MERWAN BEREKAT-KURDO Û SOLPAQIJKAR-ÇÎROK - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 28 أكتوبر 2021

MERWAN BEREKAT-KURDO Û SOLPAQIJKAR-ÇÎROK


MERWAN BEREKAT-KURDO Û SOLPAQIJKAR-ÇÎROK

pênûsa Azad himara 6an 2019

Bêkariyê û gera li kolanên wî bajarê avahîbilind demên wî bê haydarî di zikê xwe de winda dikirin. Carina ji bandora bîranînên dema ku li welêt bû riya mal şaş dikir.

Kolan bi gavên xwe dipîvan û li hawîrdora xwe dinihêrî.

Her tişt lihevhatî bû... Kolan, avahî û rê baqij bûn... Gulistanên xweşik û listokgehên zarokan ên ku bi şêwakî lihevhatî didîtin. Carina li pêş cama hin avahiyan disekinî

û li bejna xwe dinihêrî.

Lê bi xwe re dikete nakokiyê û digot: Baş e ku ez hatim vî welatî, û carina jî digot: Mabûna min li vî welatî şaş e.

Lê dema ku keçikên sîngrût, porzer û bejinbilind li wî dinihêrîn nakokiya xwe ji bîr dikir.

Eger kabên wî ji meşa li kolanan sist dibûn, diçû li gulistanekê rûdinişt û li wî xelkî temaşe dikir. Kalemêr û pîrejinan pirtûk dixwendin... Hin keç û xortan lêvên hev dimêtin û hin kes bi fînokên xwe re dilîstin.

Li danê pişt nîvro, li kolana nimre ``24`` ji meşa pir kabên (çogên) Kurdo sist bûbûn... Tozê rengê solên wî guhartibû ji ber ku ji şeş mehan de paqij nekiribûn... Zikê wî ji birçîbûnê dikire qurequr. Birçîbûnê dihîşt ku Kurdo dêpîra xwe Fato li bîra xwe wîne, keserine kûr dikşandin û ji xwe re digot:

- Hevîrê nîsk ê dêpîra min çêdikir çendî xweş bû! Lê boraniya ku diya min çêdikir xweştir bû. Xwezî niha ez li gundê me bama û biçûma cem şivanan û telemek ji şîrê

bizinan ji min re çêkirana.

Hîn Kurdo di nav hêvî û bîranînina de dihate keyandin,bihna xwarinê ji xwaringeha `Şarl` li deriyê pozê Kurdo da. 

Bihna xwarinê xweş dihat û Kurdo xwe li deriyê xwaringehê bada.

Li quzîkeke xwaringehê du kes li dor masekê rûniştibûû kursiyekî vala li aliyê rastê yê masê hebû. Kurdo çû li ser wî kursiyî rûnişt.

Berî ku Kurdo xwarinê bixwaze, solpaqijkarek li nêzîkî wê masê rûniştibû. Cilên solpaqijkar paqij û lihevhatî bûû bejna Kurdo bi nêrînên xwe dipîva.

Kurdo ji sol paqijkar re got: Tu dikarî solên min paqij bikî?

- Belê; çima na?

Solpaqijkar dest bi paqijkirina solên Kurdo kir. Ji ber ku Kurdo bala solpaqijkar kişandibû, jê pirsî: Ma tu ne ji vî bajarî yî?!

- Na, ez ne ji vî welatî me. Ez koçber im. Ma te çawa zanî ku ne ji vî welatî me?!

- Ji ber ku zimanê te ne zelal e û şivlivên te ne wek êxelkê vî welatî ne.

Kurdo çend xulekan bêdeng ma û di pişt re ji solpaqijkar pirsî:

- Ma tu ji vî welatî yî?

- Erê.

Solpaqijkar berî ku sola Kurdo ya lingê rastê bi dawî bike, ji Kurdo pirsî:

- Tu ji kîjan welatî yî?

Kurdo got:

- Ez Kurd im. Navê welatê min Kurdistan e. Lê mixabin ji sedsalan de welatê me dagîr kiriye û em bindest û bê dewlet in.

- Kurd pir in?

- Hahûû; em pêncî milyon Kurd in.

Dema ku solpaqijkar weha bihîst, alavên solpaqijkirinê dan hev, rabû li ser xwe sekinî û ji Kurdo re got: Biborîne;

ji min re ne rûmet e ku ez solên te paqij bikim.

- Çima? Ez Kurd im; Kurd.

Solpaqijkar got:

- Miletek ji pêncî milyon kes be û hîn bindest û bê dewlet e, ez solên wan paqij nakim. Fedî jî nake û dibêje:

- Em pêncî milyon Kurd in. 


MERWAN BEREKAT-KURDO Û SOLPAQIJKAR-ÇÎROK Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 28, 2021 Rating: 5 MERWAN BEREKAT-KURDO Û SOLPAQIJKAR-ÇÎROK pênûsa Azad himara 6an 2019 Bêkariyê û gera li kolanên wî bajarê avahîbilind demên  wî bê haydarî d...

ليست هناك تعليقات: