Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 4 نوفمبر 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist

Îro, roja înê 4.11.2022, li bajarê Qamişlo, li ofîsa PDK- S, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh li gor peyrewa navxweyî bi amadebûna desteya cîbicikar, desteyên şxan li hundirê welat, herdû şaxên Kurdistanê - Duhok û Hewlêr û nûneratiya Uropa hat lidarxistin.

Civatê destpê kir bi xuleyeke bêdengî li ser hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê û hemî pêşengên ku rahiştibûn pênûsê û jiyana xwe qurbanî wêje û edebiyata kurdî kirin. 

Her wiha civat berdewam bû bi guftûgokirina van xalan:

1- Xwendina raborta desteya cîbicîkar ji layê serokê Yekîtiyê ve mamoste Luqman Yûsif. 

2- Xwendina raporên hemî şax û nûnertiya yekîtiyê, kesên xwendin ev bûn:

1- Dêrik- Ehmed Sofî. Endamên desteya cîbicîkar. 

2- Girkêlegê û Çilaxa- Qasim Mer'îka. Serokşax

3- Tirbespiyê- Selah Beyro. Serokşax.

4- Hesekê- Syfedîn Qadirî. Serokşax.

5- Dirbêsiyê- Selah Mîrza. Serokşax.

6- Amûdê-  'ebîr Dirê'î. Serokşax.

7- Qamişlo - Fêsel Qadirî. Serokşax.

8- Duhok- Vanês Mîranî. Serokşax.

9- Hewlêr. Elî Şêxo. Serokşax.

10- Uropa - Ebduleziz Qasim. Berpirsê çalakiyan.

3- Rewşa rêxistinî.

4-  Têkiliyên yekîtiyê bi giştî.

5- Têbînî û pêşniyar.

6- Danîna nexşerêyek ji bo pêşeroja Yekîtiyê.

7- Kongirê yekîtiyê ku dê lidar bikeve di dema xwe de.

8- Rewşa kovara Pênûsa Azad, hat xwendin ji layê mamoste Birahîm Qasim ve, Endamê desteya nivîsînê.

9- Rewşa ragihandinê, hat xwendin ji layê mamoste Muhemed Ebdê ve , berpirsê giştî û berdevkê fermî yê yekîtiyê.   

Hêja ye gotinê guftûgoyên pir dirêj û bi nirx hatin kirin ji bo çawaniya bilindkirina asta yekîtiyê di hemî waran de, ziman, wêje, kultûr, çapkirin û têkilî. 

Di dawî de spasiya hemî endamê yekîtiyê hat kirin li ser berdewamiya wan di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya 

Qamişlo

4.11.2022 



Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 04, 2022 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist Îro, roja înê 4.11.2022, li bajarê Qamişlo, li ofîsa PDK- S, Yekîtiy...

ليست هناك تعليقات: