Cotkarê Sasûnê û kosê Cizîrê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 10 مارس 2024

Cotkarê Sasûnê û kosê Cizîrê

 

Cotkarê Sasûnê û kosê Cizîrê

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê



Berhevkirin: Selah Beyro

Digotin firoşgehek li bajarê Cizîra Botan hebû digotinê Firoşgeha mamê Kose, karê wî xapandina kesên cotkar û gundî bû yên dihatine çarçiya bajarê Cizîrê, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê ji xwerek û kelûpelên rojane.

Rojekê ji rojan cotkarek ji Çiyayê Sasûnê berû çarçiya bajarê Cizîra botan birêket; piştî geryanekê li nêv kolanên bajarê Cizîrê rastî mamê Kose hat cotkar zêrek ji qolana pişta xwe deranî û gote mamê Kose: Mam evî zêrî bike dirav (pere).

Mamê Kose zêr ji dest cotkar girt û danî bin zimanê xwe û bazarên xwe dike, piştî çend xulekan Cotkar got mam ka diravên min yan jî zêrê min bide min?

Mamê Kose: Diravê çi? Zêrê çi cotkarê hejar ma pirgala te ya zêr û dirava ye?! ji vir here bê ku te radestî polîsan bikim da ti newiyan careke din neke.

Cotkar bê tirs got: mam ez zêrê xwe dixwazim, lê Kose polîs xweste firoşgehê û got: polîs ha ev e yê ku pera dixwaze?

Polîs li cotkarê Sasûnî nerî û got: here cotkarê hejar ji vir here bê lêdan û siza dan?

Cotkar li polîs vegerand: Ma ev yasayê we ye, ev çi bi vî bajarê xweragir hatiye?! 

Polîs: Cotkar bêje min yasa ango qanûna devera we bi çi awayî ye?

Cotkar derfet ji polîs xwest û ji nişkê ve destê xwe li dev û rûçikê mamê Kose xist, zêr ji bin zomanê Kose firî ber lingê polîs û got: ha ev e yasa û zagonên Çiyayên Sasûnê, cihê Kosae li welatê me nîn e.

Mixabin û sed mixabin kolanên me tije bûne ji kosan, ma gelo kengî yasayê  Çiyayê Sasûnê wê li devera me bê bikar anîn?

Cotkarê Sasûnê û kosê Cizîrê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 10, 2024 Rating: 5   Cotkarê Sasûnê û kosê Cizîrê Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê Berhevkirin: Selah Beyr...

ليست هناك تعليقات: