- Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 26 يوليو 2023

Pirsename


Şeva 25/26.07.2023an, ji nav me Helbestvan û Zimanzan û ronkarbîrê Kurd Dr. Feyzullah Xiznewî, konê xwe bi yekcarî barkir û çû ber dilovaniya Xwedayê Mezin, bi vê boneya xemgîn, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Pirsenameyek weşand û têde Pirse û Sersaxiya xwe da Xêzan û Malbata Xwedêjêrazî, ev jî tekista wê ye: 

Bi xem û kovaneke mezin, me nûçeya wexera dawî ya Zimanzan, Helbestvan û Ronakbîrê kurd Dr. Feyzullah Xiznewî yê navder bi (Homend Hadar) bihîst.

Bi vê nûçeya xemgîn ya bi wexera Dr. Feyzullah Xiznewî dûr ji Welat ji Axa Bav û Bapîran, Em bi navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan, Pirse û Sersaxiya xwe arastey malbata Xiznewî ya rêzdar dikin û daxwaz û hêviyan ji Xwedayê Mezin dikin ku Xwedêjêrazî bi Behişta berîn şad bikî û hedar û aramiyê bide Xêzana wî û tevaya malbata Xiznewî.

26ê Tîrmeh 2023

Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan  



Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 26, 2023 Rating: 5 Pirsename Şeva 25/26.07.2023an, ji nav me Helbestvan û Zimanzan û ronkarbîrê Kurd Dr. Feyzullah Xiznewî, konê xwe bi yekcarî barkir û çû ber...

ليست هناك تعليقات: