Seydayê Cegerxwîn - Mişe'lê Osman(bevê Nisrîn) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 8 ديسمبر 2021

Seydayê Cegerxwîn - Mişe'lê Osman(bevê Nisrîn)


Seydayê Cegerxwîn -  Mişe'lê Osman(bevê Nisrîn)       

Bêtirî 60 salî zingilê şiyarkirinê bû,  li ber guhê xewaran Ji vê yekê ez nikarim, kar û xebata seydayê Cegerxwîn bi giştî ji Ji vê yekê ez nikarim, kar û xebata seydayê Cegerxwîn bi giştî ji we re pêşkêşkim, bi rastî barekî girane, tenê ez karim van xêzan, diyarî we bikim. Cegerxwîn navê wî Şêxmûs ê Hesen e, di sala 1903 an de, li gundê Hesarê devera Mêrdînê çavên xwe li dunyayê  vekiriye, di dîwana (Pirîsk û Pêtî) de, Seyda gotiye:  

  Di sala hezar û nehsed û sê ez hatime dinyayê Bi navê sultan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê 

  Di cenga Cîhanî ya pêşî de, hîn sêzde salî bû, bi malbata xwe re, ji gundê Hesarê derketin, ji ber ku birayê wî ( Xelîl) mehkûm bû ji ji gundê Hesarê derketin, ji ber ku birayê wî ( Xelîl) mehkûm bû ji hêla Turkan ve, û li Amûdê bicîwar bûn, di sala 1918an de, bavê wî (Hesen), serê xwe danî, ji Amûdê berê xwe dan gundê Hesarê, bi rêde li gundê (Bêdir Memo) sala 1919 diya wî (Eyşanê) jî serê xwe danî  , li cem birayê xwe Xelîl dimîne, geh li ber destê xweha xwe danî  , li cem birayê xwe Xelîl dimîne, geh li ber destê xweha xwe Asya, geh li ber destê jinbira xwe, karê xwe pê dikirin, şivanî, cot, nehiştin bi pêşve here, hijdesalî bû, dest bi xwendina ola Islamî kirîye , ji bo xwendinê li her çar hawêrî Kurdistanê geriya ye, bi vê gerê,rewşa gelê xwe baş naskirîye, û ji vê yekê, bû Kurdnasekî xwedî bîr û bawerî, û dest bi kar û xebata xwe ya civakî û siyasî û ramyarî dike, ji bo serxwebûn û azadiya gelê xwe, Di sala 1927 an de, (Kehla) dibe hevjîna wî  dibe mela li gundê Hasda jorî, û gelek gundên dîtir Di sala 1937 na de, nadiya (Ciwan Kurd) li Amûdê vedike, lê gelekî  nadûmîne, Firansa ew nadî girtin 1946 ji gund barkir, û li Qamişlo bicîwar bû, di warê siyasî de, karkir , di civata partiya( Azadî û Yekîtiya Kurd), Ehmed Naviz serokê wê bû, seyda  Cegerxwîn Razgir bû 1948 bû hevalê partita Komonîst ya Sûriya 1957 an ji partiya Komonîst dûr dikeve, û bi partîya azadî re tevlî partiya dîmoqratî kurdî re dibin û dibin yek. 1959an dibe mamostê zimanê kurmancî di zanîngeha Bexdayê,û bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de, amade dikir, 3 sala li wir dimîne, 1962 vedgere Qamişlo 1963 tê girtin li  zindana (Mezê) li bajarê Şamê, û surgun dibe Siwêda Di sala 1965an de, Cegerxwîn dibe endamê komîta merkezî ya partiya Dîmoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriya û heta dawiya jiyana xwe endamê partiya xwe dimîne. Di sala 1968an de, govara (Gulîstan) damezirand, û bû berpirsyarê wê. 1969 tevlî şoreşa kurdî li Kurdistana Iraqê dibe, nêzîkî salekê dimîne, û vedgere Qamişlo Di sala1973an de, diçe Libnanê (Kîme ez, û Salar Mîdya) çap dike.

1979 vedgere Qmişlo Di sala1979an de,  ji Qamişlo diçe Siwêdê. 22-10-1984, li bajarê Stokholmê, serê xwe danî, û li hewşa mala wî li Qamişlo, dikeve bin axa sar. Sala 1984 salek reş bû, sê navdar ji nav me, koça dawî kirin( Yelmaz Gulê, Cegerxwîn, Qenatê Kurdo) Seydaya du kur û pênc keç, li dû xwe hiştin (Keyo, Azad, Gulperî , Rojîn, Beniye, Selam, sînem ).

Berhemên seydayê Cegerxwîn yên çapkirî:

1-Pirîsk û Pêt , (helbest) 1945- Şam. Hêjaye gotinê, ku mîr Celadet Bedirxan ev dîwan çapkirî ye, di çapxana Bahoz de. 

2- Cîm û Gulperî, ( çîrok ) , 1948 – Şam

3- Sewra Azadî , (helbest) 1954 – Şam

4- Reşo yê Darî ( çîrok ) , 1956 – Şam 

5- Gotinên pêşîyan , 1957 – Şam 

6- Awa û destûra zimanê Kurdî , 1961 – Bexda  

7- Ferhenga Kurdî , cildê 1, 1962 – Bexda 

8- Ferhenga Kurdî, cildê 2, 1962- Bexda, lê mixabin cildê 3 çap ne 

9 - Ferhenga Kurdî, cildê 2, 1962- Bexda, lê mixabin cildê 3 çap ne bûye  

10- Kîme Ez, (helbest), 1973 – Beyrût  

11- Salar û Mîdya , 1973 – Beyrût  

12- Ronak, (helbest) 1980 – Stockholm 

13- Zend Avesta, (helbest) 1981 - Stockholm 14- Şefeq, (helbest) 1982 - Stockholm 

15- Hêvî, (helbest) 1983 – Stockholm

16- Tarîxa Kurdistan, bergê ( 1 ) , 1985 – Stockholm

17- Dîwana Aşitî, (helbest), 1985 – Stockholm  18- Tarîxa Kurdistan bergê ( 2 ) , 1987 – Stockholm 

 19- Folklora Kurdî , 1988 – Stockholm 

 20- Jînenîgariya min , 1995 – Stockholm  .

 21- Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, 1995 Stokholm

 22- Şerefnameya Menzûm- Şerefxanê Bedlîsî, Çapxan Emîral-Beyrûd 1997  

23- Tarîxa Kurdistan bergê(3) weşanên Roja Nû 1999 Stockholm   Seydayê Cegerxwîn ji bilî van berheman, gelek gotarên wêjeyî, mîjoyî, civakî û siyasî, di gelek rojname û govaran de, belav kirine, mîna (Gulîstan, Hawar, Roja nû, Stêr, Ronahî…). Herwiha helbestên seyda di riya hunermendan re, di nav milet de , belav bûye,mîna ( Mihemed Şêxo, Memûd Ezîz Şakir, Seîd Gabarî, Aram Dîkran û Hunermendê şoreşvan Şivan.. û gelek hunermendên dî. Sebriyê Xelo Sîtî, Bavê Mislih 

  

Berhemê seydayê Cegerxwîn yên ne çapkirî: 


1-Dîwana Seydayê Cizîrî (Şirovekirin) 

2-Dîwana Seydayê Ehmedê Xanî (Şirovekirin) 3-Çend Şorişên kurdên kevnare 

4-Destûra kurdistanê (helbest) 

5-Awa û destûra zimanê kurdî ( Grmatîk) bi latînî 

6-Hozan û torevanên kurdistanê bergê 1(wergerandin)

 7-Hozan û torevanên kurdistanê bergê 2(wergerandin) 

8-Ferheng bi tîpên(Latînî) 

9-Kurd. Basîl Nîkîtîn (wergerandin) 

10-Mînoriskî (wergerandin) 

11-Lêkolîna li ser Rojhilata navîn

 12-Hespên ristevanên kurdistan 

13-Leyla û Mecnûn (wergerandin) 

14-Li ser instîtûta kurdî li Lênîngrad 

15-Ûsiv û Zelîxe (wergerandin)

 16-Ristê hin ristevanan

 17-Gotinên Pêşiyan 

18-Hesenê Mûsa (Çîrok) 

19-Nivîsar (Hin nivîsar)

 20-Çîroka xortê Îranî (wergerandin)

 21-Dewleta Mahabadê (wergerandin) 

22-Dewleta Eyûbî li Yemenê 

23-Çîrokên kurdî 

24-Kêferat li ser kurdistanê, Xalifîn (wergerandin)

 25-Tarîxa benî Eyûb bergê 1 

26-Tarîxa benî Eyûb bergê 2

 27-Tarîxa benî Eyûb bergê 3 

28-Baqismatê reş-Çîrok (wergerandin)

 29-Şifêrê kemyona sor

 30-Nivîsarek li ser dîbaca seydayê Xanî

 31-Dîwana Cegerxwîn 1925


Miş'el Osman bavê Nisrîn ( Hesekê  ) 



Seydayê Cegerxwîn - Mişe'lê Osman(bevê Nisrîn) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 08, 2021 Rating: 5 Seydayê Cegerxwîn -  Mişe'lê Osman(bevê Nisrîn)        Bêtirî 60 salî zingilê şiyarkirinê bû,  li ber guhê xewaran Ji vê yekê ez nikarim...

ليست هناك تعليقات: