Duyemîn Kongirê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 14 مايو 2022

Duyemîn Kongirê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa

 Duyemîn Kongirê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa


Daxuyaniya duyemîn Konferansê Nûnertiya YNKS li Ewropa 

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa, roja şemiyê 14.05.2022 li salona Avesta ya li bajarê Oberhausen- Almanya, li bin navê “Efrîn Zeytûna Kurdistan e”, bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û şandên partî û komele û rêxistinên civakî û kenalên ragihandina kurdî lidar xist.

 Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê, bi sirûda neteweyî “Ey Reqîb” destpê kir.

Nivîskar û rojnamevan Dilbirîn Şingalî bixêrhatina amadebûyan û kenalên ragihandinê kir û piştre çendîn gotar di merasimê de hatin pêşkêş kirin, ji wan: axaftina mamosta Sebrî Resûl berpirsê nûnertiya Yekîtiya nivîskarên Kurdistan li Ewropa  û axaftina mamosta Cemîl Îbrahîm nûner şanda Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, û gotarek ji nivîskar û  rojnamevan Înayet Dîko, û gotarek ji nivîskarên kurd li Qefqasya û komarên Yekîtiya Sovyeta berê ji aliyê helbestvan û nivîskar Gohar Memo ve hat pêşkêş kirin, û axaftinek ji aliyê birêz Seyfedîn Dawid ve serokê komeleya Avesta hate pêşkêş kirin, û hemûyan di axaftinên xwe de tekezî li ser girîngiya kar û xebat û hevkariyê di navbera rêxistinên nivîskaran de kirin, bi taybetî di vê qonaxa herî metirsîdar ya gelê kurd tê de derbas dibe û belgefîlmek li ser pêvajo û xebata yekîtiyê ji aliyê nivîskar û rojnamevan Berzan Husên hat pêşkêş kirin û ji aliyê hunermendê dengxweş û jêhatî Zubêr Salih li gel hunermend Mesûd Şingalî çend stranên kurdî hatin pêşkêş kirin, û çend birûskên pîrozbahiyê hatin ji bo konferans, ji wan:
Birûska komîta Rêveber ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
Birûska Partiya Demokrata Kurdistanê / Liqa Şeş bi amadebûna birêz Sekvan Salih kargêrê liqê û berpirsê rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên liqa şeşê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Ewropa.
Birûska Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û bi amadebûna şandeke partiyê bi serokatiya nivîskar Siyaweş.
Birûska Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi amadebûna şandeke serkirdeyî (Birêz Nafîe' Beyro û Mihemed See'dûn.
Birûska Sekreterê Şepêla Pêşeroja Kurdistanê birêz Rêzan Şêxmûs.
Birûska parêzer û siyasetmedarê serbixwe Mistafa Oso.
Birûska birêz Nadir Doxatî Serokê Federasyona komeleyên Kurdistanê li Almanyayê.
Birûska Navenda revenda Kurdistanî li Almanya.
Birûska nivîskar û dîroknas Hamid Gewherî.
Birûska nivîskar û lêkolîner Bube Eser.
Birûska Komela Kurdên Misrê
Birûska komeleyên Komkar yên Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê, tevî çend birûsk û telgrafên din yên telefonî û devkî û bi  Piştî ku ahinga konferans bi dawî bû, bi beşdariya endamên yekîtiyê rûniştina rêxistinî hat lidarxistin û li gorî şert û mercên endamên li welatên dîasporayê, gelek biryarên rêxistinî ji bo aktîvkirina forma guncaw ya rêveberiya nû hatin gotûbêj kirin, û desteyeke nû ya rêveber û bi yekdengî mamosta Sebrî Resûl wek serokê nûneratiyê hate hilbijartin.
 14.05.2022
Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropa

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê

 Xuşk û birayên hêja, endamên nûnertiya Ewropayê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê
  Bi navê serokatîya yekîtîyê û komîteya cîbicîkar û herweha endamên yekîtîyê di şaxan de, bi helkefta lidarxistina duyemîn konferansa we em pîrozbahîyê li we dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.
   Rêhevalên Hêja
    Ji we re ne veşartiye ku li ser qada kurdî, herêmî û navneteweyî çi bûyer û bobelat diqewimin û encamên wê çi ne.  Ji ber vê yekê divê em hemû xwediyên pênûsên azad hişyar bin, nemaze hevgirtin û hevkariya nivîskar û rewşenbîrên me û hevkariya ji bo pirsgirêka bingehîn, ku pirsgirêka gelê me yê Kurd e û li vir e. 
  Daxwaz ji nivîskarên me yên li dervayî welat kar dikin em destên xwe bidin hev, û tişta ku ji wan re hatiye spartin ji bo gihandina peyama rewşenbîrî li ser rastiya gelê me, jiber ku rewşa wan baştire ji rewşa hundir.
 Dubare em pîrozbahiyên xwe yên ji dil li we û li mêvanên Konferansê dikin.
 Qamişlo 13~5~2022

اتحاد كتاب كوردستان سوريا

الزملاء والزميلات اعضاء ممثلية اوروبا لاتحاد كتاب كوردستان سوريا
باسم رئاسة الاتحاد والمكتب التنفيذي وكذلك اعضاء الاتحاد في الفروع نهنئكم على انعقاد كونفرانسكم الثاني ونتمنى لكم الموفقية والنجاح.
الاخوة الاعزاء
لا يخفى عليكم ما يجري على الساحة الكردية والاقليمية وكذلك الدولية من احداث كارثية وما ستؤول اليها النتائج؛ لذلك علينا جميعا اصحاب الاقلام الحرة ان نكون يقظين ونحسب لكل ما هو طارئ وخاصة التكاتف والتعاضد بين كتابنا ومثقفينا والتعاون من اجل القضية الجوهرية وهي قضية شعبنا الكردي،وهنا نشد على ايادي كتابنا في الخارج للقيام بما هو منوط بهم لايصال رسالة المثقف فيما يخص واقع شعبنا  وذلك كون الاجواء والظروف متاحة لهم مقارنة بالداخل.
نكرر تهانينا القلبية لكم ومن خلالكم لضيوف الكونفراس.

قامشلو 13-5-2022

Birûskên pîrozbahiyê yên hatin ji bo 2'emîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa

Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya "Rêxistina Ewropa"

Rêzdaran 
Komîteya Amadekar ya rêvebirina 2'emîn kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Nûnertiya Ewropa:
Em ji dil kongirê we pîroz dikin û hêvîdarin serkeftî bin di karê xwe yê pêşerojê de.
Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya "Rêxistina Ewropa"
14.05.2022

Ji bona Nivîskarên Kurdistana (Rojava) Sûrî

Hêjano, nivîskarên gelê xwe û dilsozên welatê û edebiyata xwe

We ji bona kongreya xwe ya duem ez vexwandim, bi vê vexwendinê gelekî kêfxweş bûm. Hestên min geş û dilê min li gel we lê da.

Min pir dixwest ku ez jî îro di nava we de bin, di kogreya we de beşdar bim. Lê ji ber sedema tenduristiya xwe min nikarîbû ji Swêdê beşdarî bikim. Ji bona vê doza lê borînê dikim.

Ez hêvîdari ku hûnê bi hevre li gel yek helwest û biryaran kongreya xwe li gor dilê nûnerên xwe pêk bînin. Bi komîteyeke nû û bi çalakiyên berfireh hûnê bikevin xizmeta gel û wêjeya xwe.

Bi hêviya ku hûnê tim, xwedî helwesteke neteweyî û li gor pêvana wêjeya kurdî tevbigerin. Li gor derfetên xwe ji nivîskarên kurd re bibin alîkar.

Ez her di xizmeta we de me ku ji bona pêşveçûna vî  zimanê delal û şêrîn ku dagirkerên me dixwazin  li me qedexe bikin.

Li gel silavên bratî, serketin û pêşketina we dixwazim.

Bûbê Eser

Nivîskar ji Swedê

Birûskên pîrozbahiyê ya nivîskar û dîroknivîs Hamed Gewherî ji bo 2'emîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa

بۆ برایانی یەکێتی نووسەرانی کورد لە سوریا

لەگەڵ سڵاوی گەرمم بۆ بەشدارانی کۆنفڕانسەکەتان، پڕبەدڵ کۆنفرانسی ئێوە پیرۆز دەکەم، بەو هیوایە لە ساڵانی داهاتوودا بتوانن کۆنفڕانسی خۆیان لەسەر خاکی پیرۆزی ڕۆژئاوای کوردستان پیرۆز بکەن!

براتان حامید گەوهەری

٢٠٢٢/٥/٥

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê


Hevalên hêja!

Beşdarbûyên birûmet!

Îro weke nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi amadebûna xwe di duyemîn konfiransa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê de gelek kêfxweş in.

Rojavayê Kurdistanê di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de, hertim axa mrovin mezin a kic u xortên ronakbîr bûye ku di prosesa ronakbîrî û nivîsandina Kurdî de roleke girîng lîstine. Yek ji rûmetên vê beşê Kurdistanê ku îro zimanê Kurdî deyndarê wê ye, xebata malbata Bedir Xan e ji bo belavkirina zimanê nivîskî yê Kurdî ku ew jî ji rojavayê Kurdistanê derketiye.

Em îro wek zarokên Samko ya şekak û Qazî Mihemed kêfxweş in ku em di nav mîratgirên malbata Bedir Xan, Ceger Xoîn, Selîm Berekat û sedan nivîskar û ronakbîra gelê me li rojava ya Kurdistane de ne.

hevalên hêja,

Nivîskar û beşdarin brûmend,

Dîroka Kurd di sed salên derbasbûyî de û piştî damezrandina çendîn netewe-dewletên şovenîst li wî herêmêda, bi taybet dewleta netewî ya erebî a Sûriyê, ku li ser bingeha ramana

şovenîst a Erebî hatiye avakirin, şahide ku her tim wîdewletên mafên gelê Kurd binpê kirine û diken.

Lê mixabin piştî şoreş û serhildana gelên Sûriyê û gelê Kurddi sala 2011an de, her çende çirûskek hêvî ji bo bidestxistinamafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hebû, lê weke ku emdibînin piştî derbasbûna zêdetirî yazdeh salan di ser şoreşê reku derbas bûye hîna jî rêyek dûr û dirêj li pêşya Kurd li Rojavayê Kurdistanê heye.

Ji bilî pirsgirêkên navxweyî yên kurdên Rojava li, alîyekî re,dewletên cîran û hikûmeta navendî ya Sûriyê jî, li alîyêkî din re, çavên xwe ji axa kurdan sûr kirine û her carê li quncikekî le ser me Kurdan ferman didin.

Hê birînên Şengalê û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê nehatibû kewandin, dewleta Tirk û komên terorîst êrîşî Efrînê kirin û dest bi komkujî û guhertina demografiya herêmê kirin. Eşkere ye ku dewleta Tirk bi vê yekê ranewestiya û vê carê bi hincetên cuda êrîşî Sarê Kaniyê kir û dîsa bû sedema

komkujiya gelê Kurd û guhertina demografiya beşeke din a xaka Rojavayê Kurdistanê.

Her çend em wek Kurd di warê çekan re hejar û feqir in, lê em ji aliyê ziman û çandê ve dewlemend in û em dikarin zimanê Kurdî û pêşxistina zimanê Kurdî bikin çekek bihêz bo piştevaniya Pêşmerge û şervanên li çeterin şerê rizgariya Kurdistanê re.

Em wek Partiya Demokrata Kurdistana Îranê êş û azara we ya li Rojavayê Kurdistanê pê dizanîn û pi dehesîn. Em jî wek we ji aliyê dewleteke îslamî ya şovenîst ve di bin zulmê de ne û ziman û çanda me di bin zext û tinekirinê de ye. Xweşbextane ku tekoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi rêveberîya Hizba Demokrat li hemû rih û alîyêk de berdewame, wek tekoşîna sivîl, tekoşîna ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û şerê çekdarî ji bo parastina gelê xwe amade ye.

Li vir em careke din piştevaniya xwe û gelê xwe ji bo we û têkoşîna we ya rizgarîxwaz ji bo bidestxistina mafên xwe dubare dikin û em hêvîdar in ku rojekê yekîtiya we kar û xebata xwe li Rojavayê Kurdistanê pêş bixe. Heta wê demê em hêvîdar in ku hûn nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê pênûsa xwe bixin xizmeta ziman û wêjeya Kurdî û bi vî awayî ji bilî rojeva siyasî ya partiyan, piştevaniya tevgera rizgarîxwaza Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Duyemîn konferansa yekitiya we careke din pîrozbahiyê li we dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Komîteya Almanya



Spasname Ji bo Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Nivîsgeha Nûnertîya Ewropa

Brêzan

Dawetnameya we ya ji bo duyemîn Konferansa Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Nivîsgeha Nûnertîya Ewropa bi dil germî girt. Gellek spas ji bo dawetnameya we. 

Slavên dostanî ji we re dişînın

Ji ber munasebeta karên me yên rêxistinî mixabin em nikarin beşdarî konferansên we bibin.

Ji bo ronahîbûna gelên bindest rola nivîskaran gellek girînge. Xebatekî herî baş ji bo tekoşîna gelên bindest, bi xurtbûna pênûsa Nivîskaran e. Jibo xurtbûna pênûsa Nivîskar û ronakbîran, pewîste kû nivîskar û ronakbîr bi fikrekî serbixwe rola xwe bi cîh bînin.

Bi dilekî germ serkeftin jibo konferansên we dixwazin.

Slavên dostanî

Komkar

Beşdarbûna Lêkolîner û çîroknivîsê zargotina kurdî mamosta Fetah Tîmar û Helbestvana Navdar Gohar Memo

برقية من الناشط الحقوقي والسياسي المستقل المحامي مصطفى أوسو 

 الاخوة الأعزاء في اتحاد كتاب كردستان سوريا

بالفرح والسرور تلقيت دعوة خاصة من مكتب ممثليتكم في أوربا لحضور الكونفرانس الثّاني، الذي سيعقد يوم السبت ١٤ آيار/مايو ٢٠٢٢ في مدينة أوبرهاوزن الالمانية، كنت أتمنى حضوره، إلا أن ظروف خاصة حالت دون ذلك.

كل الموفقية والنجاح، لما فيه خير الكلمة الحرة والمستقلة.

١٣ أيار/مايو ٢٠٢٢

مصطفى أوسو


الأخوات والاخوة الأعزاء في مكتب ممثلية اتحاد كتاب كردستان سوريا في أوروبا  

تحية الاخوة والنضال.

أتقدم إليكم باسمي وباسم رفاقي في تيار مستقبل كردستان سوريا بأحر التهاني والتبريكات لكم ولكافة المشاركين في الكونفرانس الثاني لممثلية اتحاد كتاب كردستان سوريا في أوروبا والذي ينعقد في مدينة أوبرهاوزن الألمانية مع تمنياتي لكونفرانسكم المزيد من النجاح والتقدم في مهامكم وأن يكون فاتحة خير و بداية مرحلة جديدة ومهمة في تفعيل وتطوير العمل العمل المؤسساتي للأطر والجمعيات و منظمات المجتمع المدني الكردستاني المعنية بالكتابة والصحافة والاعلام الحر لبلورة فكر يعمق الوعي وللمسار الديمقراطي بما يخدم قضية شعبنا الكردستاني العادلة .

الاخوات والاخوة الاعزاء :

ان قوة الكرد تكمن في توحيد جهودهم وتأطير نضالهم واتفاقهم في مواجهة كل التهديدات والمخاطر التي تهدد مصيرهم وحقوقهم القومية المشروعة وخاصة في هذه المرحلة المصيرية التي يمر بها شعبنا الكردي في الوطن والشتات ، ولهذا نأمل أن تكون الخطوة الاولى في العمل المستقبلي لكونفرانسكم هو التواصل مع كل الاطر القائمة لانشاء اطار مؤسساتي يوحد كل الكتاب والصحفيين الكرد والتفاعل مع كل الجمعيات ومنظمات المجتمع المدني الرديفة للأطر والقوى السياسية الكردستانية للتنسيق والعمل المشترك في أوروبا للتعريف بقضية شعبنا الكردستاني العادلة وحقه في تقرير مصيره والوقوف مع شعبنا في مواجهة هذه المؤامرات الخطيرة ضده ، كما يساهم في توحيد الجالية الكردستانية في أوروبا ويحافظ على الهوية الكردستانية وثقافتها. 

كما اود ان أشير الى نقطتين رئيسيتين للبحث فيها بشكل جدي ، الأولى هي تحديد معايير واضحة لاختيار الكتاب والصحفيين الكرد والثانية الوقوف على الحياد والاستقلالية التامة مع الأطر الحزبية والسياسية والعمل بحزم ضد كل المعادين لقضية شعبنا ان كانت الاحزاب والمنظمات التي تدعي الكردية أو الدول التي تسعى لتصفية قضيتنا وانهائها . وان الكتابة الحرة عنوان محطتكم هذه .   

 إن تيار مستقبل كردستان سوريا يدعم كونفرانسكم ، وكل القرارات الصادرة عنه بما يخدم قضية شعبنا ، كما يؤكد لكم على اهمية هذه المحطات و المؤتمرات وجدوى نجاحها في الظروف التاريخية التي يمر بها الشعب الكردستاني ، كما أتقدم اليكم بجزيل الشكر على دعوتكم الكريمة الموجهة لنا واعتذر عن الحضور لاسباب صحية .

ريزان شيخموس 

سكرتير تيار مستقبل كردستان سوريا 

١٤ أيار ٢٠٢٢








Duyemîn Kongirê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 14, 2022 Rating: 5  Duyemîn Kongirê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa Daxuyaniya duyemîn Konferansê Nûnertiya YNKS li Ewropa  Nûnertiy...

ليست هناك تعليقات: