Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 29 يوليو 2023

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist 


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Komîteya Ragihandinê
Li rêkeftî 29-7-2023an li bajarê Qamişlo li hola Efrînê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist bi amadebûna 52 endaman li hundir û 52 endam ji herdû nûneratiya ya Ewropa û Herêma kurdistanê di rêya Zoomê re.
 Piştî pêşwazî û rawestandina li ser giyanên şehîdên kurd û kurdistanê û sirûda niştimanî Ey reqîb, serokatiya konigir hat hilbijartin.
Li destpêkê serokatiyê çend xal ji bo karê xwe yên sereke destnîşan kir paş re belgefilmek li ser kar û barê yekîtiyê di qonaxa bûrî de ji bal mamosta Berzan Hisên ve hat weşandin.
Herweha hat pêşniyar kirin ku navê kongir bibe kongirê Endamê Yekîtiyê nemir Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn). ji ber keda wî di warê wejeya Kurdî de. 
-Li gotina serokê berê yê yekîtiyê Mamosta Liqman Yûsif ji kongirê bûrî ta yê nû hat guhdarî kirin.
-Çend birûsk û pîrozbahî hatin xwendin ji wan:
-Emer Koçerî-Ferhad Haco-Tevgera xwebûn-Rêzan Şêxo-Hesen Silêvaneyî,Liqê Dihokê û mamosta Reşad Bîco û Sekretêrê Şepêla pêşerojê.
-Pêşnûmeya peyrewa navxweyî ji layê komîteya amadekar hat pêşkêş kirin
-Rêpêdan û derfet dan ji bo endaman ku pêşniyarên xwe diyar û gengeşe bikin ji bo dengdanê.
Paş re çend xal di peyrewa navxweyî de hatin biryardan li gor dengdanê hatin guherîn:
Yek ji wan biryaran ku şûna herdu şaxên herêma Kurdistanê bibin Nûnertiya Yekîtiyê li Herêma Kurdistanê.
Her wesa komîteyek hat hilbijartin ji 6 endaman ji bo xalên hatîn zêde kirin û pejirandin di peyrewa navxweyî de. 
-25 endam 5 ji wan ji nûneratiya Ewropa, û sê endam ji bo nûneratiya Herêma kurdistanê hatin destnîşan kirin.
-Dengdana endamên xwe kandîd kirîn ji bo rêvebiriya nû yên serkeftî hatin pejirandin.

Qamişlo 29-7-2023




 

 

  

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 29, 2023 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist  Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Komîteya Ragihandinê Li rêkeft...

ليست هناك تعليقات: