malikên wê ji pazdeh malikan zêdetir be. Mijara qesîdeyan di helbestên kilasîkên berê de zêde medh û sena, şîret û nesîhet, hîkmet û îrfan û … ye lê helbestvanên hevdem mijarên civakî û siyasî û … jî di qalibên qesîdeya de hûnandîne. Feqiyê Teyran gelek qesîde hûnandine û zêdeyî helbestvanên kilasîk kêm û zêde qesîde jî di nava helbestên xwe de hene.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba Qesîdeyê de viha ye:

1)   -------------a     -------------a

2)   -------------*     -------------a

3)   -------------*     -------------a

Mînak: (FETHÎ)

1)Di tewhîda xweda da ebd-i kemter

Dibêje nezmekê wek eqdê cewher

2)Qedîm e, xaliq e, mewla ye mewsûf

Bi ewsafê kemalê ey hunerwer

3)Ew e her heyy û heq tedbîr û teqdîr

Ji wan re destê qudret bûye rehber

4)Murîd e ew ji bo xeyran û şerran

We lakîn nîne razî ew ji bo şer

5)Sifatê wî ne eynî zatê wî ne

Ne xeyr in hem ji bona zatê ekber

62)Îlahî rehmeta te bo me meqsûd

Li Fethî re birêjî feyzê ji her der

63) Tehiyyet û selat û hem selaman

Li mewlayê me û hem cumle perwer

2.3. XEZEL

Xezel ew cur helbest e ku rêzika wê ya yekem di gel hemû rêzikên cot hevqafiye be û hejmara malikên wê herî kêm 5 û herî zêde 12 heya 17 malikan be. Pirrhejmartirîn qaliba helbesta kilasîka kurdî ye û ji her qalibî zêdetir hatiye bikaranîn. Mijara wê zêdetir evîn û îrfan e lê helbestvanên hevdem Xezelê ji bo hemû mijarên ciwakî bi kar tînin. Xezel qalibeke helbestê ye ku hem pirr tê heskirin û hem zêde tê jiberkirin. Em dikarin bibêjin Dîwana Melayê Cizîrî mizintirîn û menzûmeya Xezela kurdî bidin nasandin wekî din dehan helbestvanên mezinên xezelnivîsên kurd hene ku ji wan mirov dikare Xanî, Bateyî, Nalî, Mehwî, Wefayî, Hêmin, Palî, Fethî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Şêx Eskerî, Siyahpûş û … nav bibe.

 

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba Xezelê de mîna qaliba Qesîdeyê û viha ye:

1)   -------------a     -------------a

2)   -------------*     -------------a

3)   -------------*     -------------a

Mînak: (Mela Eliyê Êrsî)

Ah ji derdê dilberê dîsa me dil bû parepar

Îftîraqa wê hebîbê ez kirim mehbûb û jar  

Ez kirim dîwan û sewda zalimê kuştim bi can

Her wekî go me li dest da lew ji çogan tê ye nar

Derbê wan şitrî û nazan lew dibarin jê xedeng

Mîslê wan berq û biharan têne min dil ah û zar

Ey felek zalim felek dîsa te kul kir can û dil 

Min dizanî xaîn û zalim tu yî hem bêweqar

Xem li min pirr bûn li dil rabû seher Ceyhûn û Nîl

Ah ji ber van derd û êşan qet nehin sebr û qerar

Derd û êşên ji curû’han kuştine rû’h û rewan

Re’hmekê carek li min ke ma heta kengê hewar

Xeml û arama girêde zulf û biskan tu bihon

Mawerê lê bireşîne were ‘en qerîbîn fî cewar

Eyneyê dane li ber xwe çeşmîyan tu kil bide

Here baxan gezmeyê ke j’pencerê tu were xwar

Baxçeyê yar tê xuyabit dê gul û çîçek vebin

Hem vewestin ji qîraet bulbil û şehlûl, sîqar

‘Îde û nawroz dibûrin li me bê hedd û qîyas

Dawet û sersal dihatin û diçûn sêsed hezar 

Her kesek keyf û wîsalê hel dikit lê ez tinê

Jar û mehrûm û ser û rî û ceger tê da ye nar

‘Îd e û nawroz bibûrin cumle wîldan û perî

Tê hebin qet ez hesab nakim ewan îlla bi yar

Acîzen e‘ima teraqî fe-nqelib ya ze-l-zeka

Îsmehu fe-dxul hunake elîfen fe h’we-l-wîzar

2.4. MUSTEZAD

Peyva mustezadê bi wateya zêdebûyî ye û Helbesta Mustezad di şiklê xwe de wek Xezelê ye lê nîvrêzikek bi dawiya her rêzikê we zêde dibe û qafiyeya nîvrêzikê mîna rêzika pêşiya xwe ye.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba Mustezad de viha ye:

1)   -------------a     --a

      -------------a     --a

2)   -------------b     --b

       -------------a     --a

3)   -------------c     --c

       -------------a     --a

Mînak: (Mele Eliyê Êrsî)

Ey naz û perî hora di Fîrdewsê çi pak î,

zêr î tu ne xak î

Bîllahî were derdê li dil belkî dewa kî,

yekcarê me şa kî

Zanî te kirin em li dinê şubhetê dînan,

meqtûlê birînan

Qesda te meger can bû li zulfan tu fîda kî,

yek car me fena kî

Xweş weqtê lîqayê ji sefayê meke qurban

bê elem û derdan

Dilber ku ji qetla me dixwazî xwe helal kî,

lazim tu wisa kî

Wellahî şeb û rojê me li dil da tu xîyal î,

bêsebr û mecal î

Ma dil te nihin daxê li qelbê me şîfa kî,

yan tê me çawa kî

Şer’ha ku me çêkirîye ji ahîn û ji derda

halê me ye tevda

Hetta mirinê ey Elî tu ah û nîda kî,

nabit xwe cida kî

2.5. MUSEMMET

Musemmet helbestek e ku ji çend riste û bendan pêk tê. Her riste dikare ji du heya zêdetir ji 10 malikan pêk were û qafiyeya hemû malikên her risteyê dibe mîna hev be lê qafiyeya risteyên cida ne mîna hev e. di dawiya her risteyê de jî malikek bi navê bend tê û qafiyeya hemû bendan jî wekî hev e.

Çawahiya hatina qafiyeyê di dawiya riste û bendên qaliba Musemmet de viha ye:

-------------a     -------------a

-------------a     -------------a

-------------a     -------------a

…                                     (Riste)

-------------a     -------------b

                                         (Bend)

-------------c     -------------c

-------------c     -------------c

-------------c     -------------c

…                                     (Riste)

-------------c     -------------b

                                         (Bend)

-------------d     -------------d

-------------d     -------------d

-------------d     -------------d

…                                     (Riste)

-------------d     -------------b

                                         (Bend)

Mînak: (Melayê Cizîrî)

Îro mi dî weqtê seher              Ew dilbera sundus di ber

Dîsa di lebsê sor û zer              Nûrek munezzeh bû beşer

Biskên siyah xalên di qer                 Reşkagulê zulf çûne ser

Eswed bû daˈim secde ber                Min bestî ˈeqda muiteber

Xeflet bi sir da min nezer                  Mîran bi qetlê kir xeder

Tîr dane dil şahê Mecer                 Bêmurwe amanc kir ceger

Feryad û efxan sed keser                  Wesfan neşêm lê ev qeder

(Risteya yekem)

Zanim ko roj bû hate der                 Subhan ji şahê qudretê

(Benda yekem)

Subhan ji te şahê celal                      Hostayê pir qudret li bal

Xasa te dayî ev cemal                      Dêmê ji qudret xett û xal

Kifş bû di qewsê da hilal                       Vê ra mi dî bedra kemal

Lê bûn niqab çewgan û dal                   Wan yek bi mestî daye pal

Lê seyyirî bayê şimal                      Pêçane ser nûra zelal

Qet kes-i dîn ev reng misal                     Mutrib were weqt e û mecal

Zaza bi nayê ra binal                      Saqî werîn xemra helal

(Risteya duyem)

Carek ji ser dêmê vimal                       Zulfên li dora cebhetê

(Benda duyem)

Zulfên muˈenber kagulîn                       Biskên siyahreng sinbilîn

Ta ta bi dav dav fittilîn                        Çînçîn bi mestî silsilîn

Dayê nesîm têk meyyilîn                      Wê qest e xala filfilîn

Ebleq ji qudret xemmilîn                      Wê buxçeyê gul kemmilîn

Tê ˈendelîb û bilbilîn                     Roj hate birca sinbilîn

Xeflet me dî lew xeccilîn                       Mehrûm û mehcûr dilkul în

Mecrûhê tîrên qizil în                           Rehmê ke pir sohtîdil în

(Risteya sêyem)

Vê perdeyê carek hilîn                           Bavê niqaba zulmetê

(Benda sêyem)

2.6. ÇARÎN

Ji çar rêzikan pêk tê û rêzika sêyem gelek caran qafiye tineye. Mijara wê evîn, îrfan an felsefe ye.

Çawahiya hatina qafiyeyê di helbestên çarîn de viha ye:

-------------a     -------------a

-------------*     -------------a

Mînak: (Seyîd Celal Nizamî)

Şev hat û ez mam gel xeman

Bê hevdem û dil ber neman

Fikr û xeyalan nîne rê

Del bendiyê dav û deman

Cureyek ji çarînan jî heye ku jê re Dubeytî tê gotin ku ew jî eynî mîna çarînê bi çar rêzikan çêdibe û zêdetir di nava gundî û mirovên helbesthezên ne pispor de hatiye bikaranîn. Mînaka herî navdar bo vê helbestê Baba Tahirê Uryan e.

Mînak: (Baba Tahir)

Dilim ez derdê te daîm xemîn e

Be balîn xiştim û bester zemîn e  

Hemîn cûr mim kê mû te dost dîrim

Zi her kêet dost dîre hal în e

Wek pêşiyê de me got gelek qalibên helbesta kilasîk hene lê hinek ji wan di nav helbestvanên kurd de kêmtir hatîne bikaranîn. Di dewamê de em ê bi kurtasî li ser hinek qalibên din jî bisekinin.

2.7. QÎTE

Herî kêm ji du malikan pêk tê û tenê rêzikên cot hevqafiye ne. mijara wê li ser yek tiştî ye û zêdetir exlaq û civak û şîret tê de tê berçav.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba qîteyê de viha ye:

-------------         -------------a

-------------         -------------a

-------------         -------------a

2.8. MUFRED (TEKBEYT)

Tenê yek malik e û durêzikên wê carna qafiye hene û carna nînin. Helbestvan hemû mebest û armanca xwe tenê di yek malikê de dibêje û zêdetir ji bo şîretên exlaqî tê bikaranîn.

Mînak: (Helbestvan: Nediyar)

Pirr bixwîne kêm bizane qur bi ser

Kêm bixwîne pirr bizane gul bi ser

Wate: Xwendina baş ev e ku xwîner bi başî tişta xwendî fêr bibe ne ku ger mirov rojê 1000 rûpelan bixwîne û çi tiştî jê fêr nebe kareke bêsemer e.

2.9.  TERCÎI BEND

Helbestek e ku ji çend xezel an qesîdeyên hevnewa û hevwezn lê bi qafiyeyên cuda pêk tê û malikeke bi qafiyeya cuda di navbera hemû xezelan de tekrar dibe.

Çawahiya hatina qafiye û bendan di qaliba TERCÎI BEND de viha ye:

-------------a     -------------a

-------------*     -------------a

-------------*     -------------a

…                                     (Xezela yekem)

-------------b     -------------b

                                         (Bend)

-------------c     -------------c

-------------*     -------------c

-------------*      -------------c

…                                     (Xezela duyem)

-------------b     -------------b

                                         (Bend)

-------------d     -------------d

-------------*     -------------d

-------------*     -------------d

…                                     (Xezela sêyem)

-------------b     -------------b

                                         (Bend)

Mînak: (Melayê Cizîrî)

Enwera rengifirişte beşera horîsirişt

Ya ji miska Xetenê xal û xet û kagul û qişt

Ger xwe nîşan seqerê dit dikirit hor-i bihişt

Keˈbeya tê ne put ew putkede ye û dêr û kinişt

Ko nesîb da ji ezel heq ji me raˈişq-i newişt

Feyde nakin li me ism û ne tilism û ne nivişt

Zahirî da me ˈezabek we ko batin ve bihişt

Sohtinê daye hinavan û ceger têk-i birişt

Qesd-i weslê me bi can kir ko vedayîn û ne hişt

Dest nehilîn ji teleb ger me di rê çit ser û tişt

Pişt-i nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt

Me serî daniye rê û bi Xwidê bestiye pişt

Ew e min rûh û heyat û ew e min qibleyê zat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê  

Zeriya dêmidur û lebşekera ˈişweperî

Ya ji ser ta bi qedem têk-i ji ˈeybane berî

Ji sera perdeyê Lahût-i bi sed şêwe kirî

Bête ber ˈeynê şuhûdê di libasê beşerî

Haşi li-l-lah tu kesan dîbitin ev rengê zerî

Daye ber qend û nebatê ji du leˈlên şekerî

Bê tu, ya lebşeker î, ya tu nebata bi ter î

Ellah ellah çi tecella ye ji sirra qederî

Haciyan silsile bestîne li dora qemerî

Dor-i beytê ji Sefa têne semaya seherî

Bê muruwwet ko du mêran ji surê mey di serî

Ew nehêlin çîn tewafê we ziyaret hecerî

Zemzem û xulxule û ˈumre û ˈîd û ˈerefat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

