FERHAD ÇELEBÎ 1961-2004-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-Luqman Yusif - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 10 مارس 2023

FERHAD ÇELEBÎ 1961-2004-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-Luqman Yusif

 FERHAD ÇELEBÎ
1961-2004-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-Luqman Yusif




Li bajarê Amûdê,di landika wêje û çandê de di sala 1961ê helbestvan û çîroknivîs Ferhadê Çelebî hate jiyanê.

Ne tenê çîroknivîs û helbestvan bû,lê belê ewî guhd- an bi hemî cûreyên wêjeyê dikir,ji lewma di ber çîrok û helbestê re serpereştiya hin kovaran mîna Zanîn, Buhar û Gulistan dikir ev ji bilî ku ew ji derçûyên zan- koyê bû di beşê abûrî de.

Ferhadê çelebî bi zîrekbûna xwe ya di warê wêjeyê de pence- muhra xwe li dîroka wêjeya Kurdî li Kurdistana Sûrya xist û ji ber bizav û keda wî ew gelek caran ji layê dezgehên rewşenbîrî û wêjeyî ve hate xelatkirin û ji wan xelatan:

-Xelata komela Xanî ya rewşenbîrî li Helebê di sala

1994an de.

-Xelata mihrecana helbesta Kurdî di sala 2002an de.

Ji bilî hûnana helbestê û nivîsandina çîrokê Ferhad di warê wergerê de jî bi serketî bû û hijmarek ji berhem- ên Erebî ji bo zimanê Kurdî wergerandin.

Ji berhemên Ferhadê Çelebî:

1-Helbesta Kurdî(Nerînek taybet).

2-Kovarên Kurdî yên qedexe.

3-Yara min.

Di roja 31-10-ji sala 2004an de di bûyerek hat û çûnê de li ser riya Helebê li gel herdû birayên xwe Zubêr û Şêro çu ber dilovaniya Xweda,û di roja 1ê meha 11an bi beşdariya cemawerek balkêş li goristana Amûdê bi xakê hate sipartin.



FERHAD ÇELEBÎ 1961-2004-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-Luqman Yusif Reviewed by kaniwarhaci on مارس 10, 2023 Rating: 5  FERHAD ÇELEBÎ 1961-2004-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-Luqman Yusif Li bajarê Amûdê,di landika wêje û çandê de di sala 1961ê helbestvan û çîroknivîs Fe...

ليست هناك تعليقات: