Gulistan Awaz-Nivîskar û Helbestvan-Hin agahî li ser jiyana wê. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 1 نوفمبر 2021

Gulistan Awaz-Nivîskar û Helbestvan-Hin agahî li ser jiyana wê.

 


Gulistan Awaz-Nivîskar û Helbestvan-hin agahî li ser jiyana wê.

Birahîm Qasim

Gulistan Awaz ew ji gundê (Ebo K'ebê) navçeya Cindirêsê ku dikeve herêma Efrînê .

*Li sala 1982an, li Helebê - Sûriyê ji dayîk bû ye.

*Çar zarokên wê hene û hemû lawik in.

*Li sala 2008an, bi tirs û bi dizî di hundirê  malan de li Helebê di Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de  dest  fêrkirina zimanê kurdî kir.

*Li sala 2013an, piştî ku wê asta siyemîn a rêzimana Kurdî bi pileya baştirîn di Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de li Sûriyê qedand û ji ber rewşa xirab li Helebê ew li gundê Celemê, Cindirêsê- gundê hevjînê xwe-bi cih bû û dest bi fêrkirina zimanê Kurdî di mala /Zanîn/de li gundê Celemê , bi dehan xort û keç, biçûk û mezin fêrî zimanê kurdî kirin.

* Ji sala 2012an,  dest bi nivîsandina  Kurdî kir.

*Carina  hin gotaran jî dinivîsîne di hin kovaran de(Pênûsa Azad) û malperên kurdî de .

*Yekemcar dema ew hînî zimanê kurdî dibû, pirpegandek(دعاية) bi Kurdî bi navê( Pêpsiyan Hertim Vexwin) nivîsand û di rojnama NEWROZê ya hejmar(96)an de sala 2011an hate weşandin.

*li sala 2017an ew li gel çend xwendekaran di rêya entenêtê fêrî beşê wêjeya kurdî di warê helbesta kilasîk ji Peymangiha bedirxan li bajarê Dêrka Hemko  bawernameya serkeftinê werdigre.

*Ji sala (2017)an, li gel malbata xwe li Almanyayê li bajarê Bremen, bi cih dibe.

*Carina pêşkêşvaniya aheng û cejnan jî dike wek(Cejna Newrozê ).

*Carina lêvegerên vekîtî û zimanî ji pirtûkên kurdî re dike û yekemcar li destpêka sala 2017an, lêvegereke vekîtî li gel çend mamosteyan ji pirtûka ( KELÎLE Û DÎMNE ) ya ku Dr. Mihemed Ebdo Elî ji erebî wergerandibû kurdî kir, pişt re lêveger ji çend pirtûkên Birahîm Mela Qasim re çêkirin :

1- Pirtûk binavê (CIWANKARIYA HELBESTA KURDÎ " 2017an Lêkolîn ".

2-Pirtûk binavê (Qunax û rêbazên helbesta Kurdî) 2020an Lêkolîn.

3- Dîwan-Helbest  binavê (FÎXAN )2021an çapa diwem .

*Li bajarê ku ew lê dimîne di Komela Civaka Kurdî ji bo Perwerde û Hînkariyê-Hînkarî Bremen- de cîger serokê komelê ye.

*Ew niha nûçegihana BERSIV TV  ye, herweha berdwam e li ser ONLINE ku waneyên fêrkirina zimanê kurdî dide.

*Piştî ku nexweşiya Koronayê li cîhanê belav dibe û ger û kar diraweste herkes di mala xwe de dimîne, dikarî vê valehiyê qizinc bike û ji xwe re derfetek dît da ku dîwana xwe ya yekê çap bike û ji weşanxaneyê re bişîne.

 Gulistan dibêje:``ez gihiştim armanca xwe û pirtûka min a yekê ya helbestên nûjen, li 17.06.2020an, ji weşanxaneya SerSera li Almanyayê gihişte ber destên min``.

* Pirtûk bi navê BUXÇIKA BIYANIYÊ ye.

* Ji 108 rûpelan pêk tê.

*Hejmara helbestan 51 in.

* Pêşgotin a mamoste Merwan Berekat e.

*Wêneyê bergê û wêneyên ku di nav rûpelên pirtûkê de, ji berhemên şêwekar û mamosteyê efrînî Aslan Memo ne.

* Naveroka helbestan li ser êşên penaberî, biyanî û bidûrketina ji hemêza welêt e, qêrîn û hawara Efrîna kezebşewitî ye û kêm caran deriyê evînê jî dipelîne. 



Gulistan Awaz-Nivîskar û Helbestvan-Hin agahî li ser jiyana wê. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 01, 2021 Rating: 5   Gulistan Awaz-Nivîskar û Helbestvan-hin agahî li ser jiyana wê. Birahîm Qasim Gulistan Awaz ew ji gundê ( Ebo K'ebê ) navçeya Cindi...

ليست هناك تعليقات: