EREB HORÊ HELBESTVAN Û NIVÎSKAR-KURTE JIYAN. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 27 أكتوبر 2021

EREB HORÊ HELBESTVAN Û NIVÎSKAR-KURTE JIYAN.

 

EREB HORÊ HELBESTVAN Û NIVÎSKAR-KURTE JIYAN.

Kengî..!? bûyerek

Rû bide

Min bi huner bipêçin

Kengî..!? cengek

Li dar bikeve

Min bi huner biherişînin

Kengî kur,

Bersiva dayîkê bide

Min bi huner veşêrin

Kengî, mirov

Ji mirovahiyê bireve

Min bi huner bişûn û

Bin gor bikin.


Ereb Horê kȋ ye :

Di sala 1962 yan li gundê Borzê yê li ser bajarê Dêrika Hemko ve ji dayîk bûye Naznavê wî Bavê Semyan e. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana gundê xwe û ya navendî û amadeyî li dibistanên Dêrikê qedandiye Bi qasî 10 salan li Şamê û gundewarên wê dimîne di zeviyên fêkiyan de kar dike Bi wêjeya erebî daxbar dibe -Yekem car di sala 1985 an de dest bi nivîsîna helbestên kurdî kiriye û ew yek ji endamê Yekȋtiya Nivȋskarên Kurdistana Sûriyê ye.

  -Hin helbestên wî hunermend û dengbêjên herêma Dêrikê bi stranî gotine ji wan jî ,Elend Dêrkî ,Cemal Se'idûn,Elî Gavan Berhemên wî yên çapkirȋ ev in

1-HIN PEŞKÊN SAR di sala 2015an hatiye çap kirin
2- MOTORSÎkIL Û ÇEVAKA RÊ

Destê xwe li ser

Zikê xwe digerand û

Digot:

Ez li benda

Qolincên mêvaniya

Te me.

Dayikê gelek xwe

Difre dikir li nav

Jinên ne ducan

Neh mehên şadîzar û

Neh şevên rontarî

Raketî ma li nav

Penga hevrûşim

Şadîzar, rontarî

Derbas bûn

Qolinc û çîk

Vemirîn,..

Kêlîka tilîyên

Şimayî û lêvên qurix

li kaniya jînê geriyan

li ber çeqçeqa

Gûzên simtandî

Çavên firişteyȋ

Miç bûn

Dayikê hezar

Qolincên xewrevên

Ji bîr kirin û

Bav di bin

Lêvên xwe re digirnijî

Her roj

Santî bi santî

Xiram bi xiram

Dipîvan ten û beden

Dêmên pembûyî

Teysîn dicivandin

Pî bi pî

Li ser çavên me

Çarlepî dixişya

Stêrkek bû

Digindirî li ser

Erdê.

Gulatek şekir

Li ser lêvên me

Datanî..

Buharên rengereng

Bûrîn..

Xêzeke qeytanî

Lêva jor vegirt

Şanên bengînîyê

Li ser bejna spîndarî

Veda..

Beyanîya serê her sibê

Ramûsanek dipêça,

Destê dayika xilmaş

Bi xunava lêvên qurix

Dineqişand.

Hember eyna şayîk

Şeh dikir

Guliya reş û simbêlê

Nû bi ser lêvan de

Şikestî.

Kêleka bi kember

Mobayilê dixemiland

Bîst û yek buhar

Xistin birîka xwe

Gul li ser destê

Dayîkê neçand

Weke her sibehê

Şewişî, veterisî

Lezî li xwe pêça

Berê xwe da

Civana nervînê

Ma turmik û civana?!

Ma tirhik û soza..?!

Qey nervînê jê

Hez dikir ji me bêtir…?

Bendewara wî bû li

Çevaka rê,

Civan saz dikirin.

Roj gihabû cergê

Asoyê

Hîn zûbû, em

Xapandin axa sar

Berî me ew

Hembêz kir,

Tîrek ji kevana

Hindiyekî sor

Di guhê me re firî

Şûrekê şamî

Di demarê me de

Li hev wergera

Gêra striya

Di çav û canê me de

Dest pê kir

Ne me karî gewdeya

Nervînê bikevirînin

Ne gelî û tonelan

Di rêka wê de bikolin

De me aza bikira

Gencê berbixêlî û

Gerdena xemilandî

Bi ala miletekî

Bêwelat….

 


EREB HORÊ HELBESTVAN Û NIVÎSKAR-KURTE JIYAN. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 27, 2021 Rating: 5   EREB HORÊ HELBESTVAN Û NIVÎSKAR-KURTE JIYAN. Kengî..!? bûyerek Rû bide Min bi huner bipêçin Kengî..!? cengek Li dar bikeve Min b...

ليست هناك تعليقات: