Xwendinek kurt di nav tipên pexşana «Hemêza Şevê» de - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 2 نوفمبر 2022

Xwendinek kurt di nav tipên pexşana «Hemêza Şevê» de

Xwendinek kurt di nav tipên pexşana «Hemêza Şevê» de

 pînûsa Azad -hijmara 12`an

Fatima Yûsif Mihemed                                 Ebdussemed Mehmûd

Ez ê vegerim û bawer im ku şûnwarên te dîroka min e, ez ê vegerim şevê û riwê heyvê  ramûsim , ez ê vegerim li ber pencera evîna te çirisk bidim û tîrêjên xwe bavêjim, mîna roka sibê,

Bi baweriyeke xurt bi vegerê tevlî ku tariye,  lê bawerî û dîrok û heyva ronîdar moralan xurt dike ku vegere, wesa jî poşmanî xwe di nav tîpên hêviyan de vedişêre.

lê çawa ku penaberiya ji welat dibin zext û fişaran de hat, ku hişte Evîn jî bibe penaber...bê çawa bandora xwe li her tiştî kir ? Evîn jî di koçên penaberiyê de, di nav pirs û pirsiyariyê de winda bû!

girêdana penaberiyê bi hev ve, welat û evîn, vêna baweriyê dûpat û rewa dike.

Di vê deqa wêjeyî de , nivîskar Fatima Yûsiv hizr û ramên xwe kom dike û li moxila dîrokê dixe, hewl dide ku  xewnan bihûne û wan  ber bi jîwariyê ve bajo, lê bitirse ku sînga evînê li ber hêviyên dilşewat girtî be!

Ev pexşan bi pênûseke dilsoz hatiye ristin, ku derberîna hêvî û êşên rojane dike, xwe li bejna baweriyan dihûne, bi zimanekî resen û peyvên nazik Fatima hizr û ramanê xwe diyar dike.

Heger em li hember deqê  rawestin, dê bibînin ku mîna tabloyeke şêwekar bi rengan daxive, peyvên nazik û evînê di nav têlê mûzika dil re dibûrin, û di dawiyê de tabloyeke hevgirtî ji hêviyên xwe bi baweriyan distirê mîna balindeyê ku ji bilî hêlîna wî war jê re nîne,

Fatma tevlî ku carna di nav peyvên bêhêviyê de noq dibe, lê baskên xwe ji çibpikên giravê  paqij dike, baweriya xwe bi welat, bi dîroka evîna xwe nû dike.

Ku vegere û divê vegere ji bo ku li ser lêvên dapîr û bapîran semayê dike.

 

((Hemêza Şevê))

 

Fatima Yûsif Mihemed

Hewlêr 10/8/2022))

Tu cudahî di navbera

Koçberî yê de nîne

Duh  ez koçberê welatê xwe bûm

Îro koçberê evîna te me

Lewma dixwazim  vegerim

Hembêza şevê

Ta ku  rûyê heyvê  ramûsim

Belkû ne hêle  û razî nebe

 

Dixwazim vegerim

  Ji bo liber pencera evîna te

Rawestim

Mîna  roka  sibê

Dixwazim vegerim

  Ta ku di nav xewnên te de  xwe Bigevêzim

Axxxxxx

Wê çendî xweş be ku tu  disan deriyên Çavên xwe  ji min  re veke

Wê çendî xweş be

Ku tu bihêle di nav baxên singa

  Te  de dîsan şîn bibim

Erê  erê

Her hêvî dimînin hêvî

Lê her bawer im ezê vegerim

Her hêviya min ew e

Ku ezê vegerim

Lê hêvî her di mînin hêvî

Bawer im  dastana evîna me

Wê bimîne dîrok

Wê bimîne mîna çîrokên bav û kalan

Li ser zimana bên  hûnandin

Ez bawer im ezê vegerim

Ji ber  her teyrek  li şûnwarên xwe Vedigere

Dilê te  ew  hêlîna evîna min e. 



Xwendinek kurt di nav tipên pexşana «Hemêza Şevê» de Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 02, 2022 Rating: 5 Xwendinek kurt di nav tipên pexşana «Hemêza Şevê» de   pînûsa Azad -hijmara 12`an ...

ليست هناك تعليقات: