Adilê Evdile-Lehingekî ji bîrkirî-Pênûsa Azad Hijmara 10an - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 13 مارس 2022

Adilê Evdile-Lehingekî ji bîrkirî-Pênûsa Azad Hijmara 10an

Adilê Evdile-Lehingekî ji bîrkirî-Pênûsa Azad Hijmara 10an

Ya herî baş ew e, ku mirov li kêleka şêr be, ne li ya Rovî be, bi vê simbola giranbuha Ebdulrezaq beg Bedirxan kurê Necîb Paşa dest bi xebata xwe ya netewî kir, û ji xwe re kire simbol û bîrdoz.

Lê ka em binasin ev leheng kî ye û çi kar di ber netewa xwe de kiriye, û kêşa kurdan gihande çi astê? 

Bê guman, bêhtirê gelê Kurd nav û deng, xebat û karên malbata Bedirxaniyan bihîstine, çi hindik û çi gelek, lê tekez, vê malbatê navê xwe di rûpelên dîroka kurdistanê de terxan kirine. Ji nav malbata Bedirxaniyan, piştî Bedirxanê mezin, kesên ku bêhtir hatibûn naskirin, weku navdar, ji bal gelê Kurd û rewşenbîran ve hatibûn xwiyakirin, ev bûn: Celadet, Kamîran û Miqdad, ev hersê neviyên Bedirxan beg bûn, lê ne ku van hersê lehingan bi tenê kar û xebat kirine, ji bilî wan jî di nav malbatê de, hinan ji wan xwe dane pêş, ta ku rû bi rû hatine sergûnkirin, zindankirin û ta hinan ji wan canê xwe ji dest dane. Yek ji wan lehingên ku xweş ne hatiye naskirin û mafê wî hatiye windakirin, Ebdulrezaq e.

Ebdulrezaqê Bedirxan kurê Necîb Paşa di sala /1864/an de cara yekemîn çavên xwe li dinyayê vekirin, li bajarê Istenbolê, weke rê û rêbazên malbata Bedirxaniyan ku şehreza û şehristanî bûn, babê wî çend mamoste jê re amade kirin, ku kurê wî fêrî ziman û zanistan bibe, Ebdulrezaq hem li malê ku mamoste amade bûn û hem li dibistanan fêrî xwendin û zanistan dibû, ta karîbû çend zimanan bi dest xwe bixe, weke: Fêrbûna zimanên Fransî, Erebî, Turkî, Rûsî, Farisî, Kurdî û h.d. Lê mamosteyê wî yê sereke û giranbuha helbestvanê navdar, Hacî Qadirê Koyî bû, ku li ser destên wî û di dibistana wî de fêrî zanîn û hezkirina Kurd û kurdewariyê bûbû.

Her kesekî ji malbata Bedirxaniyan berê xwe dane karekî kurdewarî, lê Ebdulrezaq Bedirxan berê xwe dabû siyasetê, rewşenbîriyê, wêjeyê û zanistê,  lewre Imperatoriya Osmanî jê bitirs û piştkul bû, îca hemî rê û şêwe bikar tanîn ku berê wî biguherin ji kêşa kurdî, çi bi dûrxistina wî ji kurdistanê, yan bertîlkirina wî bi pereyan, nîşanan û bi destxistina karvedanên bilind, û carna dap û pîlan jê re didanîn, sebaret kuştina wî.

Li ser dema xunkar Ebdulhemîd, xunkarê Osmaniyan, Ebdulrezaq li Fransayê dixwend, lê  Ebdulhemîdê xunkar nehişt ku xwendina xwe bigihîne dawî, ew ji Fransayê anî û berê wî da Rûsiyayê, li bajarê Biter Burgê, ew kire cîgirê  balyozê welatê xwe, li wir Ebdulrezaq çavên xwe bi ferehî vekirin, û berê xwe da wêje û kultura Orus û pê de çû ta xelata Stanislav ya dostaniyê wergirt, lê dîsa xunkar Ebdulhemîd ew dişopand, îca ji wir berê wî da Tehranê, li wir bû Balyozê welatê xwe, lê li wir jî dom nekir, çinku sîxuran agahî gihandin xunkar Ebdulhemîd ku Ebdulrezaq karê netewî yê kurdewariyê dike, xunkar ferman da ku Ebdurezaq vegere Istenbolê, lê ewî berê xwe da welatê Orus û xwe gihande bajarê Tiblîsî li Gurcistanê, dîsa Ebdulhemîd ji pey venedigera, hawara xwe gihande babê Ebdurezaq, li ser daxwaza babê xwe vegera Istenbolê, di koşka Imperatorî de çardeh salan kar kir, lê paşê bi malbata xwe re bi fermana xunkar Ebdulhemîd hatine surgûnkirin, li bajarê Terablus paytexta Lîbiya, wê demê ku ew welat di bin destên Osmaniya de bû, li Terablus avêtin zindanê, piştî dest û lingên wî bi zincîrên hesin hatin pêçan, sedemên surgûnkirina Ebdulrezaq û /3000/ kes ji malbata wî bo Terablus li Lîbiya, tumetbarkirina wan bi kuştina Ridwan paşa, sermezinê parastina Xunkarî bû, ku hatibû kuştin li ser destên kesin ne diyar,

 Di sala /1908/an de, contirkan Xunkar Ebdulhemîd ji ser desthilatê rakirin û  lêbûrîna giştî derxistin, zindanî ji girtîgehan derxistin, û kesên surgûnkirî vegerandin, lê malbata Bedirxaniyan, mane piştî lêbûrînê ta sala /1910/an.

Di sala /1910/an, piştî surgûnkirina çar salan, fermana azadbûnê derket, Ebdulrezaq vegera Istenbolê, û li wir dostaniyeke xurt bi balyozê Orus  Tişarîkov re girê da, û di rêya wî re, xwe gihande welatê Orusan,  xwe gihande bajarê Yerîvanê, mebesta wî xwe nêzîkî Kurdistan bike, lê parêzgarê Yerîvanê derfet ne dayê, ji wir Ebdulrezaq berê xwe da kurdistana rojhilat û li bajarê Xoyê rûnişt, li cem kurê dostê xwe, Simkoyê Şikakî, ku bavê wî di girtîgeha Terablusê de ser destê dadwerê turkan hatibû kuştin, dema bi Ebdulrezaq re di zindanê de bû, li wir serok û navdarên kurdan yên herêmê li xwe civandin, û pêwendiyên xwe bi serokê Aşûriyan re girêdan, dîsa ev kar û xebatên Ebdulrezaq li Turkan ne xweş hatin, û Ebdulrezaq jî ne rawesta, di bin şevê de xwe gihande bajarê Wanê, li wir bîst rojan ma, û serok û girgirekên kurdan dîtin, li wir jî sîxurên Turkan ew di şopandin û xwestin wî bigirin, lê wî xwe gihande nava balyozxana Orusan, xwe bi wan parast.

Di sala /1912/an de, Ebdulrezaq xwe gihande şêx Ebduselamê Barzanî, û bi hev re berê xwe dane dewleta Orus, alîkarî xwestin ji bona rizgarkirina beşekî ji Kurdistanê, ku herêma Mûsil danîbûn ber çavên xwe, lê Orusan dest û alîkarî nedan wan. Di destpêka sala/1913/an de, Ebdulrezaq bi alîkariya hevalê xwe Simko li bajarê Xoyê dibistanek xwendinê ji zarokên kurdan re vekir, bi alikariya Orusan, zikat, alîkarî ji maldaran û bazirganan werdigirtin û li dibistanê dimezaxtin, rojnameyek jî derxistin, lê hin nakokî di navbera Ebdulrezaq û Simko de derketin, çinku Ebdulrezaq dixwest hin ji wan pereyan artêşek ji kurdan amade bike, û parçeyekê ji xaka Kurdistanê rizgar bike, lê Simko didît ku hîna dem ne hatiye, û ev kar barekî giran e, wê neçe serî, di wê demê de, cenga Cihanê ya Yekem destpê kir, hingî Ebdulrezaq berê xwe da Orusan, di baweriya Ebdulrezaq de ku bi alîkirina kurdan bi Rûsan re, ew erd û bajarên ku Orus ji turkan bistînin wê radestî kurdan bikin, lewra hêzek ji /500/ şervanên kurdan dane ser hev û li kêleka artêşa Orus şerê Turkan kir, sê salan, bajarên Wan, Bidlîs, Erzerom û Mûş bi dewr û berên xwe ve, hatin rizgarkirin, lê paşê Orus ew xak û bajarên kurdan yên ku ji bin destên Turkan rizgar kiribûn, bi alîkariya kurdan, radestî Ermenan kirin.

Ebdulrezaq berê xwe da bajarê Tevrêzê, li îranê, ji wir jî berê xwe da Gurcistanê, û ji wir xwe gihande Fransa, bajarê Parîsê da ku di nav penaberên kurdan de kar bike, lê hezkirina wî ji kurdistana bav û bavpîran re, cardin berê wî dida welatê wî, mixabin di sala/1918/an, kete nav destên Turkan de, li bajarê Mûsilê, yekser hate bidarvekirin, çendî em bêjin û binivîsin, li ser jiyan, xebat û karên vî lehingê Kurd, hêjî wê kêm be.




Jêder:

Hesen Hişyar, Dîtin û bîranînên min.

Celîlê Celîl, Raperîna kurdan ya rewşenbîrî.

Enternêt. 



Adilê Evdile-Lehingekî ji bîrkirî-Pênûsa Azad Hijmara 10an Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 13, 2022 Rating: 5 Adilê Evdile-Lehingekî ji bîrkirî-Pênûsa Azad Hijmara 10an Ya herî baş ew e, ku mirov li kêleka şêr be, ne li ya Rovî be, bi vê simbola gi...

ليست هناك تعليقات: