Y.N.K.S Şaxê Hesekê şevbuhêrkeke wêjeyî ji Nivîskar Ibrahîm Xelîl re lidarxist binavê " Biwêj di ziman de " - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 25 أكتوبر 2021

Y.N.K.S Şaxê Hesekê şevbuhêrkeke wêjeyî ji Nivîskar Ibrahîm Xelîl re lidarxist binavê " Biwêj di ziman de "


Y.N.K.S Şaxê Hesekê şevbuhêrkeke wêjeyî ji Nivîskar  Ibrahîm Xelîl re lidarxist binavê " Biwêj di 
ziman de "


Îro Duşemê 25/10/202, bi amadebûna hin nivîskar û hezkirên zimanê kurdî, li baregeha  Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê /Şaxê Hesekê, şevbuhêrkeke wêjeyî ji Nivîskar û wergêr Ibrahîm Xelîl re lidarxist binavê " Biwêj di ziman de " 

Destpêk kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, dipêre Mamoste Omer Resûl serokê Şaxê Dêrikê giringiya lidarxistina şevbuhêrkên wêjeyî anî ziman, dûvre endamê desteya cîbicîkar Miş'elê Osman li ser berhem û kurtejiyana Nivîskar Ibrahîm Xelîl axivî.

Piştî xwendina gotarê, Diyalog di navbera beşdaran û nivîskar de pêk hat.

Ibrahîm xelîl

Nivîskar û wergêr

Sala 1972 li bajarê Hesekê ji dayik bûye

Lîsansa wêjeya fransizî ji zanîngeha Helebê, sala 1999

Diploma perwerdeyê sala 2008

Wergerê di navbera kurdî, erebî û frabsizî de dike

Pirtûkên ku wergerandine bo kurdî :

- Romana (Berf) a nivîskarê fransiz Maksanz Fêrmîn.

- Pirtûka (Zordestname) a nivîskarê navdar Ebdulrehmanê Kewakibî

- Şanoya (Kalîgula) a nivîskarê fransiz (Albêr kami 

- Gurzeçîroka (Gulokê) a nivîskarê fransiz Gêy du Mopassa

- Amadekarî û lêvegera berhemên giştî yên Ehmedê Xanî

Wergerên ku ji kurdî aniye erebî :

- Romana (Dwahemîn henarî dunya) a nivîskarê kurd (Bextyar Elî) 

- Romana (Koşkî balinde xemgînekan) a nivîskarê kurd (Bextyar Elî)

Wergerên ji fransizî bo erebî : pirtûka (الاستيلاء على الخبز) a sosyalistê rûs (Pyuter kropotkin)

- Pirtûkek bi zimanê erebî bi navê (أيام اللولو)- nivîsarên siyasî û civakî

Pirtûkên li ber çapê :

- (Rewiştname) werger e

- (Tembîyên Hitler) gurzeçîrok bi kurdî

- (Kulîlk û dîmen) Helbest bo zarokan bi kurdî

Li gel ku bi kurdî û erebî bi dehan nivîs û lêkolîn di rojname û kovar û malperan de weşandine.

Y.N.K.S Şaxê Hesekê şevbuhêrkeke wêjeyî ji Nivîskar Ibrahîm Xelîl re lidarxist binavê " Biwêj di ziman de " Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 25, 2021 Rating: 5 Y.N.K.S Şaxê Hesekê şevbuhêrkeke wêjeyî ji Nivîskar  Ibrahîm Xelîl re lidarxist binavê " Biwêj di  ziman de " Îro Duşemê 25/10/202...

ليست هناك تعليقات: