Di navbera êş û xewnê de - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 14 مارس 2024

Di navbera êş û xewnê de


Di navbera êş û xewnê de

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê





 Gewher Fetah - Duhok

Xewn çend reng in:

Xilûxavî,

gerim

bi êş,

bi tirs

Yeko, yeko awirên te didim hev

Tu, tu,

li xopanên sawîrên min cirîdê dikî,

bi ser min de hilma xwe dibarînî.

Ez di gewriya aşekî de, asê mame.

Girêkek im.

Xwîziya rengên gerim,

tabloya zarokê qijilî,

di nav kovanên min de siridîn.

Derya xwe li ber guneha Alan ranegirt.

Têr nebûne,

ji xwîna te,

ji derbederiya te,

ji kuştina te,

ji rondikên pîr û kalên te,

ji guhdarkirina sîmfoniyên giriyê dayîk û zarokên te.

Ez jî xilmaş im delalê min.

Li ber têhna te,

azarên peyvên te…

min lêvên xwe sor kirine.

Destên xwe li te dipelînim,

da ku janên xwe û te

têkel bikim,

winda bibim.

Ez meyeke kevnar im, loo

  

Di navbera êş û xewnê de Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 14, 2024 Rating: 5 Di navbera êş û xewnê de Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê   Gewher Fetah - Duhok Xewn çend reng in: Xilûxavî, gerim bi êş, bi t...

ليست هناك تعليقات: