Heta çi radeyê pêdiviya ziman bi peyvên nû yan jî bi zaravan heye? - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 3 أكتوبر 2023

Heta çi radeyê pêdiviya ziman bi peyvên nû yan jî bi zaravan heye?

 

Heta çi radeyê pêdiviya ziman bi peyvên nû yan jî bi zaravan heye?

 

Nivîsîn: Diyako Hashemi

Wergêran:Ebdûlazîz Qasim

 Pênûsa Azad-H 15

Radeya zêdekirina peyvên nû li ser zimanekî, bi çend hokaran ve girêdayî ye, wek nimûne, li vir li ser pêdivî û pêşveçûna ziman bi peyv û zaravên nû dikarin li ser van çend hokaran rawestin ku karîgeriya wan li ser hewcedariya dirustkirina peyvên nû di zimanekî de heye: 

  1-Pêşveçûna teknolojiya:

Dibe ku pêdiviya teknolojiya nû û pêşkeftinên di zanistiyê de bi dirustkirina peyvên nû hebe ji bo şîrovekirin û ravekirina têgeh û diyardeyên nû, wek nimûne, ku peyvên wekî "Internet", "smartphone" û "blog" ji ber pêşveçûnên teknolojî û ragihandinê di gelek zimanan de bi gelemperî wekî xwe hatine zêdekirin, lê belê, hin têgeh û termên din jî hene ku di pir zimanan de hatine dirustkirin yan jî hatine wergerandin, her wisa ku Kurd jî di vî warî de çalak bûne, bo nemûne di warê IT-ê de, ev zaravên jêrîn bi ciwanî hatine dirustkirin:

(Malper=homepage), (Şekiroke=cookie), (wêbixişok=crawler), (perge= file), (rûmêz=desktop), (renûs=digit), (navê pawan=domain name), (Raje=service), (Rajekar=server), (nerimewale=software), (reqewale=hardware), û li vir ku bi sedan zaravên din wekî van hene lê nikarin behsa wan hemûyan, ji bo bêtir agahdarî li ser van peyvan dikarin Ferhenga IT-ê bixwînin.

2-Guhertina kultûrî:

Guhertin û bizavên çandî jî dibin sedem bo afirandina peyvên nû, car pêdiviya bîroke, mode, celebên muzîkê û diyardeyên civakî bi dirustkirina zaravên nû heye, da ku li ser van mijarên girêdayî bi wan bi karîgerî biaxivin, bo nemûne tar, gîtar, fîlolon, senfonî û hwd.

Di hemû biwaran de, bi berdewamî pêdivî bi zaravên nû hene:

((Takxwazî=Monism, (pawanxwazî=monopolism),(Desthilatxwazî=authority), (lêhat=productivity) û bi dehan û sedan zaravên din.

  3-Cîhangîrî (Globalîzm):

 Cîhangîrî bûye sedem ku pêwendiya di navbera çand û zimanên cuda de zêde bibe, ev yek dikare bibe sedema nasandina peyvên kurdkirî (peyvên ji derve hatine di nav zimanê kurdî) û peyvên nû ji bo derbirîna têgeh û ramanên ziman û kultûrî bikin, yan jî peyv hene ku bi navekî li çaraliyê cîhanê belav bûne: coronavirus, malaria, selfie, internet, Bluetooth, avatar, web, webseminar, hwd.

  4-Zanist û Teknolojî:

 Di zanist û teknolojiyê de, bi awayekî berdewam afrandin û dahênanên nû peyda dibin, ji bo ragihandina van pêşveçûnan, car pêwîstî bi peyvên nû yan zaravên taybetmend heye, mînak:

(Barge=charge) , (karebadoz=elektroskop), (Jimêre=arithmetic), (Jimêrer =calculator), (Bizok=dînamîk).

  5-Nermbûna ziman:

Ziman bi awayekê berdewam di guhertinê de ye û li gorî şert û mercên nû xwe digunce, dikare bi rêya guherandina peyvên kevn, yan jî berhevkirina wan, yan jî bi alîkariya pêşgir û paşgiran peyv û zaravên nû dirust bike.

Kurda ji peyva xişok (craw) zaravekî nû (wêbxişok=Webcrawler) çêkiriye. 

Webxişok bernameyekiyê komputerê ye ku bo lêgerîn û îndêksikirina naveroka malperê û zanyariyên din bi rêya internetê tê bikaranîn.

(Malper,homepage) ji peyva mal û pere hatiye afirandin.

Tê bîra min, demê ku ev peyv yekemîn car hat bikaranîn, di rojên destpêkê de gelek kes li dijî wê rawestan û digotin ku ev peyvek zor seyr û xerîb e, ji bo çi her Engilîzî bikar nayênîn, heta hin kesên din jî li dijî derketin û digotin ku peyva “malper” “werîs: hevsar” bibîr me tîne!  Lê belê bi demê re em hemî dibînin ku cihê xwe girt.

Car heye ku di zimanê kurdî de ji bo dirustkirina peyekî yan bikaranîna peyvekî ji bo têgeheke nû, gelek peyvên din hatine çêkirin û bikaranîn.

Bo nemûne di warê bankevaniyê de kurdan peyva “palpişte” li hember peyva “reserve” diyar kiriye.  Her ev yek bûye bingeh ji bo gelek peyvên din yên wekî:

 Palpiştiya Seretayî= initial reserve,

الاحتياط الاولي

palpiştiya pêguhertina derekî = foreign exchange reserve

احتياطات التحويل الخارجي

Palpiştiya hêza renckêş= Laboure Force Reserve

احتياطي القوى العاملة

Girîng e ku bizanîn ku pêdiviya hemû zimanan bi heman hejmarê peyvên nû nîne. 

Ku hin ziman nermatî di rêzimana wan de heye ku dihêle peyvên nû bi hêsanî dirust bibin yan ji berhevkirina peyvên heyî peyvên nû werin afirandin,  dema ku hin zimanên din tundtir nikarin peyvên nû werbigirin.

Heta ku helwêsta civakî jî roleke xwe heye li ser bikaranîna zimanê xwe li hember pejirandin û qebûlkirin û bikaranîna peyvên nû û tevlîkirin û cihgirtina çend peyvên nû di zimanekî de.



Heta çi radeyê pêdiviya ziman bi peyvên nû yan jî bi zaravan heye? Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 03, 2023 Rating: 5   Heta çi radeyê pêdiviya ziman bi peyvên nû yan jî bi zaravan heye?   ✍ Nivîsîn : Diyako Hashemi Wergêran :Ebdûlazîz Qasim   Pênûsa...

ليست هناك تعليقات: