Dr. Feyzullah Xiznewî (1956/25.07.2023) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 26 يوليو 2023

Dr. Feyzullah Xiznewî (1956/25.07.2023)

Dr. Feyzullah Xiznewî (1956/25.07.2023)




Şeva borî 25ê Tîrmehê, Helbestvan û Zimanzanê Kurd Dr. Feyzullah Xiznewî yê naskirî bi (Homend Hadar)  li Fransa di temenê 67 saliyê de koça dawiyê kir.

Dr. Feyzullah Xiznewî, li sala 1956 li gundê Tilmarûf yê girêdayî Qamişlo jidayîk bûye, ew ji malbata “Xiznewî” ku li seranserê Rojavayê Kurdistanê naskirî ne.

Di destpêka jiyê xwe de, fêrî fiqh û oldariyê bûye, paşê li zanîngeha Helebê beşa ziman û wêjeya Îngilîzî qedandiye û paşî bawernameya diktoriya Pizîşkî ji Zanîngeha Helebê bidestxistiye.

Xiznewî herî zêde guh daye Zimanê kurd û babetên wêjeyî û felsedeyî ku di warê felsefî û olî de bo xwe rêbazek cuda hebû bi navê "dirustmanî", û di sala 1988an de ji ber zilm û stemkariya dezgehên ewlekariya Sûriyê koçberî Fransa bûye, li Enstîtuya Kurdî li Parîsê bûye mamostayê Zimanê Kurdî, zêdebarî şarezaya wî bi çend zi.anan wek: “Îngilîzî, Fransî, Erebî, Spanî, Farisî, Almanî û Tirkî.”

Hêjayê gotinê ye ku hindek helbestên wî bi awaz û stran ji aliyê hunermendên kurd wekî hunermendê mezin Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Zoro Seîd Yosif û Ebdulqadir Silêman ... hatine gotin. 

Ebdûlazîz Qasim




Dr. Feyzullah Xiznewî (1956/25.07.2023) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 26, 2023 Rating: 5 Dr. Feyzullah Xiznewî (1956/25.07.2023) Şeva borî 25ê Tîrmehê, Helbestvan û Zimanzanê Kurd Dr. Feyzullah Xiznewî yê naskirî bi (Homend Hadar...

ليست هناك تعليقات: