Roja Dawî ya Çalakiyên zimanê Kurdî Xelata Salane ya YNKS radestî nivîskar Tengezar Marînî hate kirin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 22 مايو 2022

Roja Dawî ya Çalakiyên zimanê Kurdî Xelata Salane ya YNKS radestî nivîskar Tengezar Marînî hate kirin

 Roja Dawî ya Çalakiyên zimanê Kurdî Xelata Salane ya YNKS radestî nivîskar Tengezar Marînî hate kirin

Îro rêkeftî 19 Gulanê roja dawî ji çalakiyan dest pêkir ji aliyê endamê desteya cîbicîkar û berpirsê komîteya çalakiyan msmosta Ebdulssemed Mehmûd ve mijara semînarê li gor bernameyê (radestkirina xelata salane bi beşdariya hunermend Baha Şêxo ) da diyar kirin piştî xuleyek bêdeng li ser canê şehîdên Kurd û Kurdistanê
Semînara îro ku hatibû destnişan kirin wek ahingekê bi amadebûna hijmarek mezin ji kesayetiyên rewşenbîr û nivîskar, siyasetmedar,û endam û layengirên yekîtiyê
Herweha navbûrî
Di gotara xwe de ya binavê yekîtiyê spasiya her mirovekî ku beşdarî vê heftiyê bûyî bigiştî û partiya Pêşverû bitaybet û kurtexwendinek li ser xebata yekîtiyê di warê rewşenbîrî û edebî de axivî, û giringiya piştgirya dezgeha xwe kir ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî.
Paş re Endama komîteya çalakiyan mamosta Şemis Enter xelata rêzgirtinê radestî nûnerê partiya Pêşverû endamê komîteys navendî berêz Faris Osman kir
Herweha mamosta Osman jî axftinek derbarî yekîtiyê û xweşhaliya xwe û partiya xwe diyar kir û spasiya yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kir ku bi rolek û erkekî mezin pê dirabe û piştgiriya partiya xwe her çiqas pêwest be diyar kir..
Peyra navbirek çend helbest û gotin hatin gotin ji layê Konê Reş û Mehmed Eşref û Seyfedîn Qadirî .
Paşre endamê desteya cîbicîkar Meşelê Osman bavê Nisrîn axaftinek li ser kurtejiyana Mamosta Tengezar Marînî ku Xelata salane ya yekîtiyê jê re hatibû destnîşan kirin ji ber ked û xebata wî ya bê rawestan di warê wêje û çanda Kurdî de.
Paş re ji bal serokê yekîtiyê mamosta Luqman Yusif û cêgirê wî Nayif Çibîro ve xelat radestî nûnerê wî Nûredîn Xaşo kirin.
hêjayî gotinêye ku spasnamek bi deng ji bal mamosta Tengezar hate guhdar kirin.
Li dawiyê hunermendê hêja Baha şêxo bi deng û tembûra xwe çend stranên netewî ahing bidawî kir.
Qamişlo
18-5-2022


Roja Dawî ya Çalakiyên zimanê Kurdî Xelata Salane ya YNKS radestî nivîskar Tengezar Marînî hate kirin Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 22, 2022 Rating: 5   Roja Dawî ya Çalakiyên zimanê Kurdî Xelata Salane ya YNKS radestî nivîskar Tengezar Marînî hate kirin Îro rêkeftî 19 Gulanê roja dawî ji ç...

هناك تعليق واحد:

  1. Live casino is also be|can be} out there for cell gaming right right here at Betiton™ UK. A land-basedcasino, typically referred to as a brick-and-mortar casino has a bodily venue with actual sport tables and a required gown code. Sometimes they will also include other facilities corresponding to a bar 우리카지노 or relax area. Additionally, land-based betting homes have a social component to them—as you play UK casino gamesyou probably to|are inclined to} share a desk with other folks. Social interactions at virtual casinos are limited in comparison.

    ردحذف