Min bi dil sûretê can dî ji butan ew bi tenê

Ew tinê serwa rewan dî ji zerîfên çimenê

Sosin û sinbil û gul çerx e li dora semenê

Xemriyan helqe û çîn dane ji miska Xetenê

Ser didin çeşmeyê heywan û bi zimzim direnê

Lê çi şîranî ye Ellah te ji wê kift û çenê

Ez dibêm bedr e bi dêm lê dikitin guft û kenê

Ya yeqîn roj e li şerqê we şefeq daye dinê

Xelitim Rûhê qudus hatiye nêv wê bedenê

Dikit ihyayê mewatan bi sur û reft û çunê

Te nehin bawer û îman nezerê dê û binê

Çi tecella ye bûyî qible melek rû didinê

Azerî ger bidiya hûr dikirin Lat û Menat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

Nêrgiza mest û şirîn û gul û nisrîn e ji reng

Şeker û lûˈlûwê mensûr û bi dil ahen û seng

Me ji ber zerbê evînê bûye dil pêt û pereng

Lew me şeb ta bi seher nale ye wek muxnî û çeng

Da me sed reng-i ˈezabê we nehat der ji me deng

Hestiyan girtiye nasûr û mejî da heye jeng

Lew ne hişyar û xumar în me nexwarî mey û beng

Li me îro du kemandarê hebeş hatine ceng

Têne qetla me di destan du siyehqewsê ji Yeng

Direşînin me û tên me du hezar tîr û xedeng

Cegerê kun dikin û tê dibeyin mislê tifeng

Mislê wê kafir û zalim qe diyin kes di Fireng

Nazik û xob û şekerxende û şêrînherekat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

2.10.  TERKÎB BEND

Helbestek e ku ji çend xezel an qesîdeyên hevnewa û hevwezn lê bi qafiyeyên cuda pêk tê û malikek di navbera hemû xezelan de her car bi qafiyeyeke cuda tê. Tenê ferqa wê di gel tercîbend ev e ku di terkîb bendê de malika navbera xezelan de xweser e.

Çawahiya hatina qafiye û bendan di qaliba TERCÎI BEND de viha ye:

-------------a     -------------a

-------------*     -------------a

-------------*     -------------a

…                                     (Xezela yekem)

-------------h     -------------h

                                         (Benda yekem)

-------------c     -------------c

-------------*     -------------c

-------------*      -------------c

…                                     (Xezela duyem)

-------------t     -------------t

                                         (Benda duyem)

ÇAVKANÎ

 

1.      Ferhenga Mamoste Hejar, Henbane Borîne

2.      Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî (1983) Stokholm

3.      Kovara Nûdem, Hevpeyivîn [rojen barnas: "peşeroja edebiyata kurdi girêdayî pêşeroja gelê kurd e"] hejmar:10.

4.      Wikipediyaya Kurmancî

5.      Birahîm Qasim (Ciwankariya Helbesta Kurdî)

6.      Scott, Clive, Vers libre: the emergence of free verse in France, 1886–1914 Clarendon Press, Oxford ISBN 9780198151593

7.      Miller, Andrew. Greek Lyric: An Anthology in Translation

8.      مفهوم شناسی شعر و مصداقهای آن (مرتضی براتی 1393)

9.      بهار، محمدتقی ملک الشعرا (1366) شعر چیست و شاعر کیست؟

10.  کتاب سه خشتی‌های کُردی کُرمانجی خراسان (Sê Xiştîyên Kurmancî yê Xorasanê) تألیف پروفسور جلیل جلیل

11.  خبرگزاری بین‌المللی کردپرس_سرویس فرهنگ و هنر یحیی علوی فرد

12.  ارسطو (۱۳۶۲). «بوطیقا، جلد: 13»

جلالی نائینی، سیدمحمدرضا. «قدیم‌ترین کتاب مقدس قوم آریایی ادبیات مقدس هندو 

QALIBÊN HELBESTA KILASÎK Walî Bedelpûr - Ûrmiye Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 10, 2024 Rating: 5 QALIBÊN HELBESTA KILASÎK Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê Walî Bedelpûr - Ûrmiye Li gor belge û helbestên nivîskî ku destê me de mane hel...

ليست هناك تعليقات: