Meşa bi lez û giran Rojdiyar Hemê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 14 مارس 2024

Meşa bi lez û giran Rojdiyar Hemê

Meşa bi lez û giran

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê






Rojdiyar Hemê  

Tucar bo xwe ne ke xem

Tu dil û can î qurban

Ez gula te me herdem

Şox û şengê çav û can,

Helbesta bi dilê te

Ya tu jê tim hez dike

Ketiye hembêza te

Bi lavlav gazî dike,

Guh ne de şermiya min

Meşa bilez û giran

Tu nabînî mîna min  

Xoşewîstê  du lêvan,

Tucar xew ne veşêre

Ne bêje te nabînim

Şev û rojên min jê re

Tu yî yê jê hez dikim,

Gavên te gul û şekir

Serxweş bûme delalo

Sipas bo tiştê te kir

Ez ya te me yarxorto,

Ne poşman û ne xemgîn

Naskirina te qurban

Tu hem jîn î û evîn

Roniya her du çavan.. 

Meşa bi lez û giran Rojdiyar Hemê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 14, 2024 Rating: 5 Meşa bi lez û giran Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê Rojdiyar Hemê   Tucar bo xwe ne ke xem Tu dil û can î qurban Ez gula te me herd...

ليست هناك تعليقات: