QEHREMANÊ KURD-Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985). - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 14 سبتمبر 2023

QEHREMANÊ KURD-Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985).

QEHREMANÊ KURD-Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985).

 


SEÎD YÛSIF




Gello ezê çi bibêjim !
Li hember kesayetekî, weke Hesen. ew mirovê mezin bi nav û deng, û afrendêr. ziman tê girêdan, pênûs xwe paşdixe, derûn û can saw digre.tirs û fediyamin, ji van çend hevok, û gotinên kurt, li ser jiyanaeke, demdirêj û dagirtî, bi bûyer û serpêhatiyan, û ked û berheman.... ger û xebat û şer û nivîs û kar..ev aliyek ji aliyê jiyana însane, aliyekî ber bi çave û zor giringe. Lê belê aliyek heye, ew aliyê derûnî (saykolojî). ew ne diyare, veşartîye, xwedî kesayet bi tenaxwe pê zane. û ew bixwejî pir tiştan ji bîr dike, û winda dike. lê belê tu çare nîne.! ji bilî nivîsandin, û ziman, bo em jiyana mirovan tomarbikin, û bidin xuyakirin.

Heger mirov, têkûşerekî leheng be, yan jî serkirdeyekî mîdanî be, yan xebat kare siyasî be, an jî nivîskar û hunermend û ristivan be, an dîroknas û ciyografî be, û civaknas û isnolojî û arkîolojî be...dibe mirov yek van cûran be, an du û sê û..lê dema ku ev kar û xebat û pîşe hemî combibin di kesayetekî de, bi rastî ev asteke di ser asta isanan re ye. Ev mirovekî sopermane weke peyva feylesûfê almanî nîtşê.

Hesen Hişyar : di sala( 1907)an de. hatiye jiyanê, li gundê sêrdê yê bi ser amedê ve tê girêdan, li bakûrê kurdistanê. mezindibe di hembêza malbateke, netewî, bi nav û deng. malbateke derîyê wê vekirî li hember rêwî, û mêvandaran, xwedî ode, û bi nan û xêr, û bêr.
              

_______________________1___________________

Hesen, bi çûkanî dest bi karê siyasî dike, beşdar dibe, di şoreşa, Şêx Seîd sala(1925)an de. weke şervanekî, dûre dibe serekê grûpek çekdar. di şerekî de brîn dibe, û tê girtin, dikeve destê dujminan. dadgeha leşgerî ya ataturk, biryara darvekirinê lê dibire, lê ji ber temenê wî biçûk, ew ceza dibe bi /15/sal zindan. piştî sê salan, biryara, berdana wî tê. sala (1928)an.
Lê belê Hesen aramî di jiyana wî de tuneyê.
Vê carê berê xwe dide şoreşa, Agirî ya bi sergirdayetiya Ihsan nûrî paşa. (1927)an.  ji sala (1929_1933)an.lê mixabin agirê şoreşê vemirî, û dunya li Hesen teng dibe, çare namîne, berê xwe dide, Roj avayî kurdistanê, û karê siyasî berdewam dike, weke endamekî rêzdar di komîteya, (Xweybûn). û dest bi karê Rojnemevanî, û giringiyê dide kultûr û zanyarî, û lêkolîn û nivîsandin.

Bi vî awayî Hesen jiyana xwe berdewam dike, ta ku diçe ser dilovaniya xwedayê mehrîban.
Tu hêz, tu qewet Hesen ne xist ji bilî, mafê mirinê. ewjî çare jêr tunne ye. di sala (1985)an.14_meha eylûlê. Hesen tê veşartin, di goristana, gundê, Dugir yê bi ser tirbe sipiyê tê girêdan, li Roj avayî kurdistan. piştî dirêjbûna 50 salaî, ji kar û xebat bo kurdistaneke serbixwe û azad.
Gelek cara di çûm, Dêrika Hemko, bi basê û min di xwest çavê xwe pîrozbikim bi dîtina gora Hesen...

                                           2
__________________________________________
Hesen bi serbestî, zimanê, erebî, turkî, farisî zanîbû, ji bilî, zimanê kurdî, bi hemî zaravan.
Gotar û têst, di nivîsîn, ji bo sê kovaran : Hawar û Rojanû, û Ronahî. û him di nivîsî bo kovara Wijdan û Hurîyê, di navbera salên (1953_1957)an.
Di sala, (1956)an. Komîta "zanîn û alîkariya kurdî". damezrand, bi abone ya jimarek rewşenbîrên kurd.
Di sala(1966)an.bi tenaxwe, kovara : " Agahî". Amade dikir û /19/jimar derxistin.
 Hesen li dû xwe hişt gelek, berhem, û kitêbên reşnivîs, lê ez gumandikim ku nuha, kar dibe ji bo çapkirina wan. Berhemên Hesen evin:
1_pênc cild ser dîroka kurdî.
2_pênc cild ji bîrhatinan.
3_dîwanên ş'ir:"zeredeşt û ronî". "Bûza û
Kobfoşyos".
4_Felsefa berxwedana niştimanî".
5_ Bang û hewar. Di navbera Zagros û zara.
6_pêşingehên kurdî.
7_kirasê sipî û destê reş.
8_" Deh name"bo serkirdeya şoreşa êlûlê.
9_Bîrhatin".ser şoreşa şex seîd û şoreşa ararat.
10_Wergêrkirina, "bîrhatinên qedrî can beg.
Ev tore û kenzê giranbuha, ew nuha mal û mafê miletê kurde, kevnetorê hemî kurdaye, tê xwestin, ku lêveger û kolan jêre çêbibe, û bê çapkirin, ji bo em sûd û bercewendiyan jê bigrin.
Dilovaniya xwedayê mehrîban û mezin li giyanê te be ey qehreman û nemir: Hesen Hişyar
 
Nivis : Seîd yûsif_gulan/2020/
 

 

QEHREMANÊ KURD-Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985). Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 14, 2023 Rating: 5 QEHREMANÊ KURD- Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985).   SEÎD YÛSIF Gello ezê çi bibêjim ! Li hember kesayetekî, weke Hesen. ew mirovê mez...

ليست هناك تعليقات: