Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta zimanê Kurdî roja pêşî ji heftiyê li Qamişlo destpê kir. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 16 مايو 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta zimanê Kurdî roja pêşî ji heftiyê li Qamişlo destpê kir.


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta zimanê Kurdî  roja pêşî ji heftiyê  li Qamişlo destpê kir.

Bi helkefta Roja Zimanê Kurdî di 15`ê gulanê de, simînar li ser zimanê kurdî hat lidarxistin, bi amadebûna birek balkêş ji nivîskar û rewşenbîran, û bi șopandina ragihandinê, destpêkê mamoste Ebdusemed Mehmûd bixêrhatina mihvanan kir û dest bi simînarê kir bi xuleyek bêdeng li ser canê pakrewanên Kurdistanê, êdî derfet da herdu gotarbêjan, simînar jî hat pêşkêşkirin ji layê herdu nivîskar û rêzimanzanên hêja ve; Diham Ebdulfetah û Ebdulhekîm Muhemed, herdu rêzimanzanan bi ferehî li ser zimanan bi giştî û zimanê kurdî bi taybetî axivîn û pêşketin û pirsgirêkên li ber ziman dane diyarkirin, her wiha rewşa ziman di dema niha û di pêvajoya dîrokê de jî şirovekirin û gelek mînak ji amadebûyan re dane xwiyanî, paşê derfet hate dan ji bo mihvanan da ku pirs û nerînên xwe diyar bikin.

Roja Zimanê Kurdî pîroz be

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Qamişlo, 15. 5. 2022 





Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta zimanê Kurdî roja pêşî ji heftiyê li Qamişlo destpê kir. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 16, 2022 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta zimanê Kurdî  roja pêşî ji heftiyê  li Qamişlo destpê kir. Bi helkefta Roja Zimanê Kurdî d...

ليست هناك تعليقات: