Bincîniya zimanê kurdî.. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 10 مارس 2024

Bincîniya zimanê kurdî..

Bincîniya zimanê kurdî..
(serborek bi lez li gor hin rojhelatnasan)

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê



Rif`et Hacî  

Li gorî rewşnasiya hin mafrewayên dîrokî di kok û derbûna gelê Kurd û pêkhatin û geşderbûna zimanê wî yê netewî de, zimanê kurdî dihête sipartin li sê qûnaxên pey hev wek rêzbend di şaristaniya mirovantiyê de.

Ewjî evnakêne:

1 -  qûnaxa rêxistina zimanê gelên Zagrosê yên kevnar, ewjî( loloyî – Kûtî – Kasî –Soparî)ne ku di pengava xwede gelekî nêzîkî hevdu bûn, bişêweyekî hevbeş, ligorî derbirrîna zanayê mazin M.Emîn Zekî:,."hin ji rojhelatnasan wa diyar dikin ku zimanê wan gelên navbûrî, ji koma zimanên Arî hatine verijtin, her weha hin zanayanjî di sepandin zimanên Qoqaziyan, tevlî ku hemîjî hevşaxbûn".

2- qûnaxa didwan : tiştê ku dihête bînan ku ji Koça (HindoEwrupî) berew herêma rojhelatêve destpê kiriye di dawiya hezarê sisiyan û destpêka hezarê diduyan pêş zayinê, ku di koçberiya (Mîtaniyan – Hûriyan –Hissiyan)de dihête destnîşan kirin, ya ku zimanên (HindoEwrupî) zaravên çiyayî yê zagrosê û Kurdistanî yên kevnar  desteserkirin.

3- qûnaxa sisiyan: ji hezar saliya yekan pêş zayinêve dest pê dike, bi barkirina koçberî regezê tuxum Arî berew çiyayên zagrosê ve warê kurdistaniyên Kevnar, û guncavbûna wan bi pêkhateyên resenî navçeyê ve, da ku koka tuxmekî bi pênaseya (Arî) bi mirovên xweve û ziman û dab û nerîtên xweve were durustkirin.

Di hête xuyanî kirin ku Zimanê (Kurdî) nasnameya xwe ya taybet bi kelaxê xwe yê temamî ji wê serdemê wergirtye( destpêka hezarê yekan pêş zayinê) ku zorbeya keristeyên xwe ji zimanê Mîdî yê hinganê wergirt û dihête guncandin bi nêrîna piraniya rojhelatnasanre li gorî ku berawerdî di navbera gelek gotinên jêderî ji zimanê kurdistanî yê kevnar(Mîtanî) û zimanê kurdî yê serdemî de dihête kirin, ku piraniya wan heman bêje û deg û wateyê didin.

Ji van mafbîniya rêzmankarên kurd destpêdikin û binkeya Zimanê Kurdî wek zimanekî resenî Arî ji malbata zimanên (Silavî û Ewropî û îranî) sepandin wek zimanekî serbixwe bi hezarên bêje û gotinên jêderî li gel rêzmana xwe ya tabet di çesibîne.

Û ji vê behweriyê zana û ziman nasên xwedan rol zimanê Kurdiî datînin di xaneya (zimanên kevalî)de ji lewra koka wî vedigerînin (zimanê Somerî)ku bêjeya rêzimanî têde bêje pal vedide li ser pêşgir û paşgiran Li gel reg û karên çawigî ku dighije bihtir jinih hezar çawikî.

Û918123 gotinan bi xwe digre da ku di rêzêde li pêşiya zimanên navçeyî were mina zimanên ( Erebî û Tirkî û Farisî) li gorî Amarên Wîkîpîdya (Gogil), ku zimanê Kurdî derbasî pirograma ferhenga Azad kir ya

Ku pêşxistineke berferh daye zimanê kurdî yê ku bihtir ji (70) melyon kes pê di axivin li gor gotina serokê peymangiha kurdî li Siwêsra Mihemed Karwanî.

Lewra wa diyare ku zimanê Kurdî weke samanekî bi nirix û buha hevbeşê zimanên zagros nişînan û gelên Arî ye li ser xaka Kurdistan hatiye durustkirin û berdewam maye, ewjî nîşana resn bûn û hêza têkiliyên pêkhateyên navçeyê diyardiken weke encamên siruştî ji pêkvejiyan û wardoziya xelkekî bi soze di cugrafiya kesan û cih de ku bi kesên hatibûn hinarde kirin jibo herêmê diguncîn û rewşeke hêmin dihate dîtin bi têgihiştin bi vî zimanî

                                                        

Ji hinek jêderên coûraû cûr 

Bincîniya zimanê kurdî.. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 10, 2024 Rating: 5 Bincîniya zimanê kurdî.. (serborek bi lez li gor hin rojhelatnasan) Pênûsa Azad hijmara...

ليست هناك تعليقات: