FERHADÊ IÇMO 1960-2017 - JI BÎRDANKA DÎRO-Luqman Yusf - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 10 مارس 2023

FERHADÊ IÇMO 1960-2017 - JI BÎRDANKA DÎRO-Luqman Yusf

FERHADÊ IÇMO 
1960-2017 - JI BÎRDANKA DÎRO-Luqman Yusf




Ew kurê Ebdulbaqiyê Ibrahîm e(Içmo).Di sala 1960î de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. 

Qamişlo ev bajarê ku Ferhadê Içmo di nav pêlên evîna wê de avjenî dikir û ji bo wî li Qamişlo her çar dems- alên salê buhar bûn,lê mixabin ew ji wê buharê têr ne bû û di buhara temenê xwe de rastî payîzek e nişkav hat û ji jiyanê barkir. 

Ewî xwendina sereta ta lîsa li dibistanên Qamişlo bi dawî kirin û paş re dîploma endezyariya şehrestaniyê di sala 1984an de wergirt. 

Piştî heşt salan ji karê endezyariyê ewî dest ji kar kiş- and û xwe ji wêje û kurdperweriyî re valakir,lewra ewî dikarîbû berhemdariyek pir bi nirx ji pirtûkxaneya Ku- rdî re bihêle û gelek caran ji dezgehên rewşenbîrî bê xelatkirin û xelata dawî jê re di sala 2017an de ya Yek- îtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya bû. 

Hestên Ferhad yên nazik û naverokên helbestên wî ku gelek guncaw bûn bibin sitran,û hiştin gelek hunere- mendên navdar ewan helbestan bi awaz bikin û bisti- rênin,mîna: 

Mihemed Şêxo,Adil Heznî,Selah Osê,Şeyda,Sefqan, Ronî can û ji bilî wan. 

Ferhadê Içmo bi sedema nexweşiya penceşêrê di sala 2017 li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xweda û li goristana Hilêliyê bi axê hate sipartin. 

Berhemên wî: 

1-Lêmişta zozan.Helbest.1988 

2-piştî çi...Helbest.1995 

3-Evîna te.Helbest.1998 

4-Landik1.Helbestên zarokan.1998 

5-Landik2.Helbestên zarokan.2002 

6-Qêrîna yekemîn.Helbest.2005 

7-Pelê sipî.Helbest.2000 

8-Rû li rû.(Hevbeş bi S.Mihemed re) 



FERHADÊ IÇMO 1960-2017 - JI BÎRDANKA DÎRO-Luqman Yusf Reviewed by kaniwarhaci on مارس 10, 2023 Rating: 5 FERHADÊ IÇMO  1960-2017 - JI BÎRDANKA DÎRO-Luqman Yusf Ew kurê Ebdulbaqiyê Ibrahîm e(Içmo).Di sala 1960î de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye....

ليست هناك تعليقات: