Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana P.Y.K.S li bajarê Qamişlo kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 6 ديسمبر 2021

Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana P.Y.K.S li bajarê Qamişlo kir

Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar  ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana P.Y.K.S li bajarê Qamişlo kir

Îro 6_12_2021ê şandekê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana nivîsgeha partiya Yekîtî Demoqratî Kurdistanî_Sûriya kir û şand ji serokê Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif serokê yekîtiyê û cîgirê serok mamoste Nayif Çibîro, mamoste Mihemed Ebdê berpirsê ragihandina giştî, mamoste Şemis Enter endama desteya cîbicîkar, mamoste Torçîn Reşwanî endamê Desteya cîbicîkar û mamoste Fêzsel Qadirî serokê şaxê Qamişlo dihat pêkanîn û ji layê sekretêra partiyê ve mamoste Fesla Yûsif û endamên serokatiyê birêzan :Selma Sulêman, Zeredeşt, Diham bavê Nisrîn û Fayiz ve hat pêşwazîkirin .
Di destpêkê de Serokê Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif armanc ji seredanê da xuyakirin û li ser destek û alîkariya P. Y. D. K. S. ji çanda kurdî re û bi taybetî ji Y.N.K.S ê re spasnameyek pêşkêşî mamoste Fesla Yûsif kir û ji layê xwe ve mamoste Fesla rewşa siyasî û kar û xebatên di ber doza Kurdî de anîn ziman û herweha hewildanên di ber yekrêziya Kurdî de.
Desteya ragihandinê
Qamişlo 6_12_2021 


Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana P.Y.K.S li bajarê Qamişlo kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 06, 2021 Rating: 5 Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar  ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana P.Y.K.S li bajarê Qamişlo kir Îro 6_12_2021ê şandekê ji...

ليست هناك تعليقات: