OMER RESÛL-HELBEST Û JIYAN - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 28 أكتوبر 2021

OMER RESÛL-HELBEST Û JIYAN


OMER RESÛL-HELBEST Û JIYAN

Pênûsa Azad hijmara 6an 2019

Ji dema ku tîrojên tavê xwe avêtine li ser ax û ava Kurdistanê, ji hingî ve helbest bûye nasnameya êş û birînên me!

Bi gera demê re helbest û stran bûne cot û daristanên tarîstanê dane ber top û agirê xwe. Xwe gihandin birîndar û kuştîyan, birîndar bi hêvîyê derman kirin û kuştî di nav rêza cangorîyan de bilind kirin da ku bibin stêrkên berxwedanê di jîyanê de.

Xwe gihandin mişext û bê hêvîyan, hewar û êş û nalînên wan ji wan danehev û ew serderî rêyên rojê kirin.

Xwe gihandin dayîkên kezbşewitî û zarokên di landikan de bê bav û dê mayîn, ji dayîkan re bûne hespên keserkêş, hepspên ronî û rêyên dûr, û ji zarokan re bûne hêlan û deydik û zengilokên xew û xewnan!       

Li nav ceng û hewar û şeran her ew bûn siwarên berxwedanê, her ew bûn piştî qirkirin û kuştin û talanan em diparastin ji windabûnê! Û dibûne dîrok û nasnam e.

Helbestê ziman avakir, û zimanî gel ava kir, û gelî bi xwe re, bi herduwan, sirûda hebûn û jîyan û azadîya xwe ava kir!

Baba Roxê Hemedanî hewar dikir: Xortino, çekê hilgirin,welatê xwe biparêzin ji dijminan, da ku li Kurdistanê her demî bihar be!

Elîyê Termaxî, sofîyê ax û agiran, jîyana gelê xwe pizot têxist (dêxist) dest û cergê xwe da ku mêja wî rasterast bighe Xwedayê wî!

Elîyê Herîrî, bingeh nijirandin û deng bi çaremînan berda deşta jîyanê, gotin bi berfa çiyan şûştin, û bû rêwengerê rêyên rojê li oqyanosên hewarê!

Baba Tahirê Hemedanî, dil bi çaremînan kir qubelta evînî û dildarîyê, ji daxwaz û serhatîyên jîyana gelê xwe tîr veweşandin 

tarîstanê!

Reyhan Xanima Lorestanî, ji av û rûbaran gul dane hev, û ji daran keser dane hev, û bû strana dem û waran li nav çiya û daristanan…

Leza Xanima Cafî, ji zinar û kevîyên dil kew berdan, û çendî mij û moranê lê zor dikir, bi stranên rojê derî ji helbestan re vedikir.

Dayê Xêzanî ya Sergetî, gotin bi agirê dil dişûştin, û li tenûrên  xwen û hêvîyan nameyên ciwanîyê bi jenên dil dipehtin.

 

Nîşanî (Melayê Cezîrî), şahê dildar û oldaran, seydayê can kirî av û av berdayî li nav deşt û wargehên xwe.

Kuştîyê zilf û kemberên Selmayê, Sitîya bejin zirav û bisk kesk.

Kuştîyê naz û letîf û cambidestan li nav gulşen û sosinên welatê xwe.

Ehmedê Xanî, lêkerê kelhên ziman û evînê, dildarê rêyên ronî û rojê, derî ji destanên evînê re bi Memû Zînê vekirin, û bi Nûbiharê jenên dil kirin teyr û berdan ezmanê kûr û vekirî, xewn kirin hesp û ew bi xwe bû siwarê azadîyê li nav çerxa deman.

Nalî, Salim, Koyî, Herîq, Edeb, Ehmedê Muxtar, Tahir beg, Hemed, Rêwer, Bêkes, Pîremêrd, Goran, Hejar, Osma Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Emerê Lalê, Palo, Xelîlê Sasonî,Bê Bihar, Tîrêj,  Ehmedê Şêx Salih…., û bi hezarê weka wan,  roj û ronî û hêvîya welatekê azad dane dest hev, çerx û felekên demê bi helbestên xwe pîvan, hewarên gelê xwe yê birîndar gihandin çarmedorên dinyayê, û bûn stêrên geş di ferheng û wêjenameya welalê xwe de.

Helbest bû, erê helbest bû, dem gihandin hev,  siwarên nivîsê ji zindanên lalbûn û ne derbirrînê rizgar kirin û bi germî ew anîn li nav gulîstanên xwe.

Ew gihandin mehrecan û çerxa demê!   

 



  

OMER RESÛL-HELBEST Û JIYAN Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 28, 2021 Rating: 5 OMER RESÛL-HELBEST Û JIYAN Pênûsa Azad hijmara 6an 2019 Ji dema ku tîrojên tavê xwe av ê tine li ser ax û ava Kurdistanê, ji hingî ve helb...

هناك تعليق واحد:

  1. Zincîra helbestvanên kurd , Mamosta Omer Resûl wekû tevnê hûna, da bibe tabloyek ji tabloyê wêjeya kurdî, deste wî sax be, dilê wî şad be

    ردحذف