SERKIRDE Û ÇALAKVANÊ SIYASÎ YÊ KURD MIHEMED SADIQ ŞEREFKENDÎ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 15 سبتمبر 2023

SERKIRDE Û ÇALAKVANÊ SIYASÎ YÊ KURD MIHEMED SADIQ ŞEREFKENDÎ

 SERKIRDE Û ÇALAKVANÊ SIYASÎ YÊ KURD MIHEMED SADIQ ŞEREFKENDÎ


SEÎD YÛSIF 



Pêşgotin

Kurdistan têgihek cografî ye, yek perçe ye, ji hev cuda nabe, û hem dibe yek ji kevintirîn xak ku mirov tê de niştecî bûye, û hem jêder û çavkaniya şaristaniyê ye.

Ji dema emperatoriya Mîdiyayê hat rûxandin di sala 550 B.Z  de, ew hîna bi serxwe ve nehatiye, û ne bûye yek Dewlet, loma di heman demên çûyî de: berxwedan û raperîn ne hatine rawestandin, tev ku gelek Dewletên serbixwe hatine avakirin û gellek kesayetiyên navdar, leheng û netewperwer pêşkêşiya doza Serxwebûn û Azadiyê eşkere kirine.

SADIQ ŞEREFKENDÎ: (1937-1992)

-JIYAN Û XWENDIN 

Şerefkendî, yek ji berztirîn çalakvan û siyasetmedarên Kurd de, li rojhilata kurdistanê. di roja /21/ 12/ 1937`an de ji dayik bûye, li gundê Erexê yê girêdayî bi navçeya Bokanê ve, li Ezerbaycanê, lê belê hinek dibêjin ku di sala \1\11\1938`an de ji dayik bûye.

Şerefkendî di malbateke niştimanperwer de jiyan dibe, loma niştimanî di canê wî de şîn dibe, ji bilî ku serdema zaroktiya wî li gel pêşketina karên siyasî û damezrandina Komara KURDISTANê “Mehabad” ”hevkat” bûye, lê di dema zaroktiya wî de, destê niviştarê Bavê wî dikişîne ber dilovaniyê, lewra birayê wî yê mezin Ebdurehman yê nivîskar û Helbestvan ku tê naskirin bi navê: Hejar Mûkiryanî, neçarî serpereştiya wî dibe. 

Şerefkendî, pola yekem û duyem ji xwendina xwe, li bajarê Bokanê bi dawî dike. Paş re malbata wî koçî Mehabadê dibe û li wî bajarî xwendina xwe ya seretayî û navendî bi dawî dike, û lîseyê li bajarê Tewrêzê (Tebrîz) werdigire, di sala 1959`an de, belgeya dîploma bilind di kîmyayê de ji Zankoya Tehranê werdigire, weke yekemîn şagirtê zîrek di nav asta hevalên xwe de. 

Sala 1972`an berê xwe dide Fransayê, û piştî xwendina çar salan, bawernameya Diktora di kîmyaya Analîz de ji zankoya Parîsê werdigire, loma Şerefkendî, bi çar Zimanan daxivî, Kurdî, Farisî,Ezerî, Fransî. 

HÎNDEKARÎ Û XEBATA SIYASÎ

Dema Şerefkendî dîploma bilind dixwîne, û derçûyî zankoya Tehranê dibe, ew di wê salê de, mijûlî hîndekarê kîmyayê dibe heta sala 1965`an li bajarên Urmiyê û Mehabadê li Rojhilata Kurdistanê, lê ji ber ku Şagirtên wî hemî biserdikevin, qebûl dibin û gihiştin zanîngehê, lewra ev yek bala “Savaka” Rêjîma şah dikişîne, û bi wê sedemê ew dikeve bin çavdêriya wan, û herweha wî dûr dixin ji herêma Kurdistanê, û vediguhêzin bajarê EREKê, û paş re bajarê Kereçê.

 Di sala/1970/ de dibe weke karmendê asîstanê beşê kîmyayê, lê belê, weke me berê eşkerekir ku Şerefkendî koçî Fransayê bû di sala 1972`an de,  

Êdî derfet çêbû ku di sala 1973`an de Dr. Ebdurehman Qasimlo li Parîsê bibîne, dema ku ew mamosteyê ziman û kultûra Kurdî bû li Zanîngeha Sorbonê, xweş nasî di navbera wan de saz dibe, û hem bername û rêbaza PDK-Î ê xweş nasdike, bi vî awayî dibe yek ji endamên herî berz û çalak di Partî Demokratî Kurdistan-Îran de.

Şerefkendî gelek kar û xebatê ji bo partiya xwe dike, û gelek astengiyan jî dikişîne, ji bo pêkanîna amancên ku Partiyê dispartin wî, loma gelek caran jî, jiyana wî dikeve bin metirsiyê.

Piştî wergirtina bawernameya Doktora, di sala 1976`an de, Şerefkendî vegeriya Tehranê û dibe mamoste li zankoya Tehranê, lê ji aliyê siyasî ve jî, ew dibe weke nûnerê Dr. Qasimlo û berpirsê Partiyê, li seranserî xaka welatê xwe, lê piştî têkçûna rêjîma şahtiyê û serkeftina şoreşa hemî gelên Îranê dijî Rêjîma Şahtiyê, Şerefkendî beşdarî Raperîna tevgera gellê kurd dibe, ya ku dibe amanc ji aliyê rêjîma Xumeynî ve.

Paş re, Dr. Şerefkendî, tê hilbijartin weke endamê komîteya navendî, ya PDK-Î, di kongirê çarem de. 

Di Sala /1980/ de, Dr. Şerefkendî tê hilbijartin weke Endamê Deftera siyasî, ya PDK-Î û wisa berdewam dibe, heta sala 1986`an ku hat hilbijartin weke Cîgirê Dr. Ebdirehman Qasimlo  Sekreterê Partî Demokratî Kurdistan.

Di sala 1989`an de, dema şehîdbûna Dr. Qasimlo, şerefkendî tê hilbijartin bidengê giştî ji aliyê hevalên wî ve, weke Sekreterê giştî yê PDK-Î.

CENGA RÊJÎMA ÎSLAMÎ ÎRANÎ Û PÎLANÊN WÊ DIJÎ KURD Û KURDISTANÊ

Dema şoreşa gelên Îranê biser dikeve, hêviyên mezin çêdibin bo mafê mirovahî û demokratiyê, lê mixabin derfeta serkeftinê li ber Îslamiyan, bi rêberiya Ayetullah Xumeynî vedibe û firehtir dibe.

Ji aliyê gelê Kurd ve jî, derfetek dîrokî bû, loma Dr. Qasimlo dikoşe bi şêweyekî aştiyane, bo pêkanîna mafê milletê Kurd, lê dîsa mixabin rêjîma îslamî ya olperest, vê dozê, ne yasa dibîne, bi sedema ku îslam olek mafê hemî gelan diparêze, bi vî awayî Kurd neçarî serhildanê dibin bo mafên xwe yên rewa, lê vê carê Xumeynî FITWA kuştina Kurdan Rewa dike, û fermanê dijî wan radigihîne û hem Cenga “MÛQEDS” pêk tîne di bin sîya: ALCÎHAD dijî KUFARAN.

Êdî kurdistanê bi firoke, tang û topan bombebaran dikin, paş re Rêjîma îslamî Qasimlo dixapînin bo gotûbêj û çareseriya doza Kurd, lê ew pîlanek mezin bû, bo kuştina wî di /13/7/1989`an, li Viyênayê paytexta Nêmsayê.

Bi vî awayî, Dr Şerefkendî dibe Sekreterê PDK-Î, lê hezar carî mixabin, destê Sîxurên Rêjîma Îranê yên qirêj û Olperest, Şerefkendî û sê Hevalên wî: Fetah Ebdûlî, Hemayon Erdelan û Nûrî Dehkerî kuştin, di /17 ê êylûlê sala 1992`an de, dema weke şandeke Kurdên Rojhilatî Kurdistanê çûbûn Berlînê, bo beşdariya Kongirê Sosyalîst yê Navdewletî bo dengê gellê Kurd bighînin Dewletên Cîhanê.dema ku li Kafîtêrya Mîkonos ya Yonanî bûn.

Termê Şerefkendî û Hevalên wî têne veguhestin bo Parîsê, û li Goristana Gewreyan tên binAxkirin, ji bilî termê Nûrî Dehkerî yê ku bi nijadê xwe Îranî bû. 

Şerefkendî, sê Zarok, û KENZekî pir mezin û buha li pey xwe hiştin ji niştimanperweriyê û Xebat û Serbilidiyê.

Jêder û çavkanî : 

-Malpera Bernamegeh, Kurdî :

Jiyana Dr.Mihemed Sadiq Şerefkendî :24/9/2021

-Wîkîpêdiya, Mihemed Sadiq Şerefkendî siyasetmedarê Kurd

-ويكيبيديا، التمرد الكوردي في ايران /٢٨/٨/١٩٧٩/

SERKIRDE Û ÇALAKVANÊ SIYASÎ YÊ KURD MIHEMED SADIQ ŞEREFKENDÎ Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 15, 2023 Rating: 5  SERKIRDE Û ÇALAKVANÊ SIYASÎ YÊ KURD MIHEMED SADIQ ŞEREFKENDÎ SEÎD YÛSIF  Pêşgotin Kurdistan têgihek cografî ye, yek perçe ye, ji hev ...

ليست هناك تعليقات: