HELBEST Û WATEYA WÊ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 8 يناير 2024

HELBEST Û WATEYA WÊ


HELBEST Û WATEYA WÊ

Pênûsa Azad- Hijmar-16












Şirove û lêkolîn:

Walî Bedelpûr - ÛRMIYE

1. PÊŞGOTIN

Têkoşîna ji bo peydakirin û zanîna wateya helbestê bi dirêjiya dîrokê fikrê gelek wêjevan û wêjenasan bi xwe ve mijûl kiriye. Her kes hebûna helbestê dipejirîne lê wateyeke yekîne ku ji aliyê her kesê ve bê pejirandin heya îro tinebûye.

Temenê helbestê bi qasî temenê zimên e, ji dema ku ziman û axavtin hebûye helbest jî hebûye, her qas ku zeman û ziman pêş ve hatiye helbest jî zêdetir pêş kevtiye û qet paşveman û têkçûna helbestê nebûye û nabe jî.

Kevintirînê cureyên helbestê ku heya îro di dest de mane Vêdayên Hindûyan in û mêjûya wan gelek ron nîne lê tê gotin herî kêm 1000 heya 5000 sal berî zayînê hatîne nivîsîn. Gatayên Zerdeşt jî nimûneyek li helbestên herî kevnar in û her viha Hemaseya Gîlgamêş jî yekem menzûmeya hemasiya cîhanê ye.

Helbest nayê watekirin û sedema herdemhebûn û rewneqa helbestê jî her ew yek e. nebûna wateyeke yekîne dibe sebeb ku mirov têkeve nav behra wesf û şiroveya helbestê û baştir di gel cîhana nasnekirî û weşartiya helbestê nasiyar be.

Ger mirov tevayî şiroveyên wêjevan û helbestvan û zaniyarên zanistên însanî yên di bara helbestê de di yek nivîsarê de kom bike dîsan jî mirov nikare bibêje ev nivîsar bi tewayî helbestê şirove dike.

Em ê têbikoşin bi qasî derfet û şiyana xwe li ser wateya helbestê bisekinin û gelek bi kurtasî bîr û nêrînên xwedînêrînan bi we re parvebikin.

2. WATENASÎ

Poetry (Helbest) di zimanê Yûnanî de ji rîşeya ((Poiesis)) bi wateya çêkirin û avakirinê ye.  Di nêrîna zêdeyî çand û neteweyên kevnar de afirandina helbestan bi îlhama hêz û quweyên derveyî xweza û tebîetê çêdibe. Her wek di Yûnana kevnar de Miyûz (muse) wek xwedayê şiir û mûsîqayê dihate nasîn û Erebên beriya îslamê jî helbest netîceya îlhama ecinneyan li ser fikrên helbestvan dizanîn.

Şiîr شعر di zimanê erebî de bi wateya zanîn, zanist, zaniyarî, fêmkirin û … hatiye û ji kilama xwediyê kêş û wezn û qafiyê re şiîr tê gotin. (Ferhenga Dêhxoda)

Helbest di ferhenga soraniya Henbane Borîne de viha hatiye watekirin: 1) kesê ku tiştên şikestî pêkve girê dide 2) kesê bendikan badide 3) gotinên çêkirî û nedurist 4) şiîr û şaîr û çêkerê şiîran. Li gor hinek gotinan kurdên Soranî bixwe ji şiîrê re nabêjin helbest belku ji kilam û stranan re helbest dibêjin û ew peyw bi şaşî têkelî kurmancî bûye.

ROJEN BARNAS: “Di kurmanciya jêrîn (soranî) de helbest ji bona stran (kilam) dibêjin. Me jî ev bêje bi şaşî bi maneya "şi'rê" girt û bi kar anî, lê "helbest" ne şi'r e û şi'r jî ne "helbest" e.

Di rastiyê de helbestvanên me yên kilasîk ti carî peyva Helbestê bi kar neanîne û di kovarên me de yên weke Hawarê jî tenê di nivîsên soranî de peyva Helbest hatiye anîn. Profisor Qanatê Kurdo di pirtûka xwe ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî de her tim peywa Şêr bi kar aniye û cihê helbestvan jî peyva Şêrbêj, û her viha Mihemed Ûzûn jî di pirtûka xwe ya bi navê Destpêka edebiyata Kurdî de peyva şihîr û şahîr bi kar tîne.

3. HELBEST DI NÊRÎNA HELBESTVAN Û WÊJEVANÊN EREB DE

Helbest û helbestgotin ji berê de ji aliyê Ereban ve bi bihayî hatiye nirxandin û bihapêdan. Îbni Selam helbestê (Dîwana ilm û zanista Ereb) dizane. Ereban ew qas biha û nirx didane helbestê ku wan bijardeyên helbestên xwe ji dîvarê Keibê ve vedikirin.

Di pirtûka Elheyevana Cahîz de di bara helbestê de viha hatiye: Helbest pêşeyek e ji cureya nessacî û hûnandinê û cureyek ji wêne û tesvîrê ye. (Cahîz 1945:76)

Li bal alim û zanayên Ereb helbest bi gotenekê tê gotin ku bêjerê wê, beriya gotina xwe bîne ser zimên wê bi wezn û qafiyeyê bixemilîne û ew kesê wî karî dike jê re şahîr tê gotin. (Dêhxoda, Şêir)

Di helbesta Erebî de wezn û qafiye wek ruknên sereke têne hisêb.

4. HELBEST DI NÊRÎNA HELBESTVANÊN ROJAVAYÎ DE

Zêdeyî nêrînên helbestvanên rojavayî di bara helbestê de mirov dikare di yek ji wan çar desteyên jêrîn de bi cih bike.

1)   Helbest: Baştirîn û Şadtirîn dem (The best and happiest moments).
Shelly helbestvanê Birîtanî viha dibêje: Helbest nivîsandina baştirîn û şadtirîn demên baştirîn û şadtirîn mejiyan e (Shelley, 1904:54).
Samuel Taylor Coleridge dibêje: Helbest bêhn û itra hemû zanist, fikr, hest, raman û zimanê beşeran e (Baker, 1986: 43).

2)   Helbest: Mûsîqeya Peyvan (Music in Words), Thomas Fowler dibêje: Helbest mûsîqeya peyvan û mûsîqa jî helbesta bi awaz e.

3)   Helbest: Ziman an gotara xeyalî (Imaginative Language or Composition).
hinek li ser wê bawerê ne ku xeyalraçandin (Imagination) rukna herî sereke ya helbestê ye.

Lord Byron dibêje: Helbest weke kevir ku dihele û ji çiyayê agirîn tê xwarê, ji nav xeyalan de dihele û dikele û pêşiya hejîn û têkçûna erdê digire (Ibid).

4)   Helbest: vegotina mûzîkala hest û ramanên însan (Rhythmical Expression of Emotion and Ideality).

5. HELBEST DI NÊRÎNA DERÛNNASAN DE

Derûnnas helbestê peyameke derkevtî ji derûniya nehişiyara helbestvan dizanin, geh helbestê mikanîzmeke xweparastinê li hember hin xwestekên binpêbûyî û carna jî cureyeke nexweşiyê didin nasîn.

Freud (firoyd) ji bo helbestvanan nirxekî mezin hildigirt û helbestvan wek derûnnasekî dizanîn ku heta kûrtirîn beşên fikr û ramanên însanî dikarin biçin.

Helbestvan di zanista derûnnasiyê de mamosteyê me mirovên adî ne ber ku ev ji rûbarên zanistê avê vedixwin lê em hîna li dû zanistê digerin. (Ferguson 1996: 19)

Bi nêrîna Freud helbestvan pêşrewê derûnnasan di keşfa ramanên însanan de ne. ((Her cihê ku ez diçim, ez helbestvanekî dibînim ku beriya min gihiştiye wir))

6. HELBEST DI NÊRÎNA FÎLOZOFAN DE

Peywenda helbest û felsefeyê gelek kevnar û qahîm e û kêm fîlozof peyda dibin ku di bara helbestê de gotarek negotibin.

Soqrat û Eflatûnî helbest hasil û netîceya îlhamê dizanîn.

Di nava fîlozofên kevnar de Erestû ye ku rêkûpêk û bi hûrbînî di bara helbestnasiyê de nivîsiye. Ew helbestê teqlîda tebîet û heqîqetê dizane. Ew di cihekî de dibêje: karê helbestvan ne ew e ku bûyeran deqîq weke diqewimin binivîse belkî ew bi terza ku îhtîmal heye bûyer qewimî be wê tîne zimên û dinivîse, û ferqa helbestvan û dîroknivîs jî ew e û helbest ji dîrokê felsefîtir e.

Georg Wilhelm Friedrich Hegel fîlozofê Almanî dibêje: Hunera helbestê ji wênegeriyê baştir û ji mûsîqayê sertir e. hunera helbestê ye ku ji hemû huneran berztir e ber ku risteyên helbestê bi alîtirîn û binirxtirîn esera însan yanî Gotinê çêdibin.

Immanuel Kant jî baweriyeke weke Hegel heye û dibêje: Mûsîqa xweştirînê huneran e lê ti tiştî fêrî mirov nake, tişta ku hêz û şiyanê dide fikr û derûniya mirov û fêrker e jî, helbest û helbestvanî ye, bes di nava hunerên ciwan de helbest di pileya yekem de ye ber ku hûş û zanistê zêde dike û hêza xeyalê azad dike. (Kant 1381: 74)

7. NÊRÎNÊN DIN

Ji bilî hemû şiroveyên me pêştir nivîsîn hinek şirove û wate jî ji aliyê xwîneran ji helbestê re hatîne nivîsîn.

Eli Khamarov nivîskarê Rûs dibêje: Helbestvan ew serbaz in ku peyvan ji qeyd û zindana wateyê rizgar dikin.

Christopher Fry helbestê wek zimanek dizane ku însanî îicaza wê keşif kiriye.

Xala herî girîng ku helbestê ji nivîsarên nehelbest cida dike jî her ev mûcîzeya nava zimên de ye.

Thomas Hardy romannivîsê navdar dibêje: heger Galîle bi zimanê helbestê bigotiba erd digere, ti carî dadgehê ew muhakîme nedikir (Larkin, 1973: 58)

 

Di dawiyê de bi muqayise û danberheva hemû şiroveyên xwedînêrînan mirov dikare bibêje ((Helbest afirandina mûcîzeyê bi riya zimên û di nava zimên de ye)).

  

HELBEST Û WATEYA WÊ Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 08, 2024 Rating: 5 HELBEST Û WATEYA WÊ Pênûsa Azad- Hijmar-16 Şirove û lêkolîn: Walî Bedelpûr - ÛRMIYE 1. PÊŞGOTIN Têkoşîna ji bo peydakirin û zanîna...

ليست هناك تعليقات: