ELÎ TICO 1930-2012-JI BÎRDANKA DÎROKÊ -RP174-Luqman Yusif - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 11 مارس 2023

ELÎ TICO 1930-2012-JI BÎRDANKA DÎROKÊ -RP174-Luqman Yusif

ELÎ TICO
1930-2012-JI BÎRDANKA DÎROKÊ -RP174-Luqman Yusif 



Hunermendê çiyayê Kurmênc î navdar,Mihemed Elî Tico yê bi navê Elî Tico navdar bûbû û wek sitûnek se- rek e bû di hunera Kurdî de yê ku di taybetmendiya xwe ya hunerî de bi ciyawazî dihat naskirin.
Li gundê Hesen Dêra li navçeya Efrînê di sala 1930î de çavên xwe li jiyanê vekirin,û di roja 17ê meha didiwan de ji sala 2012 an koça dawî kir û li gundê xwe yê ku lê ji dayîk bûbû çû ber dilovaniya Xweda û li goristana gund bi xakê hate sipartin.
Elî Tico yê ku bandora nehwiranda dayîka wî li ser her du birayên wî ku ji pêş ve tavête ser wan di ber kar û bizava di nav zeviyên zeytûnan de lê bûbû; ew her du birayên wî ku di leşkeriya Ingilîz de bê pêjin bûbûn û

nebedî bûbûn. Ew nehwirandina xemgîn bû sedema serek e ku ew amûra tembûrê mîna çekekî bavêje ser milên xwe û di rêya ahengên wê re kul û derdan ji dil derxe.
Elî Tico di jiyana xwe ya hunerî de gelek bandor li der- dora xwe kir û vedenga hunera wî li her deverên Kur- dan veda.
Di pêvajoya xwe ya hunerî de 103 sitran afirandin û di dehên aheng û bûneyan de beşdarbû,û ji wan aheng û boneyan ya ku ji layê komela YONISKO ve hate vex- westin û pênc sala li ser hev li ser daxwaza ewê kom- elê serdana Fransa û Holenda dikr û li wir bi amûra
tembûrê beşdar dibû.
Elî Tico di jiyana xwe de dikarîbû bandorê li malbata xwe bike ku di encamê de hijmarek jê bide ser rêya wî ya hunerî û di pey wî re bûne hilgirê nameya wî ya m- irovahî.
Ewî dikarîbû di rêya xebatek bê rawestan de sitrana Kurdî ya resen biparêze û hezkirina gel ji kevnetorê wî re bihêle berdewam.
Elî Tico bi ser ku derbasî tu dibstanên xwendinê jî ne bûbû lê ew mîna feylesûfê herêma xwe dihate nirxan- din,û ji ber behweriya wî ya bê hempa bi doza gelê wî

û heskirina wî ji Kurdistanê re ewî gelek sitranên net- ewî saz dikirin û di nav gel de diweşandin,û ev dibû astengî jê re û ew tûşî binçavkirinê dikir û di girtîgeh- ên ewlekariyê de rastî lêdan û îşkencê dikir,lê bejnek weke ya wî bilind û xwedî behwerî ti carî ne dihat çi- mandin û ji rêya rast ne zîvirî.
Elî Tico dikarîbû pirtûkxaneya sitrana Kurdî zengîn bi- e û wek nimûne sitrana wî ya Şêx Se'îd wê bimîne na- vnîşan ji pêvajoya wî re.



ELÎ TICO 1930-2012-JI BÎRDANKA DÎROKÊ -RP174-Luqman Yusif Reviewed by kaniwarhaci on مارس 11, 2023 Rating: 5 ELÎ TICO 1930-2012-JI BÎRDANKA DÎROKÊ -RP174-Luqman Yusif  Hunermendê çiyayê Kurmênc î navdar,Mihemed Elî Tico yê bi navê Elî Tico navdar bû...

ليست هناك تعليقات: