Zaraya ku bû hêmaya netewî Keyhan Mihemedînijad Rojhilatê Kurdistan-Pênûsa Azad Hijmara 10an 2022 - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 14 مارس 2022

Zaraya ku bû hêmaya netewî Keyhan Mihemedînijad Rojhilatê Kurdistan-Pênûsa Azad Hijmara 10an 2022

Zaraya ku bû hêmaya netewî

Pênûsa Azad Hijmara 10an 2022

Keyhan Mihemedînijad
Rojhilatê Kurdistan

Netewa Kurd çendîn sal e ku ji aliyê welatên dagîrker û koloniyalîstî ve hatiye serkut û tepeserkirin û ew rejîmên tûtalîtar û koloniyalîstî berdewamî xwastine ziman û çanda Kurdan bidizin û ji nav bibin û ger di wî warî de ser nekevtin wan bi awayekî hovane serkut bikin û li girtîgehan bixin.

Li Bakurê Kurdistanê Kemalîstan bi hemû awayekî hewla helandina Kurdan didan û peyva Kurd li cem wan bive bû û jê ditirsiyan, ger peyva Kurd dihat bi leşkeran êrîş ser bikarhênerên peyva Kurd dikirin.

Di Rojavayê Kurdistanê de malbata Esed bi heman şêweyê ji nav, çand, dar û berdê Kurdan disilikî û heta bo yek çirkeyekê jî nedihêla tiştek ku pêwendîdar bi Kurdan re be bê gotin û ev difetisandin.

Li Başûrê Kurdistanê ev yeka di çendîn desthilatên tepeserkar de hebû, lê bi sedema şoreşên Kurdan û enfalkirina Kurdan êdî ev yeka hate guherîn. Em dibînin ku çendîn dehik e heta qaseke zêde ziman û çanda Kurdan hatiye parastin.

Lê, li Rojhilatê Kurdistanê piştî şoreşa Simkoyê Şikakî û derbasbûna çendîn sal Komara Kurdistanê hate damezrandin, gelek hêma û nîşaneyên netewî hatine gorê û heta niha jî bi her awayî be têne parastin û yek ji wan Zimanê Kurdî bû ku nasnameya Kurdan e. Êdî piştî dagîrkirina Komara Kurdistanê ji aliyê Mihemedriza Şahê Pehlewî ve, Zimanê Kurdî jî kevte bin givaş û helandinê.

Em dibînin ku ji vê demê şûn de çendîn kes li ser Zimanê Kurdî hatine girtin û darvekirin; bo mînak: rejîma Îslamî ya Tehranê di 9`ê Gulana 2010`an de “Ferzad Kemanger” mamosteyê dibistanê bi tawanên cuda darve kir. Givaş, helandin, serkut, darvekirin û…hwd, beşek karê rejîmê yê rojane li ser netewa Kurd bû.

Vê midehê jî dîsan wan dît ku Kurd bi helandin, serkut û îdamkirinê nayêne rawestan û bêdengkirin û mijûlê avakirina navendên dersxwendin, jîngehî û çandî ne, wê rejîmê dest avête bi girtin û givaşxistina zêdetir bi ser mamoste û çalakvanên rewşenbîr de.

Yek ji wan çalakvan û masteyan “Zara Mihemedî” bû. Zara Mihemedî mamosteya Zimanê Kurdî ye, 31 salî ye û xelkê bajarê Sineyê û damezrîner û endama Heyeta Birêveberayetiya Encûmena çandî-civakî ya Nojen e. Wê tenê zarokên Kurdan hînê Zimanê Kurdî dikirin. Rejîma Tehranê ji vê yekê ditirsiya û nedixwest zarokên Kurdan bi Zimanê Dayika xwe bêne fêrkirin û perwerdekirin.

Her lewma ew di 23`ê Gulana 2019`an de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyek yasayî di mala xwe de hate binçavkirin û heta deh rojan di odeya takekesî ya îdareya Îtila`ata rejîmê de hate îşkencekirin û pişt re bo girtîgeha Sineyê hate veguhestin.

Ev piştî dadgehîkirinê di 2`ê Çilleya Pêşîn a 2019`an de bi danîna barimteya 700 miliyon Tumenî hate berdan. Bi vî awayî ev mamosteya Zimanê Kurdî bi berdewamî dihate gazîkirin heta ku di 15`ê şibata 2021`an de tayqa 1 a dadgeha “Înqilab” a bajarê Sineyê cezayê 10 sal girtîgeh bi ser wê mamosteya Zimanê Kurdî de sepand.

Rejîmê piştî vê ku ew ceza bi ser Zarayê de sepand, wisa dizanî ku êdî wan bi wê cezayê kariye Kurdan bêdeng bike û nizanîbû ku Kurdistan tev bûye Zara. Ji hemû aliyan ve ew ceza hate şermezarkirin û dengê xelkê li hember zordariya rejîmê bilind bû. Her lewma ew ceza di taya 4 a dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê de bi 5 sala ceza hate kêmkirin.

Îro rojê Zara bûye hêmayek netewî û dengê tak bi takê Kurd e û hewce ye gelê Kurd lê xwedî derkeve û li dijî zordariya rejîma Tehranê bisekine.

Her wek Zara Mihemedî dema çûbû girtîgehê, got: Herî bi ser wî dujminî de ku dilê wî bi girtîgehê xweş e.

Zara li 8`ê Kanûna Paşîn a 2022`an çû xwe radestî hêzên rejîmê kir da ku here girtîgeha ku bi ser de hatiye sepandin. Zara bi tenê neçû ew bi pêşwaziyek germ çû û bi sedan Kurdên niştimanperwer û çalakvan digel wê çûne ber deriyê girtîgehê.

Zara li ber deriyê girtîgehê spasiya tev netewa Kurd û ji wan kesên ku pê re çûbûn kir û got: “Ev piştevaniya we ne tenê ji bo min e, belkî piştgîrî ye ji bo hemû wan kesan ku di nava civakê de dikoşin û dizanin xelkê wan dilsoz in. hun piştrast bin ku ez çirke bi çirke wê dema ku di girtîgehê de bim, bawermendtir û bihêztir dibim”.

Zara bû Zaraya niştiman û ez bawer im ku ew jina Kurd dê li girtîgehê jî sedan kesan hînî Zimanê Kurdî bike.

Zara ti carî dev ji xebata xwe berneda û amade nebû; 1- Di bin îşkence û îtirafa bizorê de serê xwe li hember daxwazên rejîmê bitewîne. 2- Amade nebû di bin wan hemû givaş û gefan de dev ji welat û netewa xwe berde û wan bicih bihêle. 3- Zarayê selmand ku jina Kurd ti cudahiyek digel mêran nîn e û dikare li hember dujmin bisekine.

Zara hêmayek e ji îradeya civatgehê da ku civatgeh li hember siyasetên qirêj û sîstematîk ên rejîmê derkevin.

Di dawiyê de ne Ereban bi enfalkirina Kurdan û ne Turk û Farsan bi darvekirin û girtinê nekarîne Kurdan ji nav bibin û reş bikin; ew bi girtin û sepandina cezayê bi ser jinên qehreman ên wek Zarayê de jî nikarin ne me ji nav bibin û ne jî bihelînin. Hemû Kurdistan Zara ye. 



Zaraya ku bû hêmaya netewî Keyhan Mihemedînijad Rojhilatê Kurdistan-Pênûsa Azad Hijmara 10an 2022 Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 14, 2022 Rating: 5 Zaraya ku bû hêmaya netewî Pênûsa Azad Hijmara 10an 2022 Keyhan Mihemedînijad Rojhilatê Kurdistan Netewa Kurd çendîn sal e ku ji aliyê w...

هناك تعليق واحد:

  1. silav bo ragihanerê hêja Keyhan Orimye yê berêZ
    Em serbilindin bi pênûsên rojhilata Kurdistanê

    ردحذف