Ebdulhekîm Muhemed - Rêziman- Cureyên dengan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 5 نوفمبر 2022

Ebdulhekîm Muhemed - Rêziman- Cureyên dengan

 

Ebdulhekîm Muhemed - Rêziman- Cureyên dengan

Pênûsa Azad Himara 12`an 


 





1. Dengsazî:

Lêkolîna deng û lêvkirinên ziman e, ravekirin, pêkhatin û pêşkêşkirina dengên axaftinê ye.

Di rastnivîsa (ortograf) kurdî de, heman tîp timî ne heman nirxandina dengsazî ye.

Nivîsandina dengsaziyê ew e ku nexşa ziman girêdayî ye bi lêvkirinê ve: mînak: [nᵻvɪsɑndᵻn] ji bo bêjeya ''nivîsandin''.

Deng jî ew bayê ku ji pişika mirov derdikevê û bi alîkariya gelek endamên dengî ku emê wan dûv re binav bikin dibine dengek û ji dev derdikevin ta ku bikevine guhê mirov de.

Deng dema ku têne nivîsandin di rêzimanzaniyê de binavlêkirina ''tîp'' têne nîşankirin, lê di zimanzaniyê de wek dengsazî têne nîşankirin.

Bêguman, li gorî elfabeya latînî tîp bi du şêweyan têne nivîsandin; hûrdek û girdek, û du cure ne jî; dengdêr û dengdar, ji xwe tîpên kurdî (31) in.

Tîpên girdek: A, B, C, Ç, D, E, Ê, F, G, H, I, Î, J, K, L, M, N, O, P, Q, R, S, Ş, T, U, Û, V, W, X, Y, Z.

Tîpên hûrdek: a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z.

Tîpên dengdar: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z.

Tîpên dengdêr: a, e, ê, i, î, o, u, û.

Li gorî tîpan emê dengsaziya kurdî nîşan bidin, her wiha emê cîderk, awayê vebûna dev û asta derketina dengan jî diyar bikin.

Lê berî her tiştî pêwîst e em wêneya an ku sişêma alavên (endamên) dengî destnîşan bikin.

Alavên dengî tê bi wateya endamên axaftinê, yanî mîkanîzim an şêweya bilêvkirinê.

Cihê dengan: dengdar, dengdêr, nîvdengdêr.

Wêneya spartinê




Bi zimanê kurdî, fransî û ingilîzî navlêkirinên wêneyê li gorî nîşanên di wêneya spartinê de.

1-Pişik, le poumon, lung.

2-Çîtika bayî (heftik), la trachée, trachea (windpipe).

3-Dengejê (têlên dengî), les cordes vocales, vocal cords.

4-Qirik, le larynx, larynx.

5-Sorişk (rêçika xwarinê), œsophage (le passage du mets), oesohagus (food passage).

6-Kerkerînek, l'épiglotte, epiglottis.

7-Zengelor, le pharynx, pharynx.

8-Zimankê biçûk, la luette, uvula.

9-Ezmandeviya nerm, le palais mou, soft palate (velum).

10-Ezmandeviya hişk, le palais dur, hard palate.

11- Bidû, les alvéoles, teeth ridge (alveolar).

12- Diranê jor û jêr, les incisives supérieures et intérieures, teeth.



 13- lêva jor û jêr, les levres supérieures et intérieures, lips.

15- Şkefta difinî, cavité nasale, nasal cavity.

16- Şkefta devî, cavité buccale, mouth cavity

17- Şkefta bayî, cavité phonotoire, aerial cavity.

 

 

…………………………………………….


 

Dengsaziya kurdî

Zimanê kurdî jî mîna her zimanekî di cîhanê de, deng û rengên tîpên wê hene an ku dengsaziya wê heye (fonêtîk), ew jî bi vî rengî ye.

Tîpên dengdar:

[ b ] b = bav, mihabad, kezeb [ ǩзzɜb ]

[ ] c = cam, encam, merc [ mɜɾ ]

[ ] ç = çar, çil(40),parçe, çûn [ un ]

[ ] ç = çav, çil(balinde), nûçe, xaç [ xɑ ]

[ d ] d = dil, jêder, sûd [ sud ]

[ f ] f = fermî, derfet, maf [ mɑf ]

[ g ] g = gengeş, surgûn, heng [ hзng ]

[ h ] h = hemrîn, bihnok, dezgeh [ dзzgзh ]

[ ʒ ] j = jiyan, hejar, gêj [ gɘʒ]

[ k ] k = kurd, lêkolîn, kok [ kok ]

[ ǩ ] k = kund, zêrker, mak [ mɑǩ ]

[ l ] l = lêker, alav, hewl [ hӕl]

[ ł ] l = lep, belbelîsk, sal [ sɑł ]

[ m ] m = merc, armanc, dem [ dзm ]

[ n ] n = nan, ronahî, werdan [ wзrdɑn]

[ p ] p = pir, raperîn, çap [ ɑp ]

[ ] p = pîr, pêlav, depreş, lep [ łзᵽ ]

[ q ] q = qeyran, qerqer, req [ rзq ]

[ r ] r = rî, kirîn, derî, reng, kirin, rim, raman, ronî [ ronɪ ]

[ s ] s = soz, resen, qels [ qзls ]

[ ʃ ] ş = şar, nîşan, reş, geş [ gзʃ ]

[ t ] t = teşî, latînî, wate, suruşt [ sœrœʃt ]

[ ŧ ] t = tarî, ta, tîr, gotin, rot [ roŧ ]

[ v ] v = vîn, hevpar, dev [ dзv ]

[ x ] x = xanî, next, çax [ ᶘɑx ]

[ ɣ ] x = xar, xemgîn, mexel, bax [ bɑɣ ]

[ z ] z = zêr, razan, regez [ rзgзz ]

Tîpên dengdêr:

[ ɑ ] a = av, nan, ba [ bɑ ]

[ з ] e = em, dem, me [ mз ]

[ ɘ ] ê = êm, bêr, sê [ sɘ ]

[ ᵻ ] I = min,rim,li [ lᵻ ]

[ ɪ ] î = în, nîv, sî [ sɪ]

[ o ] o = ol, şor, co [ ᶚo ]

[ œ ] u = gur, durust,du[ dœ ]

[ u ] û = ûr, dûr, rû [ ru ]

Tîpên nîv-dengdêr:

[ w ] w, [ j] y

Ji ber ku ev her du tîp tu caran bê dengdêr nayên xwendin û nivîsandin, timî divê ku dengdêrek berî yan jî piştî wan werê û di heman demê de dibê ku dengdêrek berî û yek piştî bê nivîsandin.

Lewma ev nîv-dengdêr hinek taybetiyên wan hene:

W-

Dema ku dengdêrek berî hebê û piştî ne bê:

[ ӕ ] ew = ew, derew, xewn [ xӕn ]

[ ᾰ ] aw = caw, law [ lᾰ ]

[ ǣ ] êw = mêw, zêw, şêw [ ʃǣ ]

Dema ku dengdêrek piştî hebê:

[ wз ] we = we, welat, bawer [ bɑwзr ]

[ wᵻ ] wi = winda, wir, şêwir [ ʃɘwᵻr ]

[ wɪ] wî = pern, pencin, xn [ xwɪn ]

[ wɑ ] wa = war, rawan, pêşewa [ pɘʃзwɑ ]

[ wɘ] wê = ne, bije, x [ xwɘ ]

[ wo] wo = lawo, bawo [ bɑwo]

Y-

Dema ku dengdêrek berî hebê û piştî ne bê:

[ ɲ ] ey = eyşan, seyran, mey, meyxane [ mɲxɑnз ]

[ ɥ ] ay = hayçûn, naylon, paydoz [ pɥdoz ]

Dema ku dengdêrek piştî hebê:

[ jɑ ] ya = yar, beyar, derya [ dзrjɑ ]

[ jз ] ye = yek, layen, saye [ sɑjз ]

[ jɘ ] yê = n, rin, da [ dɑjɘ ]

[ jᵻ ] yi = dayik, ayinde, zayinde [ zɑjᵻndз ]

[ jɪ ] yî = man, nenî, an [ ɑjɪn ]

[ ju ] yû = suf [ jusœf ]

[ jo ] yo = yom, yonan [ jonɑn ]

Li gorî van mînakên jorîn, dengsaziya kurdî zaravê kurmancî bi şêwe, reng û dengên xwe ava dibê.

Ev şêweya ku min dengsaziya kurdî bi wê pêk aniye, hinek cudabûn di navbera min û hin rêzimanzanên din de heye, ev jî bi sedema ku tu saziyeke hevgirtî a zimanê kurdî nîn e, min jî xwest tiştên ku ez pê bawer im saz bikim, ne ku ez her kesî şaş dikim û kar û xebata wan kêm dikim, berevajî, hemî rêzimanzan mamosteyên min in û baweriya min bi wan tê, belkî di xalinan de ez ne bi wê nerîna wan re bim, di gel rêzgirtinê, û belkî ez bi xwe şaş bim di vê newekhevî û lihevnekirinê de.

Piştî ku her dengek dengsaziya wê hate nîşankirin û li gorî wêneya spartinê jî cihê tîpan tê xwiyakirin, vêce emê niha dengan li cihê wan bela bikin.

Dengdar:

·        Li gorî cîderkê.

o   Lêvkî: lêvkirina lêvkî du beş e

§  herdulêvkî: {p, b, m, w}

§  diranlêvkî: {f, v}

o   Diranî û bidû: {d, n, s, t, z, r, l}

o   Pêş-ezmandevî: {c, ç, ş, j, y}

o   Ezmandevî-qirik: {g, h, k, q, x}

·        Li gorî awayê derketinê.

o   Girtî-ker: {k, p, q, t}

o   Girtî-dengvedayî: {b, d, g}

o   Fîzek-ker: {f, s, ş}

o   Fîzek-dengvedayî: {j, v, z}

o   Herikî-lerzok: {r}

o   Herikî-rexkî: {l}

o   Girtî-difinî: {m, n}

o   Nîv-dengdêr: {w, y}

o   Domdar-ker: {x, h}

o   Domdar-dengvedayî: {w}

o   Nîvgirtî-domdar: {ç}

o   Nîvgirtî-domdar-dengvedayî: {c}

 

Dengdêr:

·        Li gorî cîderkê.

o   pêşderkî (pêş-ezmandevî): { î, ê, e }

o   Nîvderkî (nav-ezmandevî): { i, u }

o   Paşderkî (paş-ezmandevî): { û, o, a }

·        Li gorî awayê vebûna dev.

o   Gilover: { o, u, û }

o   Nîvgirtî: { î, i, ê }

o   Vekirî: { a, e }

·        Li gorî rewşa ziman û asta derketinê.

o   Bilind: { i, û, î, u }

o   Navincî: { ê, o }

o   Nizm: { a, e }

 

………………………………………………….


 

2- Dengzanî:

Tiştekî ne xwiya ye ji her kesî re û baş tênayê gihiştin li gorî dengsaziyê, ew bi xwe lêkolîn û geryana li delametên dengan û zanistiya dengên axaftinê ye, li gorî zimanzaniyê, û li ser pergal û darêja dengên ziman dixebitê, bala xwe didê awayê karîgeriya deng di zimanekî de an jî di navbera zimanan de.

Dengzanî rêzkirin û peyhevhatina fonêmên (dengok) ziman pêk tênê û bandora dengan li ser hev û guherîna dengan di zimanekî de diyar dikê.

Dema em dibêjin dengok (fonêm), wî çaxî em li ser biçûktirîn beş an jî yekîneya axaftinê dipeyivin, dengok dengek ji dengên tîpê ye, yanî dengok ne tîpek e, ji ber ku her tîpek karê du dengokan an bihtir bidê.

 Mînak: k = [ k ] kar - [ǩ ] kal .

Zimanê kurdî ji zimanên têr û fereh e ji aliyê zarav û cudabûna dengan û bilêvkirina tîpan ve, lewma em naxwazin her dengekî yan jî her dengokekê nîşan bidin, ji bo ku tîpên kurdî pirtir ne bin û bimênin bi vî rengê ku hêja û rêzimanzanê Kurd Celadet Bedir-Xan amade kiriye.

Bêguman mamoste Celadet elfabeya kurdî wek elfabeyek dengsazî (fonêtîk) binav kiriye, bi ser ku dengin hene, lê ne bûne tîp an ku hin caran du dengok bi tîpekê nîşan bûne.

Ez bawerim ku ta îro ev reng, ev rêziman a herî baş tê pejirandin, lê giring e ku rêzimanzan hemî lêkolîn û xwendinên kûr û taybet di zimanê dayikê de pêk bênin da ku zimanê me pêş bikevê û têkevê rêza zimanên cîhanî de û her weha rêziman û zimanzaniya kurdî wek gulek ciyawaz di gulîstana zimanan de bel bibê.

Ji bo ku em bi ferehî li ser vê mijarê rawestin, emê tîpan bi cure û beşên wan û taybetî, rêzan û cudabûna her tîpekê şirove bikin.

Tîpên kurdî sî û yek in (31), her tîpek bi nîgareke taybet tê nîşandan û bi du şêweyan ew têne nivîsandin: girdek û hûrdek.

Tîpên girdek: A, B, C, Ç, D, E, Ê, F, G, H, I, Î, J, K, L, M, N, O, P, Q, R, S, Ş, T, U, Û, V, W, X, Y, Z.

Tîpên hûrdek: a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z.

Tîpên kurdî du cure ne, dengdar û dengdêr û her cureyek çend beşên wê hene.

Cureyên tîpan:

a-    Dengdar, ew jî 23 ne: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z.

Dengdar sê beş in; xwerû, cêwîdeng û kelijandin.

Beşên dengdaran:

1-dengdarên xwerû, ew jî 16 in: b, c, d, f, g, h, j, m, n, q, r, s, ş, v, x, z.

2-dengdarên cêwîdeng, ew jî 5 in: ç, k, l, p, t.

Ji van her pênc tîpan re tê gotin cêwîdeng ji ber ku her tîpek ji wan du dengokên wê hene, ji xwe tîp bi nîgar û awayê xwe nayê guhertin, lê bi dengê xwe tê guhertin ku dengek an ku dengokek ''sert'' û yek ''nerm'' bilêv dibê.

Dibê ku du bêje heman tîp bin, lê dengoka tîpa cêwîdeng bi sert û nermiya xwe wateya bêjeyê diguherê, ev jî mercek ji mercên van dengan e, divê ku wateya bêjeyê bê guhertin ta ku tîp cêwîdeng bê.

Bo nimûne: bêjeya ''çil'' bi rengek û awayekî tê nivîsandin lê bi du wateyan tê bikaranîn, ''çil'' jimarek e (40), ''çil'' balindeyek e (barçemok).

Hin rêzimanzan tîpa ''r'' yê jî ji cêwîdengan dibijêrin, lê ez vî tiştî durust nadibînim ji ber ku tîpa ''r'' yê tenê dengekî wê heye û bilêvkirina wê tu carî nayê guhertin di du bêjeyan de an bihtir.

Merca van tîpan ew e ku gereke wateya bêjeyê bê guhertin dema ku dengok bê guhrtin di heman bêjeyê de.

Tîp

Dengoka nerm

Dengoka sert

Ç

Çil(balinde), çem, çav, çen

Çil(40), çar, çep, çol

K

Ka (pûşê hûr), kund, ker, kur

Ka (bide min), kêr, kurd, kom

L

Lep, bel(vekirî), çal

Leylan,bel(bilind), lorîn, alav

P

Par (sala bihûrî), pîr, pêlav

Par (parçe), per, pir

T

Ta (ê dirûtinê), tarî, gotin, rot, tûrik, ketin

Ta (germahî), wate, teşî, durust, tîp

3-Dengdarên kelijandinê, ew jî du tîpin: ''w'' û ''y''

Gelek navlêkirin li van her du tîpan bûne, ''girêkok, siwartîp…'', lê navlêkirina herî bi wate ''kelijandin'' e, ji ber ku ev her du tîp an ku her du deng dikevine navbera du dengdêran de û wan bi hev ve girêdidin û nahêlin ku yekser bi dû hev bên.

Di heman demê de ew tîpine nîv-dengdêr in ji ber ku ew tu carî bê dengdêr nayên bilêvkirin, di bêjeyê de, berevajî dengdaran ku ew bi tena xwe karin bilêv bibin.

'' W '': bêwar, ciwan, diwemîn, dara tiwê.

 Ez nikarim weha binivîsim: bêûar, ciûan, diûemîn, dara tûê, ji ber ku li vir rêzana herî giring a dengdêran têk dicê, ew jî ew e ku nabê du dengdêr bi dû hev bên.

''Y'': diyar, beyar, dayik, piyê min, roniya çavan, taybet.

 Ez nikarim weha binivîsim: daîk, beîar, pîê, ronîa, taîbet, li vir jî rêzan têk diçê.

Ji bo van her du nîv- dengdêran rêzanên taybet hene.

Taybetmendiya tîpa ''w'' yê:

-Tu carî tîpa ''u'' yê bi ''w'' yê re nayê nivîsandin ne li pêşî û ne jî li pey wê, û heger bêjeyeke ku dawiya wê ''u'' bê em bikar bênin ew tîp bi tîpa ''I'' yê re tê guhertin.

Mînak: du: diwemîn / tu: tiwan.

Gelek bi vî rengî,'' duwemîn'', dinivîsin an jî bilêvdikin, ev jî ne durust e.

-Tu carî tîpa ''û'' û ''o'' berî ''w'' yê nayên, lê dibê ku bidû de bên.

Her wiha ew jî tê guhertin bi tîpa ''i'' yê re, bo nimûne: tû; dara tiwê /

rû; riwê min / co; ciwa avê / serşo; serşiwa malê.

Em karin bêjin ku tîpa ''w'' yê cîgir û alîkara van her sê tîpan e: ''o'', ''u'' û ''û'' yê.

Taybetmendiya tîpa ''y'' yê:

Tîpa ''y'' yê cîgir û alîkara van her du tîpan e: ''ê'' û ''î'' yê.

- Tu carî ''ê'' û '' î '' yê berî ''y'' yê nayên, û ji bo bikaranîna bêjeyên ku bi van tîpan bidawî dibin, ew têne guhertin bi tîpa '' i '' yê re.

Mînak: dê ; diya min / rê ; riya te / alozî ; aloziyên tevgerê / çareserî; çareseriya pirsgirêkê…

Têbînî:

Piraniya rêzimanzanên kurd tîpa ''h'' yê jî ji tîpên kelijandinê dibijêrin, lê di baweriya min de ew ne durust e ji ber ku ''h'' yê timî weke tîpekê ji paşbendekê di dawiya bêjeyê de bikar tê û ne ji koka bêjeyê ye, lê dema ew ji koka bêjeyê bê, nabê girêk an ku kelijandin di navbera du dengdêran de.

Mînak: avahî, ronahî, şînahî, buhar, behwer…

* Ahî: paşbendek e û bê wê bêje tê xwendin: ava, ron, şîn …, ev paşbend jî tê guhertin bi ''ayî'' yê re: avayî, şînayî, …

* buhar ; bêjeyek e, tîpa ''h'' yê tê de ji kokê ye, ku bê rakirin ji bêjeyê tu carî bêje nayê xwendin. Mînak: ''buar''.

Lê tîpa ''w'' û ''y'' yê dibê ku ew ji koka bêjeyê bin û ne ji kokê bin jî, û dema ew ji bêjeyê bên avêtin jî ewê bêne xwendin û bilêvkirin.

Mînak: ciwan; cûan / dayik; daîk.

Birayetî; bira + etî, li vir ''etî'' paşbend e, lê tîpa ''y'' yê wek tîpeke alîkar ketiye bêjeyê de ji bo ku nehêlê du dengdêr bi dû hev bên.

Ji aliyekî din ve tîpa ''h'' dîrokeke wê yî dirêj heye, ji aliyê hebûn û nebûna wê ve, di bêjeyê de; emê jî başqe li ser vê mijarê bipeyivin.

b-   Dengdêr, ew jî heşt in: a, e, ê, i, î, o, u, û.

Di kurdî de, bêje bê dengdêran nayê xwendin û bilêvkirin.

Di kurdiya kevnar de dengdêr hemî di destpêka bêjeyê de ne dihatin nivîsandin, lê niha hin ji wan têne nivîsandin ji ber ku tîpin hatine avêtin di destpêka hin bêjeyan de, mîna tîpa ''h'' yê.

Gereke em tiştekî tenê baş zanibin ku taybetmendiyek dengdêran heye û divê ku tu carî em wê jibîr ne kin û tê de derêzaniyê ne kin, ew jî ew e ku tu carî du dengdêr bi dû hev nayên ji bilî awarteyek taybet, ew jî dema ku bêjeyeke biyanî bê nivîsandin mîna; ''Isma'îl, Su'ad…'', di vê rewşê de jî dabirek '' epostirof '' ( ' ) di navbera her du dengdêran de tê nivîsandin.

Dengdêr du beş in ; dirêj û kin.

Beşên dengdêran

Dengdêrên dirêj: ew jî pênc in. ''a, ê, î, o, û''.

Bilêvkirina van tîpan pir dirêj e û giringiya wan jî di dirêjbûna dengên wan de ye.

Mînak: Azad, Êzing, În, Ol, Ûr.



Rêzan û taybetmendiyên dengdêrên dirêj:

- Tu carî ''ê'' û ''î'' berî tîpa ''y'' yê nayên.

- Tu carî ''o'' û ''û'' berî tîpa ''w'' yê nayên.

 2- Dengdêrên kin: ew jî sê ne. ''e, i, u''.

Mînak: Ez, Diz, Gur.

Bilêvkirina van dengan pir kin e û ev her sê tîp stûna elfabeya kurdî ne, û bi wan zimanê kurdî cuda dibê ji zimanên cîhanê û dewlemend û ciyawaz dibê, tîpine hestiyar in di deng, bilêvkirin û rastnivîsa xwe de.

Rêzan û taybetmendiyên dengdêrên kin:


 

- Tu carî ''i'' û ''u'' ne li destpêk û ne li dawiya bêjeya kurdî nayên nivîsandin ji bilî van awarteyan: (bi, li, di, ji, çi, tu, ku, du) û çend bêjeyên biyanî, bo nimûne:''Umer, Ishaq, Ibrahîm…''.

- Tu carî tîpa ''u'' yê berî û piştî tîpa ''w'' yê nayê.


=====================

Tîpa '' h '' yê di dîrokê de.

Bê guman di kurdiya kevn de tîpa ''h'' yê roleke giring dileyist û cihekî xwe yî mezin hebû, lewma jî piraniya rêzimanzanên kurd ji bo vê tîpê şaş diramînin dema ku wê wek tîpeke alîkar dibijêrin çimkî ''h'' yê di piraniya bêjeyên ku îro ew bi dengdêran dest pê dikin cihê xwe di wan de digirt û wek tîpek resen di destpêka wan bêjeyan de dihate nivîsandin û her weha di nava û di dawiya gelek bêjeyan de jî dihate nivîsandin, lê ew bi demê re û bi pêşketina ziman di çarçoveya dewlemendiya vî zimanî bi newekheviya zaravan, hate avêtin ji bêjeyan.

Mînak: Hûr = ûr / hîn = în / hêvar =êvar / hewr = ewr / hordek = ordek / hagir / agir / sihur = sor / Buhtan = Botan / reh = ra / mih = mî / tihn = tîn… td.

Lê di hin deverên kurdî de, ên ku bi zaravê kurmancî dipeyivin, ta îro bêjene kevn ku bi tîpa ''h'' yê bilêv dibin, reseniya wan bêjeyan û kevnariya dengê ''h'' yê parastine, bitaybetî devera botan, hekarî, badînan û hin deverên rojavayê kurdistanê.

Ev tîp an ku ev deng îro di cihê hin tîpên biyanî de tê bikar anîn, mîna tîpa ''ح'' (ha`) yê a erebî, bo nimûne: Ehmed, helal, Mehmûd…

Jêder

Ji pirtûka min:

Ziman û Rêzimana Giştî a Zimanê Kurdî, Zaravê Kurmancî


 

 

Ebdulhekîm Muhemed - Rêziman- Cureyên dengan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 05, 2022 Rating: 5   Ebdulhekîm Muhemed - Rêziman- Cureyên dengan Pênûsa Azad Himara 12`an     1. Dengsazî: Lêkolîna deng û lêvkirinên ziman e, ravekirin, pêkh...

ليست هناك تعليقات: