ROMAN NIVÎSA KURD NÛVÎN XIDIR-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 26 أكتوبر 2021

ROMAN NIVÎSA KURD NÛVÎN XIDIR-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF

ROMAN NIVÎSA KURD NÛVÎN XIDIR-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF 

NÛVÎN XIDIR
1979-2017

Li gundê Hesê Oso yê girêdayî parêzgeha Hesekê di 27-1-1979 an de Nûvîn Hisên Xidir ji dayîk bû.

Ewê li taxa Salihiyê,li Hesekê xwendina serete ta lîsa bi dawî kir,paş re ji amojgeha perwerdekirina mamo- steyan (Beşê mûzîkê)bawername wergirt.

Piştî Nûvîn ji amojgehê bi derçû ew derbasî zankoyê (Beşê mafnasiyê)bû lê mixabin mirin bû rêgir di riwê wê de û ne hişt ew mirada xwe bi cî bîne.

Ji ber ew ji malbatek e kurdperwer bû evê evîna wel- at di hizr û ramanê wê de çand û hişt hezkrin û evîna welat berê wê bide hûnandina helbestên girêdayî bi babetê ve.

Mixabin bi sedema mirina zû û temenê kin ku derfet

ne da Nûvîn ji bo ew berhemên xwe çap bike,yan jî biweşîne ji bilî romanek bi tenê ya bi navê Payîzekê, Romana ku Nivîskara Kurd Nûvîn 13 salan pêv e mabû ta bi dawî kir û ew jî piştî mirina wê bi amadakirina nivîskarê Kurd mamoste Umran Menteş û ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya bû.

Nivîskara Kurd Nûvîn Xidir,ya Endama Yekîtiya Nivîsk- arên Kurdistana Sûrya û xwediya romana Payîzekê di buhara temenê xwe de 2ê gulana sala 2017an çû ber dilovaniya Xweda û li goristan gundê Hesê Oso bi axê hate sipartin.

Berhemên wê:

1-Payîzekê.Roman.



ROMAN NIVÎSA KURD NÛVÎN XIDIR-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 26, 2021 Rating: 5 ROMAN NIVÎSA KURD NÛVÎN XIDIR-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF  NÛVÎN XIDIR 1979-2017 Li gundê Hesê Oso yê girêdayî parêzgeha Hesekê di 27-1-...

ليست هناك تعليقات: