SELAH OSÊ 1955-2018-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-R-P179-Luqman Yusif - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 11 مارس 2023

SELAH OSÊ 1955-2018-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-R-P179-Luqman Yusif

SELAH OSÊ
1955-2018-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-R-P179-Luqman Yusif



Ji malbatek e welatparêz û oldar,li gundê Til şe'îra aşî- tan yê girêdayî iyaleta Tirbespiyê di sala 1955an de Selahedîn yê ku navdar bû bi Selah Osê ji dayîk bûye.
Bi ser ku bavê wî kesayetek oldar bû û gelek dixwest ku kurê wî Selah berdewam be dixwendina xwe de, û pey zanistê bi keve,lê berevajî helwesta bavê wî hest û nestê wî ji bi çûkaniya wî ve girdayên mûzîkê bûn û jê re bûbû xewn ku ew di vî warî de bighe armanca xwe,ji lewma ewî ev rê ji xwe re hilbijart û hêdî hêdî bi pêpelûkên hunerê ve bi banî ket ta ku bû sitêrek geş di asîmanê hunera Kurdî de û vedenga awaz û sitranên wî li hemî deverên kurdan veda,nemaze di nav nifşê cwanan de.
Wek ewî di gelek boneyan de digot û tanî ziman ku bandora Se'îd Yûsif,Mihemed Şêxo,Mehmûd Ezîz û Se'îd Gabarî lê bûye, lê wek ji şêweyê wî di sitran û awazan de dihat xuyakirin ku bi hilbjartina wî ji rengê sitranê re taybetmendiyek wî ciyawaz hebû.
Selah Osê di jiyana xwe de bihtirê gotinên sitranên xwe ji helbestên helbestvanên navdar mîna Cegerxwî- n,Seydayê Tîrêj,Bê buhar û hd dihilbijartin,û bihtrên sitranên wî ji berbihevkirin û awazên wî bûn.
Selah osê kevnetor û folklorê Kurdî paşguh ne kir,ji lewma ew di ber sitrana Kurdî re û di riya Komên folklorî re guhdan bi kevnetorê gelê xwe dikir û dam- ezirandina wî ji koma Hilat re li şama Paytext di salên heştêyan de ji sedsala bihûrî û her weha piştî vegera wî li bajarê Qamişlo û di sala 1983an de li gel çend keç û xortên çalak de koma Xanî ya folklorê Kurdî damezirand ku di hemî ahengên netewî de beşdard- ibû û kevnetor û folklorê Kurdî pêşkêş dikir.
Di jiyana xwe ya hunerî de bi dehên sitranên cûr be cûr ji netewî,evînî û civakî afirandin û ew sitranên wî yên navdar wê li ser zimanên ciwanan û di hişê wan de bimînin wek e:
Biska ji ser çava hilê,kehniya ava heyatê,ey şivanê pe- z,silavê te gihane min,miştaqê te me,tu şêrînî û ji bilî wan.
Selah osê bi ser ku jenîna bihtir ji amûrek e mûzîkî bi kar tanî lê ew pir girêdayê tembûrê bû û ew sembola kevnetorê Kurdî didît.Ne tenê ew tembûrvan bû lê belê ew bi karê afirandin û pîşesaziya wê jî di rabû û ji xwe re li bajarê Qamişlo cîgehek vekirbû ji bo vê meremê.
Di jiyana xwe de guhdan bi mal û diravan ne dikir û ne jî bi hunera arzan.
Ew gelekî bi xaka welat ve girêdayî bû û bi taybet Qa- mişlo û gelek caran tanî ziman ku ew mîna masiyekî ye û Qamişlo jê re av e,ji lewma çendên caran ewî se- rdana welatên Ewrupa dikir lê li wir dom ne dikir û li Qamişlo divegereha.
Di roja pêncşemê 7-6-2018an de û piştî salekê ji nex- weşiya penceşêrê ew li bajarê Qamişlo çû ber dilova- niya Xweda û li gundê Til şe'îrê bi axê hate sipartin.




SELAH OSÊ 1955-2018-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-R-P179-Luqman Yusif Reviewed by kaniwarhaci on مارس 11, 2023 Rating: 5 SELAH OSÊ 1955-2018-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-R-P179-Luqman Yusif Ji malbatek e welatparêz û oldar,li gundê Til şe'îra aşî- tan yê girêdayî iya...

ليست هناك تعليقات: